XUTA - Komên Çekdar ên ji sala 2011'an ve xwe di bin baneyê DAIŞ'ê de li Rojhilatê Gûtayê bi rêxistin kirin, di nava 7 salan de Xuta talan û wêran kir. Di 2 salên dawî de şer zêde bû û di şer de li nava Xutayê Hezar û 600 sivîl hatin kuştin. Piştî Rûsya û Tirkiye li hev kir, 41 hezar û 480 komên çekdar ên Xutayê talan û wêran kirin, bi malbatên xwe re li Efrînê tên bicihkirin.
Li Sûriyeyê bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê re ji bo guhertina demografiyaya heremên cûr bi cûr hewldan berdewam berdewam in. Rojhilatê Xûtayê ku bi firehbûna 315 km kare dikeve çargoşeya sê aliyên Rojhilat, Rojava û Başûrê Şamê, bi xweza û çandiniya xwe ya dewlemend tê naskirin. Bi salan e ji ber çemên biçûk ên di gundewar, bajarok û navenda Gûtayê re derbas dibin, bi xweşikbûna xwezaya xwe bû navenda turîstan.
BERHEMÊN DÎROKÎ YÊN DI PARASTINA UNESCO DE REVANDIN STENBOLÊ
Rojavayê Xûtayê ku ji Rewbê despê dike, Mezê, Kefer Sûsê, Dareya, Keswê û Mi’edemiyet heta digihêje Şamê, çemê E’wec derbas dibe û ev yek dibe sedema dewlemendiya xwezayê, darên fêkî û çandiniya sebzeyan. Di heman xetê de gir, gor û pîrozgehên dîrokî yên wek e Girê Mirc ku li bajaroka Hoş El Rihaniyê ye, pîrozgeha Ebûmislim El Xolanî û pîrozgeha Ebû Silêman Eldaranî li herêma Dariya, pîrozgeha Ebdilah bîn Of li herêma Mi’êdemiyet El Şam û Mizgefta El Miqdad bîn El Eswed jî li herêma Bipêla dikeve ye. Ji navenda Xûtaya Rojhilat a bi nave Dûma dirêj dibe heta ku digihêje Zemelka, Ceremana, Melîha, Eqreba, Hizê, Kefer Betna û Erbîn, weke Girê Salihiyê, Girê Reş (Eswed), dîsa pîrozgeha Seyîda Zeyneb li başurê Şamê dikeve, Gora Sehabet Mudrîk bîn Ziyad El Ferazî, li herêma Berzê pîrozgeha Îbrahîm El Xelîl, li herêma Seqba jî gora Sehabî Ebdulah bîn Selam, li Melîha jî gor û pîrozgeha Sehabî Sed bîn Ubada û li Ceremana jî pîrozgeha El Xidir heye.
211 BERHEMÊN DÎROKÎ JI XUTA REVANDIN STENBOLÊ
Hat destnîşankirin ku şûnwarên dîrokî ku bernamzetiya parastina UNESCO’yê de ne, di sala 2013’an de komên DAIŞ’ê û piştre jî komên çekdar ên din jî heta niha 211 berhemên dîrokî yên ji 15 cihên pîrozgehan revandine û di ser Hatayê de birine Stenbolê û hatine firotin. Her wiha bi taybetî di şer û pêvçûnên 2 salên dawî yên di navbera komên çekdar ên girêdayên Tirkiye(yê), Siûdî Erebîstan û dewletên cûr bi cûr û rejîma Sûriyeyê de gelek heremên çandiniyê hatin xirabkirin, wêrankirin û êdî çandinî û sewalvanî jî hate ber tunebûnê.
HEMÛ KOMÊN ÇEKDAR ÊN LI XUTAYÊ BERMAHIYÊN DAIŞÊ NE
Di destpêka şerê Sûriyeyê yê Adara 2011’an de gelên herêma Xûta li dijî rejîmê rabûn, peyder pey komên çekdar di bin nave(ê) Opozisyona Sûriyê de xwe bi rêxistin kirin. Di nava demê de li heremê DAIŞ derket pêş û di sala 2013’an de bi çalakiyan gelek komên biçûk hêdî hêdî tevlî DAIŞ’ê bûn. Li ser vê yekê hat gotin ku Rejîm jî li ser heremê di hêla aborî-bazirganiyê de ambargo daniye ser ketin û derketina heremê. Di hêla leşkerî de jî dorpêç kir. Hêzên artêşa Rejîmê di tîrmeha 2014’an de di bin navê DAIŞ’ê de operasyonek li dijî komên çekdar pêk anî û ev yek jî bû sedem ku gelek berpirsiyarên (emir) DAIŞ’ê û komên din ji heremê derkevin. Hat ragihandin ku piştî vê operasyonê jî DAIŞ bi taybetî li heremên Merc, Eyn Terma û Cober şaneyên nepenî çêkir û bi riya van jî di bin navên cûr bi cûr de komên “Dijber” ava kir. Her bi avabûna komên çekdar zêde dibûn re Rejîma Sûriyeyê jî bi hevkarê xwe Rûsyayê re ji bo heremê bixe bin qontrola xwe bi hêzên nav artêş û derveyê artêşê yên bi naveê Hêzên Piling, Parêzerên Komarê (Heres Cumhurî), Firqa Çaremîn bi piştgiriya hêzên Rûsî û Îranî, di biser wan hêzan ve çû.
DI 2013'AN DE ARTÊŞA ÎSLAMÊ GIHIŞT 10 HEZAR LEŞKER
Ji van hêzan taybetî Ceyş El Îslam ku li Dumayê bi cih dibe, mezintirîn hêzên çekdar ên di nava Opozisyona Sûri(ye)yê de ye. Ev hêz piştî destpêka şerê li Sûri(ye)yê di Îlona 2011’an de bi komek biçûk a “Siriyet El Îslam” derket pêş. Piştî salekê navê xwe guhert û bû “Lîwa El Îslam”. Piştî ku alîkariya aborî ji Siûdî Erebîstanê wergirt her çû mezin bû û di sala 2013’an de hejmar gihişt nêzî 10 hezar kesî û navê xwe kir Ceyş El Îslam (Artêşa Îslamê). Her wiha ev hêz cihê xwe di Meclîsa Netewî û Koalisyona Netewî ku di nava Opozisyona Sûriyê de wek siyasî tevdigerin girt, di 8’ê rêbendana sala 2015’an de li paytexta Siûdî Riyadê tevlî civîna opozisyonê bû.
KOMA FEYLEQ EL REHMAN HÊZA XWE JI QATAR ÛTIRKIYEYÊ GIRT
Yek ji komên ku di heremê de herî mezine Feyleq El Rehman ku ew jî bi taybet li heremên Erbîn, Heyt Cober û Hemoriyê bi cih bibû, destpêkê di Îlona 2012’an de di bin berpirsiyartiya Neqîb Ebdulnasir Şimêr ku ji Artêşa Rejîma Sûriye veqetiyabûn komek bi nave “Lîwa El Bera” tê avakirin. Lê ew jî piştî tevlîbûna hejmarek mezin a nava komê çêdibe navê xwe di 2013’an de diguhere û dike Feyleq El Rehman. Ev hêz jî ku ji nêzî 9 hezar kesî pêk tê, hat gotin ku ew jî piştgiriya xwe ji Qetar-Tirkiye digire. Hat bîrxistin ku di 16’ê îlona 2017’an de li ser mijara “Heremên aram” rêkeftinek di navbera Feylaq Rehman û Rûsyayê de pêk tê. Di 16’ê Îlona 2017’an de rêkeftinek di navbera Feyleq Rehman û Rûsyayê ji bo herêmên aram li hevkirin.
EHRAR EL ŞAM RASTE RAST GIRÊDAYÎ TIRKIYE(YÊ) Û QAD(T)ARÊ BÛ
Yek ji komên din ku li heremê bi taybetî herêma Heresta ya Xûtaya Rojhilat di bin serweriya wî de bû Ehrar El Şam ku gelek tabûr û tugay di nava xwe de dihewîne û raste rast girêdayê Tirkiye û Qetar in. Ev kom her çiqas li gelek herêman hebe jî lê yê herî zêde li Idlibê hatibûn bi cih kirin(bicihkirin). Hat diyarkirin ku her çiqas bi Tahrîr El Şam (El Nûsra) re nakokiyên wan ên kûr hebin û bi hev diçinîn jî di demên dawî de bi El Nûsra re di Xûtayê de li dijî rejîmê şer kirin.
ŞERÊ 2 SALIN KU LI XUTAYÊ DIDOME PIŞTÎ OPERASYONA EFRÎNÊ DERXISTIN PÊŞ
Şerê li Rojhilatê Xûtayê yayê di navbera komên çekdar û Rejîmê de bi taybetî ev 2 salên dawî pir zêde bibû, di nava vê demê de li gor daneya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku di meha adarê de heta niha ji 400 hezar nifûsa herêma Xûtayê hezar û 600 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane qet nediket rojevê jî. Lê piştî di 20’ê çileya 2018’an de bi erêkirina Rûsya û vekirina qada hewayî, bêdengiya hêzên navneteweyî û Amerîka re Tirkiye bi komên çekdar ên di bin navê OSO de êrîşî Efrînê kir, bi bombebarana balafir, tang, top û obusan bi sedan sivîl hatin kûştin, şûnwarên dîrokî û jiyanî jî di nav de gelek herêm hatin talankirin û wêrankirin, di serî de çapemeniya Tirkiye(yê) hêzên koalisyona navnetewî jî bi destê NY(yê) herêma Xûtayê jinedîve xistin rojevê. Lê piştî operasyona Efrinê, bi hinceta ku li dijî komên çekdar ên li dijî rejîmê şer dikin û ji aliyê gelek kesan ve weke “Terorîst” tên bi nav binavkirin bi îdeaya ku li bajaroka Dûmayê çekên kîmyewî hatiyene bikaranîn, ji aliyê Amerîka û koalisyona navneteweyî ve mijara mudaxelekirina Sûriyê re ev xistina rojevê derket asta lûtkeyê.
RÛSYA Û TIRKIYE LI HEV KIRIN Û 41 HEZAR Û 480 ÇEKDAR ŞANDIN EFNÎNÊ
Di mijara Efrînê de jixwe yek ji madeya hevpeymana navbêera Rûsya û Tirkiyê de ku vekişandina komên çekdar yên di Xûta û Idlibê de bûn, hêdî hêdî bi sedan komên çekdar bi piştgiriya Tirkiyê di ser Idlibê de veguhestin Ezaz û Efrînê. Hat destnîşankirin ku heta niha 41 hezar û 480 ev komên çekdar û bi malbatên wan re yên ku li heremê weke talanker, îşkencekar, revandina mirovan, kaçaxçitiya berhemên dîrokî û hwd tên nasîn, piraniya wan li Efrînê, li Bakûrê Sûriyê hatin bicihkirin.
Ev komên çekdar ên ku veguhestin bi taybetî Efrîn û bakurê Sûriyê, ji aliyekê ve li ser desthiladarî û parvekirina herêman nakokî di navbêra wan de derdikeve û dibe sedema pêvçûnan, ji aliyê din ve jî ew çanda talankerî, dizî, îşkencekirina sivîlan, kaçaxçitiya berhemên dîrokî û hwd di van herêman de berdewam in. Tê gotin ku ev komên ji aliyê Tirkiyeyê ve têne birêvebirin ji bo guherandina demografiyaya Efrînê çi ji destê wan tê dikin.
MA / Erdogan Altan