WAN - Hevşaredarên Qelqeliyê yên qeyûm tayînî şûna kirin Handan Bagci û Şerafettîn Ozalp, piştî 2 sal cezayê li wan hat birîn hat erêkirin, girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê û Girtîgeha Wanê ya Servekirî.
Hevşaredarên Navçeya Qelqeliyê ya Wanê Handan Bagci û Şerafettîn Ozalp yên qeyûm tayînî şûna wan kirin û ji peywirê girtin û cîgirê wan Okan Bayram, her yer rastî 2 sal ceza hatibûn. Piştî dadgehê cezayê wan erê kir, ew şandin girtîgehê. Ji ber ku cezayê li wan hat birîn kêmî salekê maye Handan, Şerafettîn û Okan dê 20 rojan di girtîgehê de bimînin. Dadgehê piştî cezayê wan erê kir li Bagci û Ozalp heta 5 salan cezayê qedexeya siyasetê da wan.
Dadgeha Cezayê Asliye ya 1'emîn a Qelqeliyê der barê Hevşaredar Handan Bagci û Şerafettin Ozalp û Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram de ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê yên Kobanê bi îdîaya “Li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanan derketine" ji bo her kesekê-î 2 sal cezayê girtîgehê birîbû. Cezayê hevşaredaran ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Erziromê ve hat erêkirin. Piştî cezayê wan hat erêkirin hevşaredariya wan jî hat betalkirin. Dadgehê der barê hevşaredaran de heta 5 salan cezayê qedexeya siyasetê da wan. Handan Bagci şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Hevşaredar Şerafettin Ozalp û Cîgirê Hevşaredar Okan Bayram jî şandin Girtîgeha Wanê ya Servekirî.
GEL DÊ DI 24'Ê HEZÎRANÊDE BERSÎV BIDE
Hevşaredar Şerafettîn Ozalp, beriya wan bişînin girtîgehê daxuyanî da Ajansa Mezopotamya (MA) yê. Ozalp, diyar kir ku cezayê li wan hatiye birîn wêneyê bêzarî û bêçareseriya wan nîşan dide û wiha got: "Îktîdar hêza xwe winda dike û jahra hêza wê wê dikuje. Di 24'ê Hezîranê de gel dê bersîva vê yekê bide. Beriya hilbijartinê bi vî cezayî dixwazin vîna gel bişkînin. Dixwazin girseyê bê nefes bihêlin. 13 sal berê doz hatiye vekirin û doza ku wê demê hatiye vekirin dikin mijara darizandinê û ceza. Ev cezayê beriya hilbijartinê ne tiştekî asayî u ji rêzê ye. Hikûmet ji bo rejîma xwe ya dîkta ava bike serî li hemû rê û rêbazên li dijî hiqûq û li dijî zagonan dide. Lê gel û der û dorên demokrat û welatparêz êdî her tiştî dizanin û di ferqa her tiştî dene. Gel dê bersîvê bide.
CEZAYÊ KU DAN ME NÎŞAN DIDE KU LI VÎ WELATÎ EDALET TUNE YE
Hevşaredar Handan Bagci jî, diyar kir ku bi cezayê li wan birîn nîşan dan ku li vî welatî edalet tune ye û wiha got: "Bi vî cezayî dixwazin hêza muxalif bêdeng bikin. "Ev cezayê li me hatiye birîn nîşaneya bê edaletiyê ye. Li gorî nasnameya kesan ceza dibirin Ji ber ku di vê pêvajoyê de cezayê li me hatibû birîn hat erêkirin, em zêde şaş nebûn. Em ji siyaseta ku li Tirkiye pêş dikevin dizanin. Bi taybetî piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê gelek kes hatin binçavkirin û hatin girtin. Dixwazin gel bitirsînin. Bi taybetî hevalên me yên jin tên binçavkirin û girtin. Bi taybetî polîtîka li ser jinê dimeşînin. Biryara Dadgeha Îstinafê ya Erziromê nîşaneya bêedaletiyê ye. "