AMED - Di danişîna doza 44 kesên 23’ê jê girtî yên di dema pevçûnan de ji Sûrê hatin derxistin de rageşî derket. Serokê dadgehê ji bo parastin û îtîrazên parêzaran aciz bû û got: “Min aciz nekin. Hûn bêhna mirovan teng dikin” û derbarê parêzerekê de jî serlêdan sûc kir.
Doza 44 kesên, 23’ê jê girtî yên di dema pevçûn û qedexeyên derketina derve de ji Sûrê di mehên Sibat û Adara 2016’an de hatin tehliyekirin û bi sûcdariya “Endamê rêxistinê” û “Yekîtî û hevgirtina dewletê xera kirin” tên darizandin dest pê kir. Ji bo 44 kesan ji 7.5 salan, heya muebata giran cezayê girtîgehê tê xwestin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê hat dîtin, parêzer, malbat, kesên girtî û hin kesên serbest beşdarî dozê bûn. Hin girtiyên di girtîgehên cûda de jî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.
GOTINA GIRTIYÊ ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ ŞERMEZAR KIR, BIRÎN
Dozger, bi sûcdariya “Yekîtî û hevgirtina dewletê xera kirin” û “Berpirsiyarên cemawerî kuştin” xweset Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdîanameyeke din amade bike û ji bo vê yekê serlêdana sûc bê kirin. Dozger, xwest ku biryara girtinê ya girtiyan berdewam bike.
Dûre Yunus Ozak ê bi Kurdî parastin kir û wiha got: “Ez tecrît û êrîşên li ser Rêber Apo şermezar dikim. Bi rêzdariyek mezin bejna xwe li ber biranîna şehîdên Gulanê Hakî Karer û Denîz Gezmîş ditewînim. Ez êrîşa faşîzane ya li dijî Efrînê şermezar dikim.” Li ser vê yekê şandeya dadgehê parastina Ozak di nivî de qût kir. Hemû girtiyên din yek bi yek li dijî mutaleyê mafê axaftinê girtin û mutale red kirin û gotin: “Nêzî 2 salene em girtî, êdî em tehliya xwe dixwazin.”
Gava Parêzer parastin dikir, ji ber ku polîsê parastinê bi telefonê wêneyên kesên di danişînê de kêşan, rageşî derket. Serokê Dadgehê bangî polîs kir û li telefona wî nêrî û ji girtiyan re got “Zilam wêneyê xwe kêşandine.” Girtiyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Ger wêneyê xwe kêşan dibe çima berê flaşê dide me?”
DERBARÊ PARÊZER DE SERLÊDANA SÛC KIRIN
Şandeya dadgehê piştî parastinan biyara xwe ya navberê daxuyand, derbarê Baran Aslan, Ahmet Karatay, Sînem Ateş, Burhan Balta, Îhsan Bîter, Helîn Yapici, Îhsan Karatay, Mehmet Şîrîn Kaya, Umît Ozkan, Mehmet Yakoglu, Yunus Ozak, Mesut Akgul, Sedat Nurîoglu, Yusuf Boz, Omer Atalay, Dilşad Şengul, Mehmet Çoreşoglu, Rîhan Kavak Ozbek, Mahsun Saruhan, Ekrem Karatay, Mehmet Şîrîn Arat, Metîn Karadogan û Mehmet Salîh Ateş biryara girtina wan berdewam bike da. Şandeya dadgehê di heman demê de bi hinceta gotinên parêzer Abdulhadîn Yasul ên “Muwekîlê min esîr girtiye” biyar da ku serlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bê kirin.
Heyeta dadgehê daxwazên girtî û parêzeran red kir û doz taloqî 25’ê Îlonê kir.