STENBOL – Danişîna doza 9 xebatkarên Ozgur Gundemê û 9 rojnamegerên tev li Nobeta Gerinendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê bûn, li 14'enîn Dadgeha cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Dozger di danişîna dozê de ji 12 rojnamegeran 95 sal û 6 cezaye girtîgehê xwest.
Danişîna doza rojnameger û xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Reyhan Çapan, Eren Keskin, Ayşe Batumlu, Nuray Ozdoğan, Ayşe Berktay, Reyhan Hacioglu, Celalettin Can, Huseyin Aykol û Filiz Koçalî li Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Stenbolê hat dîtin. Di danişîna dozê de Parêzer Eren Keskin, parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç, Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Serhat Çakmak û gelek parêzerên din amade bûn. Wekîla Serokên Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, Nûnerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiye Erol Onderoglu, nûnerên rêxistinên civakî rêveberên ÎHD û TÎHV, Serokê DÎSK Basin Îş'ê Faruk Eren û gelek kesên din li salonê amade bûn.
Di danişînê de dozger mutalaaya berê dubare kir û der barê rojnamegeran de ceza xwest. Prz. Ozcan Kiliç, parastin kir û dem xwest. Kiliç, diyar kir ku darizandinke bi vî rengî ne bi edalet e. Kilinç, xwest doza rojnamegeran bi dosyaya Ozgur Gundemê ya li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin re bikin yek.
EZ NAÇIM DERVE LÊ DÎSA CEZAYÊ DERKETINA DERVE DANE MIN
Piştre Prz. Eren Keskin parastin kir û wiha got: “Li vî welatî ez 30 salin parastina mafên mirovan dikim. Bi salan e min mafê ramanê û îfadeyê parast û parastina vî mafî berdewam dikim. Ez niha Hevseroka Giştî ÎHD'ê me. Li vî welatî bi dehan xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê hatin kuştin. Bi dehan caran hat girtin. Ji ber vê yekê min qebûl kir ku navê min di kunyeya rojnameyê de hebe. Lê niha ez li dadgehê bi cezayê muebbetê têm darizandin. Ev li dervê aqilan e. Ez naçim derve. Ez vê yekê bi taybet dibêjim. Divê zagon bên guhertin. Duh Erdogan got pêvajoya YE'ê didome. Ger ku ev pêvajo didomin, wê demê divê ev zagon bên guhertin."
Piştî parastina Keskîn, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kri. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo parastinê dem xwest qebûl kir û doz taloqî 9'ê tîrmehê kir. Heyetê daxwaza parêzeran a bila dosya bibe yek jî red kir. Heyeta dadgehê daxwaza ku dosya bi daza li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re bibe yek jî diyar kir ku dê di danişînek din de binirxîne.
DOZGER CEZA XWEST
Piştî danişîna doza 9 rojnamegeran, danişîna doza rojnamegerên ku tev li "Nobeta Gerînendeya Waşana Giştî" ya Ozgur Gundemê bûne hat dîtin. Dozger ji rojnameger û gerînendeyên weşanê yên nobedar Faruk Eren, Ertugrul Mavioglu, Celal Başlangıç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Celalettin Can, Fehim Işik û Oncu Akgul ceza xwest. Dozger du mutalayê de der barê rojnameger û nivîskar Huseyin Aykol de 13 sal ceza xwest. Der barê rojnaemger Celal Başlangiç, Oncu Akgul, Faruk Eren, Ertugrul Mavîoglu, Îhsan Çaralan, Fehim Işik, Celaleddin Can, Omer Agin, Veysel Kemer, Dilşah Karakaya û Yuksel Oguz de ji bo her kesekî-ê 7 sal û 6 meh bi giştî 95 sal û 6 meh ceza xwest. Der barê Mehmet Şirin Taşdemir jî diyar kir ku tu sûcê bê cezakirin tune ye.
Piştî parêzeran parastin kir û dem xwestin, heyetê doz taloqî 16'ê Tîrmehe kirin.