Çamci: Gelê kurd bi tifaqî dê bersiva bertîl û hîleyan bide

img
AMED - Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci, diyar kir ku ji niha ve 9 hezar xebatkarên wan ên hilbijartinê amade ne û ji gundan bigire heta kolanên bajaran dest bi ziyaretan kirine û OHAL nikare xebatên wan asteng bike. Çamci da zanîn ku dê gel di sindoqan de bersiva herî xurt bide bertîl, dek û dolabên AKP’ê û gelê kurd ji niha ve li dijî tifaqên ku HDP’ê naxwazin yekîtiya xwe ava kiriye. 
 
Li Tirkiyeyê û bajarên herêmê rojeva sereke hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ye. Partiyan namzetên serokomariyê aşkere kirin û her dever bi atmosfera hilbijartinê geş dibe. Partiyên siyasî xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibe. Partiya ku herî zêde tê axaftin û xebatên bi hêztir daye destpêkirin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e. Her diçe xebatên hilbijartinê zêdetir dibin û ber bi hilbijartinê ve diçe, dek û dolabên hilbijartinê jî dest pê kirin. 
 
‘NIHA NÊZÎ 9 HEZAR XEBATKARÊN ME HENE’ 
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî starta hilbijartinê da. Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û xebatên hilbijartinê nirxand. Çamci destnîşan kir ku li gund, navçe û navenda Amedê xebatek di asta herî jor de bi ziyaretkirina nav gel dest pê kiriye û niha bi 9 hezar xebatkar û dildarên HDP’ê ji bo xebatê amade ne û di destpêkê de dê 250 hezar belavok li gel belav bikin. Çamci got ku heta rojiyê ew ê li gundan xebatên xwe bi rê ve bibin û di rojiyê de jî dê xebatên wan cur bi cur hebin. Çamci got ku ew ê piştî meha Remezanê dê ziyareta tûra duyemîn heta roja hilbijartinê li gundan bidin meşandin. 
 
‘REWŞA AWARTE NIKARE ME ASTENG BIKE’ 
 
Çamci bal kişand ser zehmetiyên Rewşa Awarte ku li pêşberî wan dibin asteng û got: “Beriya hilbijartinê jî em diçûn serdana gund û navçeyan. Nêzîkatiya gelê me gelek germ bû, gelê me moral dida me. Piştî serdanên me gelek caran gundî rastî gefan jî tên. Gelê me êdî tirs ji nav dilê xwe avêtiye. Tu Rewşa Awarte û zext nikarin xebatên me asteng bikin û gef nikarin gelê me bitirsîne.” 
 
‘SÛR WÊ BERSIVA HERÎ BAŞ NÎŞAN BIDE’ 
 
Çamci dek û dolab û lîstikên belavkirina komirê ya li navçeya Sûrê jî nirxand û got: “Tiştekî AKP û MHP bike nemaye, serî li rêbaza dek û dolaban daye. Lê bila AKP vêya baş bizanibe dê bersiva herî xurt a di sindoqan de gelê Sûrê nîşan bide. Li Sûrê dinya li serê me xera kirin. Tiştek nema li Sûrê bi serê mirovahiyê ve neanîn. Ji ber vê dê bi kîjan rûyî biçin ji cem gelê Sûrê. AKP li Amedê bi dizî xebata xwe dike. AKP tenê xebatek li ser bertîl û hîleyan dide meşandin.” 
 
‘BILA EWIL LI GEL GUHDAR BIKIN’ 
 
Çamci destnîşan kir ku AKP û MHP li Amedê xebata propagandaya hilbijartinê bi polîs û maşîneyên zirxî bi rê ve dibe û wiha domand: “Ne hewceye ji gel bitirsin. Lê divê bi çek neçin ber deriyê gel. Lê ya herî muhîm ew e ku bila li bertekên gel guhdar bikin. AKP bi trîlyonan pere ji bo hilbijartinê xerc dike. Ew dîmenên wan ên dîtbarî û xebata wan jî vala ye.” 
 
‘GEL DI SINDOQAN DE DÊ HÊRSA XWE BIDE NÎŞANDAN’ 
 
Çamci anî ziman ku AKP’ê êdî wisa kiriye ku bi taybetî jin û ciwan û tevahî gel nikare hilmê hilde û di warê krîza aborî de gel bi gazin e û daxwaza wan sereke ew e ku şer bi dawî bibe aştî pêk were û herêm aram bibe. Çamci da zanîn ku desthilatdarî êdî nikare civakê kontrol bike û got: “Êdî AKP û MHP dixwaze gel bi feraseta faşîzmê bi rê ve bibe. Mînak li Amedê kesek lê doz nehatibe vekirin nemaye. Ji sûcên edlî bigire heta dozên siyasî li mirovan vebûye. Gel dixwaze rojek beriya rojekî biçe ser sindoqan û hesabê vê fetisandinê û kirinên AKP’ê kiriye bipirsin.” 
 
‘JI HER BEŞÊ CIVAKÊ SERLÊDAN HENE’ 
 
Çamci behsa serlêdanên bernamzetiyê ya ji bo parlamenteriyê jî kir û wiha dewam kir: “Ji 17 bajaran tên serî li komîsyona me ya navendî ya li Amedê didin. Ji ber ku li Amedê êdî nikaribû barê serlêdanê ragire, êdî komîsyonên me yên herêmî jî serlêdanê qebûl dikin. Ji 18 saliyan bigire heta jin û hemû beşên civakê serlêdana ji bo bernamzetiyê dikin. Ji her netew û baweriyê serlêdan hene. Kesên pir rengîn, zane, rewşenbîr, oldar, civaknas, hiqûqnas serî li komîsyona me didin. Bi sedan serlêdan hene. Roja 8’ê mehê ango îro roja dawî ya serlêdanê ye.”
 
‘KURDAN TIFAQA XWE AVA KIRIYE’ 
 
Çamci diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê û li aliyê din jî tifaqa CHP, partiyên wek Îyî, Saadet û Demokrat li dijî HDP’ê di bin bendê de bihêlin ava kirine û wiha got: “Yên ku heta îro HDP’ê wek ‘cudakar’ binav dikirin, rûyê xwe yê spî aşkere kirin. Va cudakarî li ber çava ye ku kî cudakariyê dike. Pirsgirêka kurd bi gotinan nabe. Divê gavên şênber û pratîk biavêjin. Jixwe li dijî van tifaqan kurdan jî tifaqa xwe ava kiriye. Em dikarin di nav gel de tifaqa Kurdistanî çêbûye. Ji bo tifaqa tevahî gelê kurd di asta partiyan de çi ji destê me tê em jî dikin. Ji bo li hev kirinê hevdîtin didomin.” 
 
Çamci herî dawî banga xwedî derketina sindoqan li gel kir û xwest ku hem hilbijêrên derveyî welat û hem jî hilbijêrên li Amedê û herêmê qeydên dengê xwe çêbikin û hesaseyetê nîşanî ewlehiya dengê xwe bidin. 
 
MA / Bîlal Guldem / Lezgîn Akdenîz 

Sernavên din

08/05/2018
15:02 Dadger ji parêzeran re got: Hûn bêhna mirovan teng dikin
14:57 Buldan: Gelê me dê bi hêza xwe ya cewherî wan bend û îtifaqan hilweşîne
13:36 Rastiya nûçeyên 'Bi nasnamyên kevn deng nayê dayîn' tune ye
12:54 Mevlude Başdaş li gel ji sedî 86 astengdar e jî nayê berdan
12:33 Daxwaza Muharrem Înce ya Demirtaş ziyaret bike hat erêkirin
12:11 ‘Ne manîfestoya hilbijratinê ya şer e'
11:51 Dozên Demîrtaş jê tê darizandin li Amedê neman
11:33 ‘Jin dê di sedsala 21’emîn de bibin hosteyê sînemayê’
11:16 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 753’an serlêdan kirin
11:03 Dozger ji ber rengê kesk, sor û zer ji 24 kesan re ceza xwest
10:09 Qemyon li otobusa şaredariyê qelipî
10:00 Komên çekdar ên ku di 7 salan de Xutayê wêran kirin niha li Efrînê bi cih dibin
09:59 Derman nadin pitika nexweş a astimê ya di girtîgehê de
09:10 Çamci: Gelê kurd bi tifaqî dê bersiva bertîl û hîleyan bide
09:07 Waliyê Şirnexê beramberiya dengên ji bo AKP’ê soza dayîna tapoya erdan dide!
09:06 Meclîsên Ciwanan ên HDP’ê: Em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û şantiye bi şantiye bigerin
09:05 Ji ber zêdebûna maliyetan û firotina fabrîkayan êdî dev ji çandina pincarê berdidin
09:04 1007 sal ceza li endezyarên ku bi KHK’ê hatin îxrackirin birîn
09:04 Zeydan ê HDP’î: Gelê me dê di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst bide
09:03 Em ê li çiyayên xwe sewalkariyê berdewam bikin
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2018'AN
07/05/2018
19:20 Hîkmet Alma yê Roboskiyî hat berdan
18:04 2 karkerên înşatê jiyana xwe ji dest dan
17:50 Dê Mamosta Ayşe disa bişînin girtigehe
16:18 Hikmet Alma ê ji Roboskê hat binçavkirin
16:17 Dozger ji rojnamegeran 95 sal û 6 meh ceza xwest
15:53 Jinan Kulaksiz ji bîr nekirin
15:33 Rojnamegeran ji Erdogan pirsîn: Gelo we çima heya niha azadiya ramanê pêş nexist?
14:37 Înce: Ez dê çarşemê Demirtaş ziyaret bikim
14:32 Parêzer xwest dosyeyên doza Şehrîban Dînç bibin yek
14:17 Îdîaya li Aydinê jinekê întîxar kir
14:11 Doza rojnameger Dundar û Gul taloq bû
13:35 Hevşaredarên Qelqeliyê Bagci û Ozalp girtin
13:07 Demîrtaş: Surprîza vê hilbijartinê HDP ye
11:59 KCDP: Di nîsanê de 30 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin
11:59 Îdiaya li Girtîgeha Odemîş û Kiriklarê girtî hatin derbkirin
11:27 AYM’ê îtîraza ji bo Sûrê red kir
11:09 Komên çekdar li Efrînê jinan direvînin
11:00 Gava kivark kom dikir, pêl mayînê kir
10:57 Rewşa dawî ya Sûriyeyê: Tirkiye û Îran di hevsengiya tê avakirin de tune nin
10:14 Baroya Enqere ji bo parastina sindoqan name ji 78 baroyan re şandin
09:45 Gelê Babê li ser axa xwe komên çekdar naxwaze
09:13 ÎSÎG: Yusuf Yerkelê karker pêhn kir bû namzetê AKP'ê
09:12 Dayîkên Aştiyê dê erka demokrasî û edaletê bigirin ser mile xwe
09:10 Girtiya nexweş Kayra: Mafê min ê derman kirin ji min digirin
09:09 Yek ji avakerên AKP’ê Unsal: Newekheviya di hilbijartinê de divê bê rakirin
09:07 Partiya Keskan û Çepgiran: Em ê bibin rûyê biken û esprî yê Demîrtaş
09:05 Elewiyan: Tekane partiya Tirkiyeyê ji kaosê rizgar bike HDP ye
09:03 Okay: Ger em HDP’ê derve bihêlin, dê pêşeroja welat tarîtir bibe
09:01 Leşkeran ewil xwarin xwarin, dûre xwediyê malê derp kirin û binçavan kirin
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2018'AN
08:56 Rojnameya Times: Li Tirkiye dê hilbijartin ne azad û ne adîl be
06/05/2018
20:28 Dayîka Hamzaoglu hat definkirin
17:51 Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu tev li merasima cenazeyê dayika xwe bû
17:26 Komira hilbijartinê niha jî li Sûrê belav kirin
17:18 Manîfestoya Erdogan a hilbijartinê zêdekirina ÎHA û SÎHA'yan e
16:59 Denîz Yusuf û Huseyîn hatin bibîranîn: 46 salin ala têkoşîna sosyalizmê nin
15:51 30 karkerên 1'ê Gulanê nexebitîn ji kar hatin avêtin
15:39 Li Enqereyê lehî rabû: Gelek mal û kargerî di bin avê de man
15:17 Malbatên Karkerên li Edaletê Digerin: Her rojê 5 karker dibin qurban
14:57 Konferansa Pîrebokên Kampusê didome: Têkoşîna me tirsa pergalê ye
14:22 Kordînasyona Hilbijartina Bajar a HDP'ê: Her dengek dê bibe bersîva sûcekî
13:48 Hevseroka MSD'ê Ehmed: Divê Tirkiye li dozgeriya navneteweyî bê darizandin
13:27 1300 Kasibkar li ser sînor hatine rawestandin
13:21 Muharrem Înce: Ez dê Demirtaş li girtîgehê ziyaret bikim
12:16 Ji bo Efrînê Platforma Hiqûqnasan a Sûriye dest pê kir
12:06 Çavuşoglu, ji bo balafirên şer ên F-35 bikire dê biçe DYA
11:40 Hilbijartina Lubnanê dest pê kir
09:59 Parêzerê Zeydan: Dixwazin siyasetê li Zeydan qedexe bikin
09:16 Ekîncî: Hemû kesên dibêjin ‘Demokratim' divê li cem HDP'ê be
09:11 HDP: Em dê li Dersimê ji 2'yan 2 derxin
09:10 Dê Mizgefta El Rizk xera bikin û veguhezînin
09:07 Dayîka 2 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Ev îşkence ye
09:05 Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye
09:04 ‘Tifaqên hatin avakirin li dijî kurdan siyasetê dikin, divê em tifaqa mezintir ava bikin'
09:02 ‘Dema Deniz û hevalên wî birin, me nekarîbû tiştekî bikin'
09:01 Aborîzan Ari: Krîza tê veşartin dê biteqe
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
05/05/2018
21:35 Demîrtaş: Bîr û baweriya min bi we he ye
Temellî: Bila gotin û biryar ya gel be
20:38 Rojnameger Oner hat girtin
17:39 Hilbijêra ÎP'ê: Demîrtaş serbest berdin, Tirkiye rezîl nekin
17:06 Qeyûmê tabelayên kurdî daxistin niha pirtûkên kurdî derxistin
16:45 Bernamzeta herî ciwan: Hêviya ciwan û jinan HDP ye
16:20 HDP’ê ji bo namzetiya Demîrtaş serî li YSK’ê da
16:06 Li Çiyayê Cûdî birûskê li xwendekarên çûbûn seyranê da
15:37 Girtiyê nexweş Baglan berdin
15:28 Girtiya nexweş nabin nexweşxaneyê
15:13 Xebatkarê Ozgur Halkê Ayik hat berdan
14:52 24 sal berê hat binçavkirin û hêj agahî jê tune ye
14:32 ÎSÎG: Di Nîsanê de herî kêm 177 karker mirin
14:27 ‘Min her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand'
13:49 Xwestin Demîrtaş bê berdan
13:23 Karkerên ji kar hatin avêtin: Bêyî me pêşerojek tune ye
13:00 Gelo tifaqa hilbijartinê ya partiyên kurdan dê tifaqa neteweyî ava bike?
12:35 3 ciwanên li Cizîrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
12:11 Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî
12:02 Firotina 5 febriqeyên şekir hatin erêkirin
11:14 Hestiyên pîr û kalên xwe ji dewletê xwestin
11:01 Kurd: Li Sûriye hedefa nû Tirkiye û Îran e
10:48 Li Stenbolê gelek HDP’î hatin binçavkirin