AMED - Nûçegihanên Jinnewsê Durket Suren û Nurcan Yalçin ên piştî hatin binçavkirin û berdan, ji ber ku polîs bi telefonê li wan geriyan, gef li wan xwarin û sîxurî li wan ferz kirin, serî li Kolema Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan û dê gilî bikin.
Nûçegihanên Ajansa Jinê (JINNEWS) Durket Suren û Nurcan Yalçin, piştî di demên cûda de hatin binçavkirin û berdan, polîs bi telefonê li wan geriyan, gef li wan xwarin û sîxurî li wan ferz kirin. Suren û Yalçin ên polîsan sîxurî li wan ferz kirin, serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. JINNEWS'ê ji bo rojnamegerên rastî gef û zextên sîxuriyê tên serî li ÎHD’ê dan û li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek rojnameger û Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Raci Bîlîcî amade bûn. Bîlîcî ewil axivî û destnîşan kir ku di demên dawî de ji ber ferzkirinên sîxuriyê zêde bûye gelek kes serî li komeleyê didin û wiha got: "Êdî ev nêzîkatî bûye ji rêzê. Sîxuriya li ser çapemeniyê û bi taybetî jî li ser rojnamegerên jin tê ferzkirin, binpêkirinek cîddî ye. Emê bi rojnamegeran re biçîn Serdozgeriya Komarê û serlêdana sûc bikin.”
‘POLÎS SÎXURÎ FERZ KIR’
Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren a di 1’ê Gulanê de ji bo şopandina nûçeyê çû navçeya Lîcê ya Amedê û hat binçavkirin tiştên dibin çavan de û dûre jiyan vegot.
Haber takibine gittiği Diyarbakır’ın Lice ilçesinde, 1 Mart günü gözaltına alınan ve çıkarıldığı mahkemece ‘denetimli serbestlik’ ile serbest bırakılan Jinnews muhabiri Durket Süren, gözaltında ve sonrasında yaşadıklarını anlattı.
Suren, diyar kir ku gava dibin çavan de bû, dibin navê “Sohbetê” de sîxurî teklîfê wê kirin û wiha axivî: “Piştî dadgehê bi şertê kontrolê ez berdam, polîsan di demên cûda de bi telefonê li min geriyan û sîxurî li ser min ferz kirin. Kesên li min geriyan gotin ew di Wezareta Karê Hûndir de dixebastin. Ji min re gotin “Em dixwazin nebza gel ji te fêr bibin.’ Min ji wan re got ez naxwazim bi we re bi axivim. Li ser vê yekê kesê xwe weke ‘Cîhan’ da bû nîşandan, xwe bi ser min de hirs kir û dengê xwe bilind kir û bi got ‘Em dizanîn tu li ku derê dixebitî. Gelo tu ji Qendîlê fermanan digirî?’ ez sûcdar kirim. Dûre ji min re gotin ‘Ger tu bi me re bibî alîkar, emê jî ji bo te bibin alîkar?’ Ligel ku min ji wan re got ‘tiştekê bi were parve bikim tuneye jî,’ hîna jî li min digerin.”
Suren, da zanîn ku ji ber gef û tacîzên zêde bûn, serî li ÎHD’ê dan û dê dûre biçin Serdozgeriya Komarê ya Amedê û serledan sûc bikin.
'ROJNAMEGERÎ NE SÛCE'
Nûçegihana Jinnewsê Nurcan Yalçin jî, diyar kir ku di fersendê de hikûmet behsa ewlekariyê dike, lê ew nikarin rojnamegertiya xwe dinava ewlekariyê de bikin.
Yalçin, anî ziman ku bi hevalên xwer rastî heman zextan tên û wiha got: “4’ê Gulanê gava dibin çavan de bûm, polîsan bi hinceta ‘sohbetê’ ez kirim odeyekê û sîxurî li ser min ferz kirin. Em rojnamegerin û rojnamegerî ne sûce. Em rojnamegertiyê dikin.”
Parêzer Pîrozhan Karali jî, anî ziman ku vê yekê ne tenê li ser rojnamegeran li ser hemû kesan ferz dikin. Pîrozhan, da zanîn ku divê dadger û dozger erka xwe û tişta pêwîst bi cih bînin.