STENBOL - Piştî pîrozbahiya Newroza ku li Bazara Gel a Bakirkoyê hat lidarxistin 73 kes hatibûn binçavkirin. Îdîanameya der barê 73 kesan de hat amadekirin. Ji van kesan der barê 3’yan de bi hinceta qaçaxê leşkeriyê ne, bi tawanbariya propagandayê doz, hat kirin.
Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Bazara Bakirkoyê ku bi sedhezaran kes tev lê bûn, polîsan 73 kes binçav kiribûn. Ji van kesan 28 jê ji aliyê dadweriyên cezayên sulhê ve hatin girtin. Dozgerê Komarê Onûr Rifat Atilgan der barê 73 kesan de îdianame amade kir. Di îdianameyê de 11 polîs wekî muştekî cih girtin. Dozger di îdianameyê de xwest ku 73 kes bi tawanbariyên “Propagandaya rêxistinê “ û di çarçoveya “Qanûna Civîn, Meş û Xwepêşandanan a Jimare 2911’an” de bên cezakirin.
Wekî hincet jî fûlarên kesk, sor û zer ku bi xwe re anîbûn qada Newrozê hatin nîşandan. Ji van kesan der barê 3 kesan de jî ku bi hinceta qaçaxê leşkeriyê ne hatin binçavkirin bi tawanbariya “Li qada mîtîngê posterên serekê Rêxistina Terorî yê PKK/KCK’ê Abdullah Ocalan û potikên di vî der barî de vekirin” doz hat vekirin. Her wiha di îdianameyê de dirûşmeyên ku ji bo Kemal Kurkut ê li Amedê hat qetilkirin “Kemal Kurkut nemir e”, “Dê hesabê Kemal bê pirsîn” û “Ji Kawa heta Mazlûm Newroz pîroz be” hatin berzkirin jî wekî sûc hatin hesibandin.
Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 37’an ve hat qebûlkirin. Piştî dadgeh biryara tensipê bide dê roja danişînê bê diyarkirin.
MA / Yasin Kobulan