STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 753'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahim Bilmez, Faîk Ozgur Erol û Fuat Coşacak, bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 753’an seri li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 753 caran serî li serdozgeriyê dan, lê 752 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", "Keştî xerabe ye", "Personel tune ye", "OHAL heye" hat redkirin.