AMED - Wezareta Perwerdehiyê li meaşê mamosteyên Egîtîm Senî yên bi KHK’ê hatin îxrackirin ku meaşê wan tune ye, ceza birî.
Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) cezayê meaşbirînê li mamosteyên endamê Egîtîm Senê yên bi KHK’yan hatin îxrackirin û meaşê wan tune ye birî. Di 29’ê Kanûna 2015’an de Navenda Giştî ya Egîtîm Senê bi dirûşmeya “Ji şer re na, bila zarok nemirin” rojekê dev ji kar berdabûn û bertek nîşanî Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan dabûn. Piştî vê çalakiyê Wezareta Perwerdehiya Netewî der barê mamosteyan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Di encam lêpirsînê de der barê mamosteyan de hem cezayê îdarî, hem cezayê dîsîplînê, rawestandina qidemê, xwestina tayînê û meaşbirînê hatibû birîn. Piştî Egîtîm Senê îtirazî cezayên hatin dayîn kir, dadgehên îdarî yên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Erzirom û Mêrdînê diyar kirin ku tişta hatiye kirin di çarçoveya fealiyetên sendîkayê de ne û bi hinceta cezayê hatiye dayîn derî hiqûqê ye ceza betal kirin. Lê belê dadgehên îdarî yên Konya û Dîlokê ceza erê kirin û bi vî cezayî ji 30 parî parek cezayê meaşbirînê hat dayîn û teblîxatên di vî warî de ji endamên Egîtîm Senê re hatin şandin.
Hevserokê Şaxa Egîtîm Sena Jimare 1’ê ya Amedê yê berê Îkram Atabay ku hat îxrackirin, diyar kir ku dê sendika vê biryarê ragihîne dadgeha bilind û got: “Rastiyeke li derî aqil û mantiqê derket holê. Hem tu îxrac dikî û meaş nadî hem jî bi cezayê meaşbirînê serî li absurduya cezakirineke pêvekî didî.” Atabay, bi lêv kir ku berê jî wan çalakiyên bi vî rengî li dar dixistin, lê belê tu lêpirsîn nedihatin destpêkirin. Atabay got, lê belê piştî li welat atmosfera siyasî guherî, serî li riya cezakirinê hat xistin.
‘JI ROJA EWIL VE DERHIQÛQÎ YE’
Atabay, bi lêv kir ku pêvajo ji roja ewil ve bi awayekî derhiqûqî dewam dike û got: “Em li pişt hemû çalakiyên xwe ne. Eger em îro vegerin ser karên xwe jî dê helwesta me neguhere. Serê me bilind e û em ji ber tu çalakiyên xwe jî nepoşman in. Me got bila zarok nemirin, me got bila mafên perwerdehiyê yên zarokan neyên astengkirin û em ê sibê dîsa jî bêjin.”
MA / Lezgîn Akdeniz