Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê

  • rojane
  • 16:45 23 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran Nobeta Edaletê berdewam dike. Rêveberên Rêxistina ESP’a Stenbolê bi armanca piştevaniya nobetê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. 

 
MÊRDÎN 
 
Nobetê Edaletê ya di avahiyê DBP’a Mêrdînê de berdawam dike. Nobeta ku Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan dane destpêkirin, bi serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrikê û gelek welatiyan dom kir. Ji Dayikên Aştiyê, Kadriye Akar destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û wiha axivî: “Em dixwazin zarokên me yên di girtîgehan de tên ragirtin, werin berdan. Ma dê heya kengî wiha be? Em dixwazin Serokê xwe ji girtîgehê derxînin. Em ji vê derê silavên xwe dişinîn Îmraliyê. Em dest bidin hev û vê bêrûmetiyê qebûl nekin.”
 
STENBOL 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) serdana Nobeta Edaletê kirin.  
 
Di nobetê de li ser navê Rêxistina ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur axivî. Muldur, tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ev yek polîtîkaya şerê taybet e. Muldur, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê belavî girtîgehên din bûye û wiha got: “Tevî van hemû êrişan girtiyên şoreşger ên tên tecrîdkirin têkoşînê mezin dikin.”
 
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA JI BO 3 ROJAN 
 
Muldur, destnîşan kir ku ji bo tecrîd were rakirin divê li derve piştevanî were mezinkirin û wiha berdeam kir: “Em weke Rêxistina ESP’ê ya Bajêr ji vir radigihînin ku ji bo li dijî îşkenceya tecrîdê piştevaniyê mezin bikin ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê didin dest pê kirin. Em hemû çepgirên kedkar û gelê xwe vedixwînin ku li dijî neberdana girtiyan, sirgunan, qedexeyên weşanan û îşkenceya tecrîdê piştevaniyê mezin bikin, serdana nobetên edaletê bikin û têkoşînê bilind bikin.”
 
‘EM TECRÎDÊ RAKIN AŞTIYÊ AVA BIKIN’ 
 
Hevseroka DAD’ê ya Giştî Kadriye Dogan jî diyar kir ku weke sazî her tim li cem çalakvanên Nobeta Edaletê ne û wiha got: “Canên hêja heke di civakekê de edalet ji holê rabibe, ne pêkan e ku mirov behsa hebûna rewa ya wê civakê bike. Em dibînin ku îro li Tirkiyeyê hiqûq hatiye binpêkirin. Civak di bin tecrîdê de ye. Belê tecrîd ji giravê dest pê dike û belavî her derê bûye. Ji ber wê yekê em tecrîdê rakin, aştiyê ava bikin. Em radigihînin ku em li cem dayikên hêja yên dibêjin em rêya aştiyê vekin, peyamên ciwanên li zindanan li ber xwe didin digirin û wan civakî dikin in.”
 
‘GUH BIDIN DENGÊ DAYIKAN’ 
 
Dogan bang li hemû civakê kir û wiha got: “Bila bên guh bidin vî dengî. Ji ber ku deng gelekî hêja ye. Ev deng, dengê wijdan, jin û dayikê ye. Heke dayik tiştekî bibêje divê were bicihanîn. Heke guhê xwe ji gotinên dayikê re bigirin, pêşeroja vî welatî nabe. Em neçar in guh bidin dengê dayikan. Dil û guhê me li cem dayikan e.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya rêveberên ESP’ê dê bi çalakiya nobetê re 3 rojan berdewam bike. 
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 50’yan de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî yên navçeyên Şax û Mîksê û gelek kesan serdana nobetê kirin. 
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
 

Sernavên din

29/01/2024
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin