AMED – Dozek din a der barê namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş de ku vebû bi hinceta “ewlehiyê” ji Amedê neqlî Enqereyê kirin. Dozên ku Demîrtaş dê jê bên darizandin li Amedê neman.
Namzetê HDP’ê yê Serokomariyê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê ragirtîne di 9’ê îlona 2015’an de li Amedê têkildarî “qedexeya derketina derve” ya li Cizîra Şirnexê axivîbû. Bî îdiaya Demîrtaş “Hikumeta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz lê hatibû vekirin û heta du salan ceza jê re tê xwestin. Danişîna 3’yemîn a dozê hat dîtin.
Doz li 7’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin û Demîrtaş û parêzerên wî tev li nebûn.
Dadgehê vê dosyeya Demîrtaş jî neqlî Dadgeha Cezayê Asliye ya Nobedar a Enqereyê kir. Bi vê neqlê re dozên Demîrtaş jê tê darizandin li Amedê neman.