MÊRSÎN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û sendîkayên li Mêrsînê, anîn ziman ku eger li hemberî AKP’a ku bi krîzeke nerêveberinê re rû bi rû maye, têkoşînek civakî ya hêzdar derkeve holê dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de dawî li AKP’ê bîn in.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan ên li Mêrsînê, li ser sedema biryara hilbijartina zordest ku dê di 24’ê Hezîranê de pêk bê û polîtîkayên AKP’ê yên heyî rawestiyan.
‘NE HEJMARA FABRÎKAYAN, HEJMARA GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛ’
Serokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Mêrsînê Mehmet Seyîtalîoglû, diyar kir ku ji ber ku êdî hikûmeta AKP’ê di nav rûxandinekê de ye biryara hilbijartina zordest daye û ev biryar nîşan dide ku êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe. Seyîtalîoglû got: “Niha ji ber pirsgirêkên aborî û pêkanînên ku di polîtîkaya derve de xwe didin der, mirov dibînin ku êdî AKP nikare welat bi rê ve bibe. Li vî welatî ne hejmara fabrîkayan, hejmara girtîgehan zêde bû. Hatiye asteke wisa ku kî AKP’ê rexen bike tê cezakirin û girtin. AKP di nav rûxandinekê de ye û ji ber hay ji vê yekê heye starta hilbijartina pêşwext da. Êdî tu riyeke ku pê de biçe nemaye.” Seyîtalîoglû, destnîşan kir ku divê muxalefet vê yekê wekî firsenda peydakirina aştî û demokrasiyeke rasteqîne bibîne.
‘DIVÊ TORA TÊKOŞÎNÊ BÊ ÇÊKIRIN’
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr jî, diyar kir ku hilbijartin dê di şert û mercên Rewşa Awarte de bê çêkirin û ev yek bi tena serê xwe derhiqûqî ye. Demîr, bi lêv kir ku ev yek der barê baweriya hilbijartinê de jî şik û gumanan peyda dike. Demîr, diyar kir ku AKP tengijiye û ji ber ku dizane dê êdî nikare îdare bike biryara hilbijartinê daye. Demîr destnîşan kir ku di rewşeke wisa de li hemberî AKP’ê pêdivî bi avakirina tora têkoşîneke civakiyî heye.
PIRSGIRÊK KÛRTIR BÛN
Serokê Şaxa Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy jî, diyar kir ku ji ber krîza aborî biryara hilbijartina zordest hatiye dayîn. Goksoy, bi lêv kir ku li Tirkiyeyê krîzeke aborî heye û got: “Îktîdar dibêje ‘em ji sedî 7.5 mezin bûne.’ Ev gotinên vala ne. Em kedkar û karker mezinbûyîneke wisa hîs nakin. Û her wiha bi tu awayî standardên jiyanî yên kedkaran neguheriye. Bereksê wê cotkar tiştên hilberandin li nêv kuçeyan rijandin. Her roj karker ji karê xwe dibin. Bi qeyûmên hatin tayînkirin, di bin navê kadrobûyînê de bi hezaran karkerên taşeronî ji kar avêtin. Ev hemû delîl in ku di warê aborî de tengijînek heye. Pirsgirêkên civakiyî çareser nekirin. Ligel vê civakê zepturept kirin. AKP’ya ku di civakê de bi antîpatiyeke mezin re rû bi rû ma, bi biryara hilbijartina zordest ket nava telaşeke hilbijartinê. AKP dizane ku eger hilbijartin di wextê xwe de bê kirin dê winda bike. Lê belê ligel van tiştan hemûyan jî mîsyona AKP’ê qediyaye. Dê ev hilbijartin dawiya AKP’ê bîne.”