Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû

  • rojane
  • 09:56 23 Çile 2024
  • |
img

STENBOL - Endamê MYK’a DEM Partiyê Onur Hamzaoglû diyar kir ku pêşhilbijartin yek ji mînaka demokrasiya yekser bû û wiha got: “Di siyaseta Tirkiyeyê de tiştekî nû bû. Armanca me ew e ku ji hêla dîroka siyasî ya cîhanê ve guherînên bingehîn pêk bînin.” 

Amadekariyên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê berdewam in. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê, di 13-14’ê çileyê de sindoq danîn. Delegasyon, ji endam û rêveberên partiyê, ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatiyan pêk dihat û li gelek navendan namzet hilbijartin. DEM Partî xebatên xwe yên ji bo diyarkirina namzetên li rojavayê Tirkiyeyê jî didomîne. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ê DEM Partiyê, Onur Hamzaoglû têkildarî girîngiya hilbijartinên rêveberiya herêmî û stratejiya partiyê axivî. 
 
PÊVAJOYÊN XWEREXNNEKIRINÊ
 
Hamzaoglû, diyar kir ku piştî encamên hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê, di çarçoveya rexneyên girseya wan de dest bi pêvajoya xwerexnekirinê kirine û wiha got: “Ev yek, destpêka pêvajoya demokrasiyê bû. Raporên van civînên bi gel re hatin amadekirin û nîşaneyên stratejiya ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de bikeve meriyetê jî derketin holê.”
 
DEMOKRASIYA YEKSER
 
Bi domdarî Hamzaoglû anî ziman ku pêvajoya xwerexnekirinê ji bo pêşketina DEM Partiyê encamên girîng bi xwe re anî û wiha domand: “Pêşhilbijartin jî yek ji van encaman bû. Pêşhilbijartin, di dîroka Tirkiyeyê de tiştekî yekemîn bû. Li gorî lêkolînên me, di dîroka siyasî ya cîhanê de jî mînaka vê tune ye. Ev gav, mînakeke şênber a demokrasiya yekser bû. Şêweyeke rêveberiya ku xwe yekser dispêre vîna gel. Demokrasiya yekser, ji bo kevneşopiya DEM Partiyê pir girîng e. Heke hûn li metnên hilbijartinên 2023’yan binêrin, dibînin ku demokrasiya şoreşger ji xwe re kiriye stratejiya bingehîn. Armanca wê ew e ku guherînên biwesf bi xwe re bîne. DEM Partiyê bi pratîka pêşhilbijartinê re nîşan da bê ka demokrasiya yekser çi ye. Lewma li gorî min divê weke mîhrîncanekê bê pîrozkirin.” 
 
BI DEHHEZARAN KES ÇÛN SER SINDOQAN
 
Di berdewamê de Hamzaoglû ev tişt anî ziman: “DEM Partî li ser fikirî bê ka pêşhilbijartin dikarin çawa bên lidarxistin. Tevî hemû zehmetiyan jî pratîkeke serkeftî hatiye raberkirin. Bi nûnerên 81 rêveberiyên herêmî re biryar hate dayîn û bi dehhezaran kes çûn ser sindoqê. Ev kes jî endamên partiyê, delege, kesên di hilbijartinê de ji hêla partiyê ve hatine peywirdarkirin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên sendîkayan û hwd. bûn. Anku her kesên li wê herêmê cih digirin. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo pêşhilbijartinan hebû. Di halê hazir de tevahiya îradeyê dewrî herêman hatiye klirin. Wan bi xwe biryar dan bê ka dê kî wan birêve bibe. Li dijî îktîdara ku îradeya gel xesp dike, gel got; ‘îradeya me di pêşhilbijartina me de ye.’ Bi rastî jî çûn ser her sindoqê. Aliyê herî girîng ê vê pêvajoyê ew bû ku veguherî piştevaniyeke xurt. Tevahiya şandeyan piştî encaman gotin; ‘belê namzetê/a me ya rast ev e.’”
 
PEYAMA DAYÎN ÎKTÎDARÊ 
 
Hamzaoglû got ku divê îktîdar wateya van pêşhilbijartinan baş fêm bike û wiha pê de çû: “Divê dewlet vê bibîne; ev pêşhilbijartin, bersiva li dijî tayînkirina qeyûman bû. Anku gel xespkirina vîna xwe red dike. Gel bi xwe nûnerên xwe hilbijartin û gotin; ‘namzetên me ev in.’ Namzet ji hêla gel ve hatin erêkirin û em ê li benda encamên teqez bimînin. Bi pêşhilbijartinê re ji dewletê re gotin; ‘îradeya min ev e, tu nikarî qeyûm lê tayîn bikî.’” 
 
LI ROJAVA LIHEVKIRINA BAJAR
 
Têkildarî stratejiya ji bo bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî Hamzaoglû ev nirxandin kir: “Em ê li gorî stratejiya ‘lihevkirina bajar’ tevbigerin. Em li gel lihevkirina kedkar, xizan, jin, ciwan û nûnerên bajar in. Em dixwazin ew bi hev re biryarekê bidin. Di vê çarçoveyê de em ê bi kes, rêxistinên pîşeyî, sendîka û partiyên siyasî re bên gel hev û namzetê wê herêmê diyar bikin.”  
 
MA / Îbrahîm Irmak 
 

Sernavên din

23/01/2024
16:45 Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:57 Serokê MÎT’ê Kalin çû serdana Bexdayê
13:51 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
13:48 Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:12 Li Amedê dayikek a 83 salî hate binçavkirin
13:09 Pêşhilbijartina bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir
12:55 Bakirhan bang kir: Bi Abdullah Ocalan re biaxivin
12:23 Li wargeha KYK’ê hewldana întîharê
12:19 Hunermend Emel Çîftçî hate berdan
12:03 Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin
11:42 50 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di Nobeta Edaletê de ye
10:20 Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê
09:56 Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû
09:20 Bîlgîn a di greva birçîbûnê de: Dema vîna bi milyonan kesî girtî be mirov dê behsa kîjan çareseriyê bike?
09:06 Muftuoglû: Bi biryara amade re rewşa min a girtî dirêj girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 58 roj li pey xwe hişt
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed zêdetirî 3 meh in agahî nayên girtin
09:03 Ji Sêrtê li dijî tecrîdê banga berxwedanê
09:02 Hevşaredarê Hewagê yê berê Taş sirgûnî Yozgatê kirin
09:01 Rojnameger Çîftçî: Pirsgirêkên girtiyên nexweş nayên çareserkirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN
22/01/2024
19:10 Namzeta jin a Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
17:01 Meşa li dijî komployê li Parîsê dest pê kir
16:51 Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin
15:12 Dan Brown: Azadiya Ocalan ji bo wekheviyê pêwist e
14:49 Hezar û 330 parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
14:48 MKG bi rojnamegerên jin ên li Stenbolê re civîya
14:42 Gardiyanan 6 girtiyên ku silav dan hevalên xwe derb kirin
14:14 DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê
13:29 Destûr nedan girtî biçe merasima cenazayê bavê xwe
13:07 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê man tura duyemîn
11:58 Li peravê Muglayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:33 Temelî: Divê berî her tiştî ji butçeya şer teserûfê bikin
10:31 Di operasyona bertîlê ya Şaredariya Buyukçekmeceyê de 8 kes hatin girtin
09:45 Gelê Hewagê namzetên xwe diyar kir: Em ê bi serbikevin
09:21 Wan bi pîleya 4.0 pêlan hejiya
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê 57 roj in didome
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 90 roj in agahî nayên girtin
09:13 Qeyûmê Amedê gelek neguhêzbar dewr kirin
09:10 Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin
09:07 Şaredarvaniya ku navenda çareseriya civakê ye divê çawa be?
09:05 Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin
09:01 Gelê Botanê: Em dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket
21/01/2024
23:18 Li Mêrdînê jinek hate qetilkirin
21:44 MYK’a KESK’ê diyar bû
21:12 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
18:57 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Serê Salê pîroz kir
17:46 ‘Têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet dê berdewam bike’
17:18 Li Mêrsînê Serê Salê hate pîroz kirin
16:49 Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor têk bir
16:26 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:01 Li 4 bajaran bi daxwaza ‘azadiyê’ Nobeta Edaletê hat lidarxistin
15:26 Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
14:29 Namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê diyar bûn
14:03 Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn
13:41 Di 5 rojan de 6 cenaze li qeraxa Antalyayê hatin dîtin
13:24 Dewleta tirk li Dihokê baregeheke nû ya leşkerî ava kir
13:18 Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
12:37 Li 2 bajaran îtîraza li dijî ‘veguhestina hilbijêran’ hate redkirin
11:51 Balafira Rûsyayê li Efxanistanê ket
11:40 Li du navçeyên Rihayê pêşhilbijartin tê lidarxistin
11:19 Hejmara 47'an a Kovara Jînê derket
10:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê ya li Amedê dest pê kir
10:02 Qeyûman ji bo zarokan tu qad nehiştin
09:28 Xelata Tahir Elçî dan Dayikên Şemiyê
09:27 'Mudaxileyeke azadîxwaz' a li desthilata herêmî ya nêrza: Hevserokatî
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 89 roj in agahî nayên girtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê 56 roj li pey xwe hişt
09:00 Dixwaze bi wêneyên rojnamevanên qetilkirî pêşangehekê li dar bixe
09:00 ‘Dixwazin bi olê qada giştî ji nû ve ava bikin'
09:00 Welatiyên ku tev li pêşhilbijartinê bûn: Ev dîmen nîşaneya tifaq û serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2024’AN
20/01/2024
23:12 Hevserokê DEM Partiyê yê Şêrwanê Bîlgîz jiyana xwe ji dest da
17:52 Li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewagê sindoq hatin girtin
17:49 Nobeta Edaletê rastî eleqeyeke zêde tê
17:05 Li Wanê mirina biguman a zarokekî
17:04 4 girtî ji Bûrdûrê sirgunî Bandirmayê hatin kirin
16:56 Bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştin girtiya siyasî tev li cenazeyê dayika xwe bibe!
16:35 Ji bo girtî Keleş ê 82 salî û astengdar daxwaza berdanê hate kirin
16:22 TJA: Em hêzên pişt sûîqesta Kerkukê baş nas dikin
16:19 Malbatên Windakiriyan ji 4 bajaran bang kirin
16:16 KASED’ê komxebata ‘Di Qada Çand û Hunerê de Têkoşîna Jinê’ li dar dixe
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin
15:22 Dayikên Şemiyê: Daxuyaniya Akşener mikurhatina sûc e
15:04 Rewşa tenduristiyê ya Arslan a 80 salî giran dibe
14:18 Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî Muhafizên Şoreşê yên Îranê kir
14:17 Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre
13:56 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartina sibê were kirin bang kir
13:42 Li Amedê şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
12:58 Bersûcê kuştina Hîcret Canê hate berdan
12:18 Elmas a bi çeka sûîqestê hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:08 Îran: Faîlên êrişa Kirmanê hatin girtin
12:07 DYA û Ingilîstan careke din êrişî Xusiyên li Yemenê kirin
11:50 Pêşhilbijartina DEM Partiyê li 3 navçeyan dest pê kir
11:29 Li Sêrt û Amedê ji bo 2 qadên TPAO’yê biryara îstîmlaqkirinê hate dayîn
10:44 Bihayê lîtreya mazotê 40 lîreyî derbas kir
10:22 Rewşa Nazli ya bi çeka sûîqestê hatiye birîndarkirin giran e