STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin bike cara 753'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dozger dîsa serlêdana parêzeran red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê bike cara 753'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozeriyê cara 753’emîn serlêdan red kir.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan 753 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "OHAL heye" hatin redkirin.