ŞIRNAK - Hîkmet Alma yê di Komkujiya Roboskê de birayê xwe winda kir, bi hinceta roportaj da ajansa me û di tora civakî de “Heqaret li Serokkomar kiriye” hat binçavkirin.
Hîmet Alma yê di Komkujiya Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê ya di 28’ê Cotmaha 2011’an de bi 34 welatiyan re birayê xwe Nadîr Alma winda kir,
li Edlya Qilabanê hat binçavkirin. Alma bi hinceta berî Newrozê roportaj daye Ajans Mezopotamya û di tora civakî de “Heqaret li Serokkomar kiriye” lêpirsîn hat vekirin û Alma ji bo îfadeyê bide bangî wî hat kirin. Alma ji bo îfadeya xwe bide hat Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê û li edliyê hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku dê di saetên pêş de îfadeya Alma bê girtin.