AMED - Dozger der barê 6 jê girtî 24 kesên ku ji ber beşdarî merasima cenazeyê kalê 70 salî Kamber Morkoç bûn û doz li wan hat vekirin de, rengê kesk, sor û zer sûc hesiband û der barê 24 kesan de ji salekê heta 8 salan ceza xwest.
Welatiyên di 12'e Tîrmeha 2015'an de ji gundê Gundik ê Navçeya Golê ya Erdexanê çûn qada seyranê ya navbera Şenkaya û Gole rastî êrîşa leşkeran hatin. Leşkeran gule berdan dolmîşê û kalê 70 salî Kamber Morkoç jiyana xwe ji dest da û 3 welatiyên din birîndar bûbûn. Di dolmîşê de Morkoç keça Morkoç Harika Morkoç û hevsera wî Emine Morkoç bi saxî xelas bûn. Sabri Morkoç bi giranî birîndar bûbû. Ajokar Altan Akin û welatî Kurtuluş Morkoç sivik birindar bûbûn. Piştî bûyerê 24 kesên tev li merasima cenaze bûbûn doz li wan hatibû vekirin. Niha 6 jê girtî 24 kes tên darizandin. Dozger ji 24 kesan ji salekê heta 8 salan ceza dixwaze. Di navde Aktîvista Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdexanê Taşkın Aktaş û 6 kesên din girtî tên darizandin. Serdozgerê Komarê yê Erdexanê lêpirsîn temam kir û îdîaname amade kir. Dozger bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" û “Gel teşwîkî kîn û nefretê kiriye" ceza xwest.
DOZGER LEŞKER PARAST
Piştî dozger îdîaname amede kir, Dadgeha Cezayen Giran a Errexanê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dozger di îdîanameyê de leşkerê ku Morkoç kuşt parast û îdîa kir ku dolmîş ji aliyê endamên PKK’ê ve hatiye gulereşandin. Dozger parast ku merasima cenazeyê Morkoç kirine “propaganda rêxistinê" û darbest bi rengê kesk, sor û zer ku rêxistinê suiistimal kiriye pêça ye. Dozger dîsa parast ku di wêne de renz û nîşaneyên rêxistinê hatine çapkirin. Dîsa parast ku qanala tv ya ÎMC nûçe çê kiriye û pesnê rêxistinê kiriye.
JI BO 3 HEVOK AXAFTINÊ 8 SAL CEZA TÊ XWESTIN
Dozger, der barê Aktîvîsta TJA Ayla Akat Ata ya di 20'ê Sibatê de li Amedê hat girtin, ji ber axaftinra wê ya "Em dizanin çima hat qetilkirin. Em qatîlan jî nas dikin. Ev hincet bi salan e ji bo dewletê bû sedema êrîşan. Bû sedema înkar û îmhayê. Lê ji bo me bû sedema têkoşînê" û 2 kovarên Jineolojî li mala wê hatin dîtin ji 2 salan heta 8 salan ceza dixwaze.
Dozger axaftina parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Taşkin Aktaş jî sûc dît. Dozger, axaftina Aktaş ya şahiyên 18-19'ê Tîrmeha 2015’an ku li Gundê Haskoyê jî sûc dît. Dîsa dokûmanên HDP'e yên li mala Aktaş hatin dîtin jî wekî delîlê sûc dît.
KESK SOR Û ZER SÛC DÎT
Dozger, rengê kesk, sor û zer ên di serdegirtina malan de hatin dîtin wekî delîla sûc hesiband. Dozger parast ku bi van rengan “rengên kesk, sor û zer ên ji aliyê rêxistinê ve hatine suiistimalkirin" û wekî “propaganda rêxistinê" hesiband.
Dozger, parast ku bersûcên girtî Ayla Akat Ata, Taşkin Aktaş, Şafak Ozanli, Ergun Koç, Yaşar Kaya û Kurtuluş Morkoç, di merasima cenaze de “propaganda rêxistdinê kirine" û “Gel teşwîkê kîn û dijminantiyê kirine" û sûc kirine.
Yekemîn danişîna dozê dê di 30'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê bê dîtin.
MA / Deniz Tekin