Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê

  • rojane
  • 10:20 23 Çile 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Mehmet Yarkayê AKP’î ku bi dengên leşker û polîsan weke Şaredarê Şirnexê hate hilbijartin û careke din weke namzet hate nîşandan, di pêvajoya 5 salan de şûna pirsgirêkên rê û avê yên bajêr çareser bike, tenê “Bîrdariya Komarê” çêkir. 
 
AKP’a ku beriya hilbijartinên herêmî gelek leşker û polîs weke “hilbijêr” veguhestin bajarên bakurê Kurdistanê, namzetên gelek bajaran aşkere kirin. AKP’a ku di hilbijartinên 2019’an de bi “hilbijêrên hatin veguhestin” Şaredariya Şirnexê bi dest xist, careke din Mehmet Yarka weke namzet aşkere kir. Li Şirnexa ku di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an de 32 hezar hilbijêr lê hebûn, ev hejmara di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de derket 40 hezarî. AKP’ê kesên ji Çanakkale, Trabzon, Rîze û Osmaniyeyê 8 hezar kes weke “hilbijêr” veguhestin Şirnexê. Li bajarê ku “hilbijêr lê hatin veguhestin” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 11 hezar û 194 deng, AKP’ê 19 hezar û 718 deng wergirtin. 
 
Avahiyên TOKÎ’yê ku li 8 taxên di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê adara 2016’an de hate îlan kirin de di encama êrişên dewletê de ji holê hatin rakirin hatine avakirin, weke malzemeyê hilbijartinê hate avakirin. Avahiyên TOKÎ’yan ku fîrmaya bi navê MAY a aydê Mehmet Yarkayê di hilbijartinên 2019’an de namzetê AKP’ê bû çêkirin, veguherandin amûra gefê. Amirên mulkî yên bajêr bi ser avahiyên TOKÎ’yan bi gotinên “Heke em hilbijartinê winda bikin, em ê malan bi mûçeyeke di navbera 50 û 100 hezar lîreyan bidin we” gef li gel xwaribûn. Her wiha bi daxwaza Yarka yê namzetê AKP’ê belavkirina avahiyên TOKÎ’yan ku îhaleya çêkirina wan wergirtibû, taloqî piştî hilbijartinên hatin kirin. 
 
DI 5 MEHAN DE 8 HEZAR Û 343 ‘HILBIJÊR’ HATIN VEGUHESTIN 
 
Li Şirnexa ku beriya hilbijartinê dî sa bi “hilbijêrên veguhestî” bû rojev, AKP’ê careke din Mehmet Yarka weke namzet nîşan da. AKP’a ku careke din polîtîkayên xwe yên di sala 2019’an de pêk tîne, di 5 mehên ji 14’ê gulanê û vir ve de 8 hezar û 343 “hilbijêr” veguhestin. Ji van hilbijêran 4 hezar û 368 li avahiyên di nava 23’yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînor a Cendermeyan de hatine qeydkirin. 
 
XWEDIYÊ ÎHALEYÊN GIRTÎGEH Û TOKIYAN 
 
Mehmet Yarkayê ku AKP’ê cara duyemîn kir namzet, ewilî di hilbijartinên 2004’an de ji partiya desthilatê bû namzet. Yarka yê hilbijartinên herêmî yên sala 2004’an winda kirin, piştî salekê bi Şîrketa Bazirganî û Senayiyê ya Endezyarî, Şêwirmendî Teahut û Înşaetê ya MAY’ê (MAY Înşaet) ku navenda wê Enqere ye ya bi malbata xwe re ava kir, dest bi wergirtina îhaleyan a ji dewletê kir. MAY Înşaeta ku girtîgeh û avahiyên TOKI’yê ava kirin, li gelek bajaran îhaleta înşaeta stadyûman wergirt. MAY Înşaeta ku wergirtina îhaleya Karê Çêkirina Merheleya 1’emîn a Qada Veguherîna Bajarvaniyê ya Hekîmbaşi ya li Umraniya Stenbolê ku bihayê wê milyarek û 297 milyon û 773 lîre ye hate rojevê, herî dawî li Hatay a di erdheja 6’ê sibatê ya navenda wê Mereşê de hilweşîneke mezin lê çêbû, îhaleya “Karê Çêkirina 500 avahiyên Erdhejê yên Çoltarê yên Merheleya 2’yemîn” wergirt. 
 
 
MAY Înşaetê ji sala 2011’an ve di 12 salan de 18 îhale wergirtin. Şîrketa herî zêde ji TOKÎ’yê îhaleyan werdigire, her wiha ji Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Karên Avahiyan û Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê jî gelek îhale wergirtin. 
 
Hin îhaleyên cemaweriyê yên dane MAY Înşaetê wiha ne: 
 
- Girtîgeha Qeyseriyê 
 
-Girtîgeha Afyonê
 
- Projeya Doc’s Vadî - Enqere
 
- Projeya 977 Avahiyên Komî - Xarpêt 
 
- Stadyûma Dîlokê  
 
- Stadyûma Akhîsarê - Manîsa 
 
- Balafirgeha Colemêrgê 
 
- Deriyê Sînor ê Sarp - Artvîn
 
- Şirnex 820 Avahî 
 
- Şirnex 401 Avahî - navçeya Cizîr a Şirnexê 
 
- Mêrdîn 542 Avahî 
 
ŞÛNA JI GEL RE XIZMETÊ BIKE BÎRDARIYA KOMARÊ ÇÊKIR
 
Yarkayê ji cemaweriyê îhaleyan digire, li Şirnexa ku bi “hilbijêrên veguhestî’ weke şaredar hate hilbijartin, di pênc salên derbasbûyî de pirsgirêkên ragihandin û avê çareser nekirin. Li bajarê ku rêyên wê veguherîne çalan, binesaziya bajêr hate asta têkçûnê. Şaredariya di bin rêveberiya Yarka yê AKP’î de ji cenderme, miduriyeta polîsan û saziyên din ên fermî re dixebite. Yarka yê pirsgirêkên binesazî û ragihandinê çaresernekirin, herî dawî di sedsaliya damezrandina Komarê de bi 950 hezar lîreyan bîrdariyek çêkir. 
 
LI AVAHIYA ŞAREDARIYÊ FERZKIRINA LÊGERÎNÊ 
 
Sicîla Yarka yê AKP’î gelek zêde ye. Yarkayê şûna pirsgirêkên gel çareser bike polîtîkayên anîna li hemberî hev dimeşîne, herî dawî di ketina avahiya şaredariyê de X-Ray li endamên meclisa şaredariyê yên HDP’î ferz kir. Endamên meclisa HDP’ê yên bertek nîşanî vê yekê de ji aliyê endamên meclisa şaredariyê yên AKP’î ve bi gotina “Tu hevalekî ciwanî dê ji te re bibe heyf” gef lê hatin xwarin. 
 
ÇALAKIYA XWENDEKARAN A LI DIJÎ VEGUHESTINÊ 
 
Di serdema Yarka yê AKP’î de, pirsgirêka veguhestina nava bajêr veguherî krîzê. Gel bertek nîşanî kêmasiya wesayîtên veguhestina nava bajêr dikin, zemên li heqê wan hatin kirin dan. Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê ya di derketina bajêr de ye, bi armanca pirsgirêkên dijîn şermezar bikin, bi rojan li ber avahiya zanîngehê çalakî li dar xistin. 
 
BI HÎBEYA WEZARETÊ ŞOVA HILBIJARTINÊ KIR
 
AKP’a beriya hilbijartinên herêmî kete nava liv û tevgerê, hîbe da Yarkayê 5 sal in xizmetê nake re. Serokatiya Stratejî û Budçeyê ya Serokkomariyê û Wezareta Guhertina Avhewa û Derdor û Bajêrvaniyê beriya hilbijartinê ji bo kirîna wesayîtan 21 milyon lîre ji şaredariyê re şandin. Piştî ku Yarka bi wesayîtên kirî şova hilbijartinê kir, Serokkomariyê û wezareta têkildar, derbarê bikaranîna pereyan a ji bo kirîna wesayîtan belge xwest. 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

29/01/2024
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin
16:32 Ji bo girtiyan lîstika ‘Mirin di Xewê de bû’ hat lîstin
15:40 ŞanoWanê bernameya xwe ya meha sibatê eşkere kir
15:38 Li Şirnexê dayikeke 65 salî hate girtin
15:09 Di 11 salan de 671 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
14:58 Meha 145’emîn a Komkujiyê: Roboskê ezmûna dewlet û îktîdarê ye
14:47 Greva birçîbûnê ya li Enqereyê di roja 4’an de didome
14:37 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê êrişa li dijî dêrê şermezar kirin
14:15 Li gelek bajaran nivîsên ‘Rabe’ hatin nivîsandin
13:22 Li Sariyerê li dijî dêrê êriş hat kirin: Kesek mir
12:45 Di operasyona li dijî Kampa Holê de DAIŞ’iyek hate girtin
11:51 Ji ber berfê li Erziromê rêya 517 gundan hate girtin
10:56 Tevî ‘biryara sekinandinê’ jî mala wî hate hilweşandin
10:40 Namzetê AKP’ê yê Amedê ji bo tepsiyek simîdan 100 TL da: Tu vî pereyî naecibînî ha!
10:21 Hevserokên bajaran ên DEM Partiyê civiyan
10:12 Pratîka qeyûm a li Êlihê: Dijminatiya li kurdî û tayînên derusûlî
09:26 Meteorolojiyê ji ber barînên zêde hişyarî kir
09:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘Kobanê’ derçû
09:10 Li Çûkûrovayê 63 girtiyên nexweş ji ber nêzîkatiyên xirab dermankirinê qebûl nakin
09:09 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbarên heyî jê da ber firotinê
09:02 Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê
09:01 Girtiyên siyasî 63 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 96 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2024’AN
27/01/2024
21:51 Li Swîsreyê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ didome
21:47 Nûçegihanê MA'yê Altintaş careke din hat binçavkirin
20:19 Nûçegihanê me Altintaş hat berdan
18:30 Li nûçegihanê me Altintaş xistin
17:38 Nobeta Edaletê: Em ê teqez faşîzmê hilweşînin
17:16 Hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
16:32 Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû: Diyanet xizmeta henêfiyan dike
16:14 Prz. Ozturk: Êdî peyva ‘tecrîdê’ jî hatiye asta ku bê tecrîdkirin
15:52 4 girtî sewqî Girtîgeha Kurkçulerê hatin kirin
15:42 Xizmên windayan: Taniş û Denîz ên li qereqolê winda bûn li ku ne?
15:21 Di hilbijartinên herêmî de cihên partiyan ên li ser pisûleyên dengan diyar bûn
15:02 Salar: Cihê ku Tirkiye hatiyê koalîsyona ‘sêva sor’ a bi rengê kesk hatiye boyaxkirin e
14:37 Cezayê hepsê yê Seroka TTB'ê Fîncanci erê kirin
14:26 Riyên 806 jîngehên li Colemêrg û Wanê hatin girtin
14:06 Dayikên Şemiyê faîlên Akar ê bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn
14:04 Şaredariya AKP’î wesayît neda cenazeyê jina pîr
12:07 Konferansa Demokrasiya Xwecihî dê li Stenbolê were lidarxistin
11:11 Hevserokê DAD’ê Kete yê di Konferansa Îslama Demokratîk de axivî: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin
10:26 Malpera Xwebûnê hate astengkirin
10:23 Turkoglû: Me zend û bend hildan em tên şaredartiya jinan ava bikin
10:18 Qedexeya Çiyayê Gabarê 15 roj din hate dirêjkirin
09:58 Nûçegihanê me Altintaş hate binçavkirin
09:56 Tum ê OHD’î: Divê Girava Îmraliyê ji kontrolkirinê re bê vekirin
09:18 Li Îzmîrê bi pileya 5.1 erdhej çêbû
09:16 Serokê Giştî yê TÎHV'ê Bakkalci: Li Îmraliyê pergaleke înfazê ya pir cuda tê sepandin
09:14 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gel bê pere û bi zimanê dayikê tê dermankirin
09:10 Dîmenên ku gava polîs milê parêzer dişikînin derketin holê
09:06 Girtiyên siyasî 62 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:05 95 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Deynê qeyûmê Wanê 3 milyar TL'yî derbas kir
09:01 Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Canpolat: Ji bo çareseriyê tev li meşa me bibin
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN
26/01/2024
22:30 Dadgeha Erziromê malpera webê ya Rojnameya Xwebûnê asteng kir
22:09 'Qral û Travîs' Li Amedê derket pêşberî şanohezan
18:36 Der barê nûçegihanê Rojnameya Yenî Demokrasiyê Çita de biryara berdanê
18:18 Li Îzmîrê li hemberî welatiyê ku muzîka kurdî guhdar dikir tundiya notirvanan
17:53 Girtiyê nexweş gava li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat berdan
17:13 Nobeta Edaletê: Berxwedana me dê bidome
16:33 Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ji bo Xezayê biryara tevdîra îhtiyadî da
15:05 ESP’iyên tev li Nobeta Edaletê bûn: Em ê tecrîdê rakin
14:58 Baroya Amedê: Li girtîgehê îşkence li zarokên keç hate kirin
14:32 Li qada gaza xwezayî ya li Silêmaniyê hilberîn rawestiya: Mal bê ceyran man
14:20 Di doza Gulistan Doku de giliyê waliyê demê Sonel hate kirin
14:04 DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin
13:28 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin 26 hezar derbas kir
12:22 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:02 Li Hezroyê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
11:45 ‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’
11:28 Dê di 1’ê Sibatê de ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê dike |
10:56 Ji Meterolojiyê ji bo 31 bajaran hişyariya berfê
10:55 Amediyan bertek nîşanî zeman dan: Çav berdane pariyê nanê me
10:38 Ji Rêwîtiya Azadiyê re bang: Azadiya Abdullah Ocalan mijareke jiyanî ye
10:16 Derheqê nûçegihana me Durgut û 17 jinan de doz hate vekirin