ENQERE - Yek ji çalakgerên Kolana Yukselê ya “Em karê xwe paşve dixwazin" Velî Saçilik, ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ji bo bernamzetiya wekîltiyê serî li HDP’ê da.
Yek ji çalakgerên Kolana Yukselê ya Enqerê ya “Em dixwazin vegerin karê xwe” Velî Saçilik, ji bo bernamzetiya wekîltiyê serê li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da. Saçilik piştî serî li HDP’ê da, daxuhanî da Ajansa me ya Mezopotamya (MA) û got: “Li dijî hemû komkujiyan ezê bêjim ‘Dê aştî û azadî qezenc bike.’ Ji ber vê yekê bûm bernamzet. Ez tu carî nikarim gel zaliman cih bigirim. Divê ez nîşan bidim ku em li dijî wê derbikevin. Ji bo bertekên hevpar ên çepgir, sosyalîst, bindest û hemû gelan binim ser ziman, min xwest bernamzetiya xwe danim.”