ENQERE - Arîna 10 mehî ku tevî dayîka xwe di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Rihayê de ye, nexwşîna astimê lê peyda bûye. Ligel ku rapora wê heye, dîsa jî dermanê wê nayên dayîn.
Li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2’yan a Rihayê, dermanên Arîna 10 mehî ku tevî diya xwe Hevseroka DBP’ê ya Navçeyê ya berê Esma Yildiz di girtîgehê de ye û nexwşîna astimê lê peyda bûye, dermanên wê nayên dayîn. Mihdî Yildiz ku bi hevjîna xwe re hevdîtin çêkir, bal kişand ser şert û mercên girtîgehê û destnîşan kir ku rapora Arîna 10 mehî heye, lê belê dîsa jî dermanên wî nayên dayîn.
‘KESÊN JEHRÎ DIBIN TENÊ BIRINE REVÎRÊ’
Yildiz, destnîşan kir ku di qawîşên 12 kesî de 33 kes dimînin û hefteya borî ji ber avê gelek kes jehrî bûne. Yildiz got, keça wî Arîna 10 mehî jî jehrî bûye. Yildiz bi lêv kir ku hevjîna wî gotiye qawîşê tije bûne û saeta hevdîtinê jî hatiye kêmkirin. Yildiz, anî ziman ku kesên jehrî bûne tenê birine revîrê û ji bilî vê tu venêrîneke wan a tenduristiyê nehatiye kirin.
‘HEWL DANE HEVJÎNA MIN BIBIN HUCREYÊ’
Yildiz, diyar kir ku piştî cezayê hucreyê yê hevjîna wê hatiye erêkirin, îdareya girtîgehê çend caran hewl daye wê têxin hucreyê lê belê li ser bertekên girtiyan wê nebirine. Yildiz got: “Piştî girtiyan destûr nedaye gotine ‘an em ê li dosyeya te zêde bikin an jî em ê 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê bidin.’ Eger li dosyeya wê bê zêdekirin dê infaza wê bişewite, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin.”
DERMAN NAYÊN DAYÎN
Bav Yildiz destnîşan kir ku piştî jehrîbûnê rewşa Arîna 10 mehî xirabtir bûye û got: “Dermanên keça min nadin. Rapora wê ya astimê jî heye. Divê heftê du rojan bi cîhazê derman bidinê, lê belê gotine tune ye û nadinê. Ji ber rewşa tenduristiyê ya keça min şik û gumanên min hene.” Yildiz diyar kir ku keça wî baş nayê xweyîkirin û got: “Ji ber hevjîna min baş nayê xweyîkirin şîrê wê çênabe. Ji ber şîr tune keça Arîn jî baş nayê xweyîkirin. Dema ji derve mam dixwazin, bi hincetên cur bi cur nayînin. Hewl didin bi biskuvîtên pitikan û şîr wê xweyî bikin.”
‘DERÛNIYA HEVJÎNA MIN XIRAB BÛYE’
Yildiz anî ziman ku ji ber rewşa heyî derûniya hevjîna wî xirab bûye û ji ber zihîf bûye. Yildiz got ev yek ji ber qelebalixiya qawîşê û ji ber nexwşîna bêhstendinê ya hevjîna wî xwe dide der.
Yildiz bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Ji xeynî Arînê 3 zarokên min ên din jî hene. Diçim girtîgehê û têm. Dê rewşa zarokên min çawa be? Ma ez ê li zarokên malê, li hevjîna xwe an jî li keça xwe ya 10 mehî binerim. Qediya me. Parlementerê HDP’ê Mehmet Ali Aslan ev rewş li Meclîsê anî ziman. Got bi Wezîrê Dadê re hevdîtin çêkiriye, lê belê heta niha Wezîrê Dadê tiştek nekiriye.”
‘BILA ÊDÎ DENGÊ ME BIBIHÎSIN’
Yildiz diyar kir ku piştî ev rewş di çapemeniyê xwe daye der rayedarên girtîgehê hem bertek nîşanî wî hem jî hevjîna wî dane û got: “Nameyên hevjîna min dereng didin. Dema daxwazên wê bin bi muameleyek nebaş nêz dibin.” Yildiz bang li rayedaran kir û xwest êdî dengên wan bibihîzin û dermanên keça wî Arîna 10 mehî bên dayîn.
MA / Berivan Altan