AMED - Li ser rêya Karaza Amedê qemyon li otobusa şaredariyê qelibî û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Qemyon li otobusa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya diçû navçeya Karaza Amedê nêzî gundê Kendeş, qelipî. Otobus ji rê derket û di nava zeviyê de rawestiya. Piştî qezayê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Di otobusê de kes tune bû û ajokarê otobusê bêyî ku birîndar bibe, ji qezayê bi saxî xelas bû.