Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn

  • rojane
  • 15:40 14 Çile 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Di êrişan de binesaziya herêmê û qadên sivîlan hedef hatin girtin. Di erişan de dayikek û du zarokên xwe birîndar bûn û stasyona ceyranê û çewlika sewalan hatin bombebarankirin. 

 
Dewleta tirk ku di pevçûnên 12’ê çileyê yên li qada Zapê ya başûrê Kurdistanê derbên giran xwar, bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Li gel binesaziya herêm3e, her wiha qadên sivîlan jî raste rast hedef tên girtin. Di vê çarçoveyê de gelek bajar, navçe û gund hatin bombebarankirin. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li navçeya Çelebiyê ya Kobanê hate bombebarankirin. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin. Dewleta tirk ku binesazî, saziyên xizmetê û qadên sivîlan yekser hedef digire, stasyona ceyranê ya li Kobanê bi SÎHA’yan hedef girt. 
 
ŞÎRKETA LAVRAÇÊ HATE BOBEMBARANKIRIN
 
Şîrketa Lavracê ku ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hatibû girtin û piştre ji hêla hêzê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê ve dihat bikaranîn jî sê caran hate bombebarankirin. 
 
LI DIRBÊSIYÊ 3 KES BIRÎNDAR BÛN
 
Embarên genim ên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê û mala welatiyekî li gundê Girbetliyê hedef hatin girtin. Di encama êrişê de zarokên bi navên Can û Rojan û dayika wan birîndar bûn. Avahî, di êrişê rûxiya. Her sê welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyê. 
 
ÇEWLIKA SEWALAN HATE BOMBEBARANKIRIN 
 
Di heman demê de derdora gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Cizîrê û çewlika sewalan a li gundê Şêx Çoban ê Kobanê jî bi SÎHA’yan hatin bombebarankirin. 
 
KANTONA CIZÎRÊ DAXUYANÎ DA
 
Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê têkildarî êrişên dewleta tirk li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyanî da. Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis û Hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Gulistan Îsmaîl daxuyanî xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrişên terorê û qirkirinê yên dewleta tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Rojên înê û şemiyê binesazî, cihên xizmetguzarî û stratejîk ên li gundewarên Dêrik, Tirbespiyê, Rimêlan û Çilaxa bombebaran kirin, her wiha vê sibehê Eyn Îsa bombebaran kir. Di encama van êrişan de saziyên xizmetguzariyê ku av, enerjî û çandinî ji tevahî herêmê re peyda dikirin, ji xiztmetê derketin. Ev binpêkirin û êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî, astengkirin û qelskirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê ye. Em ê li hemberî van êrişan, hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin, destkeftiyên xwe biparêzin, plan û siyasetên koçberî û guherandina demografyaya herêmê têk bibin.” 
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em van êrişan şermezar dikin. Banga me ji bo hêzên çalak ên li Sûriyeyê, civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî ew e ku bi erkên xwe rabin û van êrişên dewleta tirk a dagirker bi dawî bikin û hesabê jê bipirsin. Her wiha banga me ji bo gelên herêmê ew e ku pergala xweparastinê xurt bikin, li dora saziyên xwe bicivin û destkeftiyan biparêze. Dê serkeftin a gelan û projeya demoratîk be.”
 

Sernavên din

14/01/2024
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye
10:03 Girtiyê cezayê wî teqez nebûyî di hucreyê de tê ragirtin
09:40 Amed xwe ji Serê Salê re amade dike
09:18 Hejmara hilbijêran di 5 mehan de 4 hezar û 239 kes zêde bûne
09:15 Dayik û zarokên wan ên girtî bi daxwaza 'azadiyê' li ber xwe didin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 80 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 47'an de didome
09:05 DEM Partiyê ji bo pêşhilbijartinê banga tevlibûnê li delegeyan kir
09:02 Girtiyên nexweş bi şewbê ketine: Ne muayene heye ne jî derman
09:01 Ji bo destnimêjê bigire avê ji kantîna girtîgehê dikire
09:00 Tê gotin ku beriya hilbijartinê gefa 'em ê çekên we ji we bistînin' li cerdevanan hatiye xwarin
09:00 Li Başûrê Kurdistanê komkujiyên jinan zêde dibin: Dema kujer endamê PDK'ê be nayên darizandin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2024'AN
11/01/2024
22:27 DEM Partiyê bernamzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê da naskirin
21:19 Êrişî baregeha DYA'yê ya li Hewlêrê hat kirin
21:15 Hevşaredarê Elbakê yê berê Sarihan ji girtîgehê derket
21:11 Hevşaredarên Colemêrgê yên berê ji girtîgehê derketin
19:57 Doza Kobanê: Gava 'pêavjoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan
17:12 Hevserokê DBP'ê yê Semsûrê Akdag û 2 kes hatin girtin
16:50 Li Zanîngeha Enqereyê di heman rojê de du caran êrişî xwendekaran kirin
16:45 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû: Di gelek mijaran de axaftin hatin kirin
16:43 Malbatên girtiyan ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin
16:28 Nobeta Edaletê: Em Azadiya Abdullah Ocalan dixwazin