COLEMÊRG - Şemzînaniyên ku di nav pevçûnan de sewalkariyê dikin, carna dibin hedefa guleyan û carna jî ji ber qedexeya derketina derve bi sedan sewalên wan dimirin, lê dîsa jî dev ji sewalkariyê bernadin.
Li navçeya Şemzînana Colemêrgê sewalkariya ji bo aboriya gundiyan girîng e, ji ber qedexeyên ku li zozan û gundan tên îlankirin, sewalkar salên zor û zehmet derbas dikin. Gundiyên Surunus ên navçeyê, anîn ziman ku sala borî ji ber qedexeyan sewalên wan bi rojan di goman de man û mirin. Gundiyan, diyar kir ku axa wan ji bo sewalkariyê cihek girîng e, lê ji ber ku gundê wan li cihê pevçûnê ye ew di bin şert û mercên zor de sewalkariyê dikin û xwestin pevçûn bi dawî bibin.
GUNDÊ KU JI 2 HEZARÎ ZÊDETIR SEWALÊN WAN HEBÛN NIHA 400 SEWAL HENE
Seyhan Tore, diyar kir ku berî pevçûnan li gundê wan ji 2 hezarî zêdetir sewal hebûn, lê niha 400 sewalan mane û wiha axivî: “Hinceta vê yekê polîtîkayên ewlehî yên ku niha dewlet bi rê ve dibe ye. Dema ku em sewalên xwe dibin çolê ne ewlehiya me ne jî ya sewalên me heye. Ji ber van polîtîkayan nîvê gund sewalên xwe firotin û ji gund koçber bûn.Yên man jî di bin şert û mercên zorde de sewalkariyê dikin."
JI BER QEDEXEYÊN DERKETINA DERVE BI SEDAN SEWAL MIRIN
Tore, anî ziman ku Şemzînan ji bo sewalkariyê cihek gelek girîng e û wiha pê de çû; "Bila êdî ev pevçûn bi dawî bibin. Di sala borî de dema ku havîn bû qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di vê qedexeyê de bi sedan sewalên me mirin. Bila êdî dev ji me û sewalên me berdin. Em li çiyayê xwe bi awayekê azad bijîn."
Şîlan Tore, ya ku dibistan dixwîne jî, desnîşan kir ku ji bo alîkariyê bide malbata xwe tê gund şivantiyê dike û wiha bilêv kir: “Dixwazin me di nava gund de bifetisînin û me koçber bikin. Lê em dev ji gundê xwe bernadin. Xwezaya li gundê me heyî li tu cihê tune ye. Li Wanê mala me heye, lê em dîsa jî dev ji gundê xwe bernadin.”
JI BER GULEYA KU JI QAREQOLÊ HAT AVÊTIN, HINDIK MA DAYIKA MIN JIYANA XWE JI DEST BIDE
Tore, da zanîn ku dema gundî sewalên xwe dibin çolê bi mirinê re rû bi rû dimînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber vê em gelek caran neçar dimînin ku sewalên xwe di nava gund de biçêrînin. Welatiyên ku dixwazin derkevin zozanan carnan dibin hedefa guleyan. Sala borî dema ku dayika min û yên pê re xwestin biçin zozanan, bûn hedefa guleyên Qereqola Dûrê. Li vir şansê wan hebû ku nemirin. Çi dikin bila bikin em ê sewalkariya xwe berdewam bikin.Lewra ji derveyî sewalkariyê tu aboriya me tuneye. Em ê li çiyayên xwe sewalkariyê berdewam bikin.”
MA / Fethî Balaban