STENBOL – Rojnameger Îshak Karakaş û 8 kesên din ên li ser hesabê xwe yên medya civakî li dijî operasyona Efrînê peyam parve kirin dihatin darizandin, hatin berdan.
Di 20’ê çileya 2018’an de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên OSO yên di bin banê wê de li dijî Efrînê dest bi operasyonê kiribûn. Operasyona li dijî Efrîne bû sedema nerazîbûna gel û rojnameger, siyasetmedar, rewşenbîr û hemû beşên civakê. Rojnameger Îshak Karakaş û 8 kesên din jî bi boneya li dijî operasyona Efrînê di hesabên xwe yên medya civakî de peyam parvekirin, hatibûn girtin, îro derketin pêşberî dadgehê. Karakaş û 8 kesên din di danişîna ewil a dozê de hatin berdan. Danişîn li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. 9 kes û parêzerên xwe li danişînê amade bûn.
Piştî parastina parêzer û bersûcan, heyeta dadgehê der barê Îshak Karakaş, Abdullah Yeşîlbagdan, Yucel Uney, Yaşar Yilmaz Altunbîlek, Omer Karakurt, Tarzan Artan, Murat Demîr, Cevdet Taş û Ahmet Alaç de biryara berdanê da.
Heyeta dadgehê danişîna dozê taloqî 18’ê îlonê kirin.