STENBOL - Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan ên azadiya ramanê ya di manifestoya hilbijartinê de cih girtin, trajîk-komîk dîtin û gotin: “Ger wisan e, pêdivî bi tiştek din heye. Wê demê çima heya niha we azadiya ramanê pêş nexist?”
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di Kongreya Partiya xwe ya Stenbolê ya 6'ê Nîsanê de manifestoya hilbijartinê daxuyand. Erdogan di manîfestoyê de sozên, dê vîna neteweyî derbikeve holê, burakrasî û olîgarşî bi dawî bibe, qanûn, birêve birin û daraz dê serbixwe bibin, wê azadiya ramanê pêşbixin, standartê jiyanê dê bilind bikin û gelek sondên din xwarin. Rojnamegeran sozên hilbijartinê yên Erdogan ji dil nedîtin.
'TIRKIYE KETIYA REWŞA GIRTÎGEHA ROJNAMEGERAN’
Serokê Giştî yê Karê Çapemeniya DÎSK’ê Faruk Eren, diyar kir ku manifestoya hilbijartinê ya Erdogan ji dil nabînin û wiha axivî: “Ev sozên keseke polîtîkayê dikeye. Dinava wan sozan de cûdakariya hêzan jî heye. A yekemîn gava vê bike divê tu astengî li pêşiyê tunebe. Gelo çima niha nake, dê piştî hilbijartinê bike? Gava besa azadiya raman û demokrasiyê dike, pir komîk dibe. Niha Tirkiye di rewşa girtîgeha rojnamegeran dehe ye. Vê desthilatdariyê ev welat anî vê rewşê. Ne tenê rojnameger, kesên polîtîk ên mafên xwe yên azadiya raman bikar anîn û li ser tora civakî hikûmet rexne kirin hatin girtin. Ger niha pêdivî bi vê yekê heye, wê demê çima niha pêş naxwe?”
‘148 ROJNAMEGER GIRTÎNE’
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî, diyar kir ku ji ber AKP’ê Tirkiye ket vê rewşê û wiha bilêv kir: “Niha tenê 148 rojnameger girtîne û serbixwetiya hiqûqî di nîqaşê deye. Li wî welatî rojnamegertî weke sûc tê dîtin. Vê yekê jî AKP’ê kir.”
‘NIHA DEMA SOZAN E’
Durmuş, da zanîn ku berî hilbijartinê dema sozan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serê hemû sozên AKP’ê de azadî û demokrasî tê. Partiyek desthilatdar, ger dibêje hîn zêdetir azad û demokrasî, wê demê divê rewşa me ya niha li ber çavan bigire. Lê rewşa me fikarên mezin dide avakirin. Ez hêvî dikim ku piştî 24’ê Hezîranê rojnameger karibin li Tirkiyeyê bi awayekê azad biaxivin û rojnamegertiyê bikin.”