AMED - Li navçeya Licê maşîneya zirxî li pîrejina bi navê Pakîze Hazar qelibî bû û ew qetil kiribû. Rapora Fernamdariya Cendirmeyan a Navçeyê bi gotina "bê baldarî û tedbîrî" Pakîze Hazar sûcdar dît. Lê ATK'ê bal kişand ser bûyerê û diyar kir ku Çawûşê Pispor Sercan Kara sedî 100 bi qisûr e.
Di 14'ê Hezîrena 2017'an de li navçeya Licê ya Amedê pîrejina bi navê Pakîze Hazar ji bo meaşê xwe yê pîrtiyê bigire, çûbû şaxa PTT'ê ya li kolana Mumînaga, kolana ku têre derbas dibû maşîneya zirxî ya cendirmeyan li pîrejina 85 salî qelibî bû û jiyana xwe ji dest dabû. Fermandariya Cendireyan a Navçeyê der barê bûyerê de rapor amade kir. Rapora ku xistin dosyaya lêpirsînê, lê rapora cendirmeyan pîrejina kurd sûcdar dît. Ajovanê maşîneya zirxî Çawûşê Pispor Sercan Kara piştî îfadeya wî hat girtin, serbest hatibû berdan.
CENDIRME: HAZAR BÊ BALDARÎ Û BÊ TEDBÎR E
Li gorî nûçeya Jinnewsê, Fermandariya Cendirmeyan a Licê der barê bûyerê de rapor amade kir, sedema qezayê jî Pakîze Hazar a di kolana ji trafîkê re girtî re derbasbûyî nîşan da û got ku "Hazar bê baldarî û bê tedbîr e". Di raporê de nehat diyarkirin ka kolan ji trafîkê re girtî ye an na û îdia kir ku maşîneya zirxî ya di kuçeya ji trafîkê re girtî re derbas bûye û li ser peyarêyê hatiye rawestandin bê qisûr e.
ATK: AJOVANÊ MAŞÎNÊ SEDÎ 100 BI QISÛR E
Her wiha Saziya Tipa Edlî jî raporek amade kir û ajokarê wesayîta Fermandariya Cendermeyan a Licê ji sedî 100 bi qusûr dît. ATK'ê qada ku Hazar têre derbas bûye û qada ku dikeve çavdêriya maşîneya zirxî lêkolîn kir, diyar kir ku Hazar ketiye qada çavdêriya ajovan. ATK'ê bi bîr xist ku kolan ji trafîkê re jî girtî ye, ji ber vê ajovanê maşîneya zirxî "Sedî 100 bi qisûr e."