Girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab hatin

  • rojane
  • 16:15 18 Çile 2024
  • |
img
STENBOL - Li gorî “Rapora Şopandina Grevên Birçîbûnê” ya Şaxa OHD’a Stenbolê; girtiyên ketin greva birçîbûnê rastî muameleya xerab û gefan hatin, cezayên disiplînê lê hatin birîn û pirtûk û lênûsên wan hatin desteserkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê “Rapora Şopandina Grevên Birçîbûnê” ku piştî serdana girtîgehên li Herêma Marmarayê amade kiriye, bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn. Rapor, ji hêla endama Komîsyonê Eda Onal ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” hate vekirin. Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) Dîlek Sonmez jî tev li daxuyaniyê bû. 
 
Endama Komîsyonê Eda Onal diyar kir ku ew çûne serdana girtîgehan û wiha got ku daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, bikare mîna her girtiyekî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û destûr bê dayîn ku bikare mafên xwe bi kar bîne. 
 
Bi domdarî Onal anî ziman ku girtiyan xwestine ku tecrîd û muameleya xerab a li girtîgehan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin. 
 
Onal, da zanîn ku grevên birçîbûnê yên li 14 Herêma Marmarayê berdewam in û ev agahî parve kir: 
 
“Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê: Li girtîgehê bi giştî di navbera 30-35 girtî hene û hat diyarkirin ku dê 10 girtî bi awayekî dorveger bikevin greva birçîbûnê. Hat destnîşankirin ku her roj bi awayeke birêkûpêk rêveberiya girtîgehê tansiyon û nebza girtiyên ketine greva birçîbûnê kontrol dike. Her wiha hat gotin ku îdareya girtîgehê vîtamîn û îaşeyan dide. Girtiyên ku greva wan bi dawî bûn gotin ku bernameyeke taybet a diyetê nehatine cîbicîkirin. 
 
Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê: Hat ragihandin ku 4 girtî bi awayekî dorveger ketine greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan. Hat gotin ku derheqê girtiyên ketine greva birçîbûnê lêpirsîna disiplînê hatiye vekirin û ceza lê hatiye birîn ku mehekê tev li çalakiyan nebin. Her wiha hat gotin ku di nava girtiyên ketine greva birçîbûnê de yên di demên berê de ketine çalakiyên grevê yên domdirêj jî hene. Hat destnîşankirin ku îdareya girtîgehê vîtamîn û îaşeyan dide, di dawiya grevê de jî rojekê lapa daye û piştre jî veguherîne xwarinên asayî yên rojane. 
 
‘JI HINEK ÇALAKIYAN BÊPAR HATIN HIŞTIN’
 
Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa F’yê ya bi Ewlekariya Bilind a Tekîrdagê: Li girtîgehê bi giştî 80 girtî dimînin û 4 girtî bi awayeke dorveger dikevin greva birçîbûnê ya 10 rojan didome. Ji 7’ê kanûnê ve jî her 10 rojan carekê komeke ji 3 kesan pêk tê tev li çalakiyê dibin. Hat ragihandin ku rêveberiya girtîgehê li girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo mehekê cezayê ku nekarin tev li hinek çalakiyên civakî bibin birî. Her wiha cezayên disiplînê lê hatiye birîn. Di nava girtiyên ketine greva birçîbûnê, yên di demên berê de tev li grevên birçîbûnê yên domdirêj bûne jî hene. Hat gotin ku rêveberiya girtîgehê vîtamîn û îaşeyan dide û roja piştî grevê jî xwarina diyetê nade. 
 
‘LI FIRNÊ BOREKÊN GERM HENE’
 
Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa L’yê ya Marmarayê: Li vê girtîgehê 8 girtî hene û her 4 girtî 15 rojan carekê dikevin greva birçîbûnê. Hat diyarkirin ku memûrekê girtîgehê bi gotina ‘li firneyê borekên germ hene’ tundiya psîkolojîk li girtiyên di greva birçîbûnê de kiriye. Di nava girtiyên ketine greva birçîbûnê yan jî dê bikevin grevê de yên di demên berê de ketine greva birçîbûnê ya domdirêj jî hene. Hat ragihandin ku girtiyan dibin revîrê û cem psîkolog, şekir û tiştên din tên kontrolkirin, vîtamîn û îaşeyên din tên dayîn lê dema girtî daxwaznameyê dinivîsin tên dayîn û ji bo girtiyên çalakiya xwe xelas dikin jî xwarinên li gorî diyetê nayên dayîn. 
 
MUAMELEYA XERAB A LI DIJÎ GIRTIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa L’yê ya Marmarayê: Li girtîgehê 11 girtî hene. Her 7 rojan carekê komeke girtiyan a ji 2 kesan pêk tê dikeve çalakiya greva birçîbûnê. Hat ragihandin ku piştî destpêkirina greva birçîbûnê, rêveberiya girtîgehê li dijî girtiyan dest bi muameleya xerab û gefan kiriye. Girtiyan hefteyek berê ragihandin ku girtiyên dikevin greva birçîbûnê li hucreyên yekkesî yên ji hev dûr tên ragirtin. 
 
Girtîgeha Hejmar 5 a bi Tîpa L’yê ya Marmarayê: Li vê girtîgehê bi giştî 66 girtî tên ragirtin. Li her odeyê greva birçîbûnê bi komên 2 kesan pêk tê ji bo 10 rojan tê domandin. Hat diyarkirin ku li girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo mehekê cezayê bêparhiştina ji çalakiyên civakî hatiye birîn. Hat ragihandin ku girtiyan her roj dibin revîrê û tansiyon, şekir, kîlo û hwd. tên kontrolkirin û rastî tu muameleyên xerab nehatine. Hat destnîşankirin ku rêveberiya girtîgehê vîtamîn û îaşeyan dide lê piştî grevê xwarina diyetê nade girtiyan. 
 
Girtîgeha Mamarayê: Li girtîgehê 21 girtî tên ragirtin û hat diyarkirin ku dê 9 girtî bikevin greva birçîbûnê û her carê tenê dê yek girtî bikeve grevê. 
 
CEZAYÊN DISIPLÎNÊ HATIN BIRÎN
 
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Li girtîgehê 27 girtî tên ragirtin. Hat diyarkirin ku her 10 rojan carekê dê komên ji 9-10 kesan pêk tên bikevin greva birçîbûnê. Hat destnîşankirin ku piştî ji rêveberiya girtîgehê re hate gotin ku dê grev dest pê bike, rêveberiya girtîgehê dest bi cezayên disiplînê kiriye. Di roja 5’emîn a greva birçîbûnê de 50 gramên xwê, 100 gramên şekirê, kîloyeke lîmonê û vîtamîna B12 hate dayîn. Ji bo girtiyên çalakiya xwe bi dawî dikin jî di roja ewil de şorbeya kartolan, gulol hatin dayîn lê piştre nehat dayîn. 
 
CEZAYÊ QEDEXEYA TEVLIBÛNA ÇALAKIYAN 
 
Girtîgeha Maltepeyê: Li girtîgehê bi giştî 22 kes dimînin. Hat ragihandin ku 9 kesan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan kiriye. Hat destnîşankirin ku li girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo mehekê cezayê qedexeya tevlibûna çalakiyan hatiye birîn. Sê kesên di demên berê de tev li çalakiyên greva birçîbûnê yên domdirêj bûne jî hene. Vîtamîn û îaşeyan didin girtiyên ketine greva birçîbûnê. Piştî çalakiyê jî xwarina diyetê nadin girtiyan.”
 
LÊGERÎN ZÊDEKIRIN, PIRTÛK Û LÊNÛSK HATIN DESTESERKIRIN 
 
Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê: Hate ragihandin ku li girtîgehê 63 girtî hene, 8 girtiyên jin 16 girtiyên zilam bi awayekî bidem û bidorveger tev li çalakiya greva birçîbûnê dibin. Hate ragihandin ku piştî greva birçîbûnê lêgerîn hatine zêdekirin, tiştên weke pirtûk û lênûskan hatine desteserkirin, li dijî kesên tev li greva birçîbûnê bûne lêpirsînên dîsiplînê hatine vekirin, ji aliyê rêveberiyê ve tiştên weke lîmon, şekir û xwê tên dayîn lê ji ber çalakî dem kurt e, daxwaza vîtamînan nehatiye kirin. 
 
Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Kandirayê: Hate ragihandin ku li girtîgehê 32 girtî hene, 10 girtî tev li çalakiya greva birçîbûnê dibin, kesek bidorveger 10 rojan tev li grevê dibe. Girtiyan ragihandin ku derbarê kesên tev li greva birçîbûnê dibin de lêpirsînên dîsiplînê hatine destpêkirin, li odeyan lêgerîn hatine zêdekirin, rojê du caran lêgerîn tên kirin. Di nava kesên ketine an jî dê bikevin çalakiya greva birçîbûnê de 15 girtiyên beriya niha demekî dirêj ketine çalakiya greva birçîbûnê hene. Girtiyan hefteyê 3 caran dibin revîrê û tansiyon û şekira wan tê pîvan, ji aliyê rêveberiyê ve tiştên weke lîmon, xwê û şekirê tên dayîn lê ji ber çalakî dem kurt e, daxwaza vîtamîna B1’ê nehatiye kirin, rêveberiyê xwe bi xwe jî nedaye wan û piştî grevê xwarina diyetê nayê dayîn. 
 
DEMA CIHÊ HEWADARIYÊ DAXISTIN SAETEKÊ 
 
Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Bolûyê: Hate ragihandin ku li girtîgehê nêzî 130 girtî hene, girtî ji bo 5 rojan bi komên ji 3 kesan pêk tên dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger kirine. Hate ragihandin ku bi ser odeya koma ewil dest bi greva birçîbûnê kiriye de girtine, lêgerîn hatiye kirin, hemû tiştên weke nivîs, kovar, pirtûk, name, dokumanên nivîskî û tiştên şexsî haitne desteserkirin, dema cihê hewadariyê yê kesên cezayê hefsê yê muebbeda girankirî wergirtine, ji 4 saetan daxistine saetekê. Hate diyarkirin ku gardiyanan di dema lêgerînê de ji bo malzemeyên xwarinê yên li odeyê bi gotina ‘hûn di greva birçîbûnê de van dixwin ne wisa’ girtî tawanbar kirine, têklidarî her girtiyê ketiye greva birçîbûnê lêpirsîna dîsiplînê hatiye destpêkirin, tiştên weke xwê, lîmon, şekir û avê didin girtiyan lê vîtamîn nedane girtiyên di greva birçîbûnê de. Hate ragihandin ku tevî girtiyekî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir roja ewil daxwaza vîtamînê kir jî roja 5’an vîtamîn dane wî girtiyên ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger, çalakiyê dewr dikin tevî ji bo xwarina diyetê daxwaznameyan didin rêveberiya girtîgehê jî ev daxwaza wan nayê pêşwazîkirin.”
 
‘DIVÊ TECRÎD WERE BIDAWÎKIRIN’ 
 
Onal a ev agahî parve kirin, destnîşan kir ku divê di çarçoveya maf û azadiya bingehîn de ku ji aliyê qanûn, destûra bingehîn û peymanên navnetewî ku Tirkiye alîgira wan e hatiye ewlekirin, polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin û xwest ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. 
 
Onal, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî daxuyaniyên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê birêz Abdullah Ocalan ji 25’ê adara 2011’an ve nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev rewşa tecrîda mutleq li dijî mewzûatên hiqûqa navîn e û li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpêkirina qedexeya îşkence û mûameleya nebaş e. Di nava girtiyên ketine greva birçîbûnê de girtiyên ku beriya niha demekî dirêj ketina çalakiya greva birçîbûne hene. Dema şertên girtîgehê jî li ber çavan hatin girtin, greva heyî ji bo tenduristiya girtiyan xetere ye. Ji ber vê yekê bêyî ku zêdetir girtî rastî binpêkirinên mafan neyên , ji bo tu binpêkirinên mafê jiyanê çênebin greva birçîbûnê were bidawîkirin, divê tecrîda mutleq a li dijî Abdullah Ocalan were bidawîkirin.”
 
SONMEZ: DAXWAZA MALBATAN, DAXWAZA GIRTIYAN E
 
Hevseroka Marmara TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez jî di axaftina xwe de bal kişand ser Nobeta Edaletê ya weke malbatên girtiyan didomînin û wiha got: “Daxwazên malbatan, daxwazên girtiyan e. Ev nobet ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin hatiye destpêkirin. Ji vir weke komele bangeke me heye. Divê Nobetên Edaletê yên hatine destpêkirin hemû civak xwedî lê derkeve. Bi xwedîderketinê em dikarin tecrîdê bişikînin.”
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/06/2024
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin
15:50 Di meha 150’yan a Roboskê de peyama ‘Em ji bîr nakin’
15:36 Parêzerê Ocalan bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî
15:25 Ji Erdogan daxuyaniya ‘em ê bi Esad re mîna berê tevbigerin’
15:05 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 11 kesên din jî hatin berdan
14:48 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe dê li Stenbolê hevdîtinan bike
14:47 Dîmenên nû yên grûba ku gefa kuştinê li jinan xwar derketin
14:02 Ji sedî 38 zem li ceyranê hate kirin
13:30 Li Edeneyê tundiya çawişê pispor: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
13:29 Li Amedê êrişî tenduristvanan kirin
13:06 Tirkiyeyê li Dihokê noqteya kontrolê ava kir û nasnameyan kontrol dike
12:24 Provokatora li ber şaredariyê nas derket
12:01 ‘Tol rakirina Şêx Seîd bi azadiya Rêber Apo watedar dibe’
12:00 Hevşaredarên jin civîna meclisê li Şaxê li dar xistin
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:45 Şaredariya Cizîrê piştî 8 salan dîsa dest bi tûrnûvaya futbolê dike
11:17 Stenbol ji mitînga ‘Em ê re nedin qeyûm’ re amade ye
11:16 Ceyran qet neçûye Kortî!
11:15 Herêma Sefineyê ya dîrokî bi dînamîtan tê tunekirin
11:11 Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan
10:43 Hilbijartina serokkomariyê ya Îranê dest pê kir
10:39 Di doza tecawizkirina zarokê de hincet nayê eşkerekirin!
10:32 Şîrketên ceyranê di bin kontrola karsazên nêzî AKP’ê de ne
09:17 Bertek nîşanî biryara desthilatê ya ji bo meaşê kêmtirîn dan: Desthilat zengînan tercîh dike
09:14 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 215’an de didome
09:06 Rewşa bazaran: Êdî em nikarin ji zarokên xwe re fêkiyan jî bikirin
09:02 TUGVA Dibistana Havînê vedike: Zarokên xizanan hedef tên girtin
09:02 Germiyanî: 600 gundên Başûr di bin metirsiya valakirinê de ne
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:02 Cenazeyê girtiyê nexweş Esen hate veşartin
27/06/2024
23:42 Beştaş: Ji bilî berxwedana li dijî qeyûm wekî din tu rê tune ye
20:15 Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket
18:46 Bêyî birînên wî bên pêçandin cenazeyê girtiyê nexweş radestî malbatê hat kirin
18:39 Denîz Poyraz hat bibîranîn
18:16 Şewata li Farqînê hat tefandin
16:56 Li Girê Spî zarokek hate qetilkirin
16:53 Li ber wezaretê ‘cînayetên jinan’ protesto kirin
16:35 OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Rihayê da
16:31 Cenazeyê endamê HPG’ê 24 roj in li morgê tê sekinandin
16:02 Grûba duyemîn nobeda ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ dewr girt
16:00 Ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ'ê li Mêrdînê dîsa şewat derket
15:56 CPT: Dewleta tirk 300 tank sewqî Herêma Kurdistanê kirin
15:04 Li Aldûşê şewata daristanê
14:58 Dikandarên senayiyê ji walîtiyê re gotin: Ji xetayê vegerin
14:42 Girtî Esen jiyana xwe ji dest da
14:41 Bariş Kiliç piştî 30 salan hat berdan
14:25 Li Îranê du namzetan xwe ji hilbijartinê vekişandin
13:58 Şewata li Mêrdînê ber bi gundan ve pêş dikeve
13:52 Jin: Em ê li djiî feraseta qirker têbikoşin
13:41 Berdana girtiyê ku dibêje ‘ez nepoşman im’ cara 3’yemîn hat taloqkirin
13:32 Doza kovara Modernîteya Demokratîk hat lidarxistin
13:25 Rojnameger Durgut û 17 jinên din beraet kirin
13:07 Qeyûman herî kêm 86 mirovên Ensarîoglû di şaredariyê de girtine kar