STENBOL – 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara xerakirina ceza ya dadgeha bilind a ku der barê rojnameger Can Dundar û Erdem Gul de dabû li ber çava girt û li gorî biryarê tevgeriya.
Yek ji dozên herî bû rojev doza TIR’ên MÎT’ê ne. Gerînendeyê Weşana Giştî yê rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dundar û nûnerê rojnameyê yê Enqereyê Erdem Gul ji doza TIR’ên MÎT’ê tên darizandin. Cezayê dadgeha li wan birîbû, ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû xerakirin û darizandinê ji nû ve dest pê kir. Danişîna ewil a doza ji nû ve vebû hat dîtin. Danişîn li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Erdem Gul û parêzer beşdarî dozê bûn. Parêzerên Serokomar Erdogan û Musteşarên MÎT’ê jî amade bûn.
Dadgehê biryara navberê da û dosyeya Gul jê veqetand û xwest bi hejmarek din bê dîtin. Serlêdana ji bo îadekirina Dundar jî hikum da ku li cihê xwe bimîne.
Dadgeh li gorî biryara dadgeha li ber çavan girt û li gorî wê biryarê tevgeriya.
Heyeta dadgehê danişîn taloqî 2’ê cotmehê kir.