ENQERE - Baroya Enqereyê, bi armanca projeya "Li her dibistanekê parêzerek" a di Referanduma Qanûna Bingehîn de xist meriyetê, li Tevahiya Tirkiye belav bike, name ji 78 baroyên Tirkiye re şand.
Baroya Enqereyê bi armanca projeya "Her dibistanek û parêzerek" a di Referanduma Qanûnê Bingehîn a 16'ê Nîsana 2017'an de xist meriyetê, di hilbijartina 24'e Hezîranê de li hemû Tirkiye belav bike name ji 78 baroyan re şand. Serokê Baroya Enqereyê Hakan Canduran, name ji 78 baroyan re şand û xwest ew jî tev li vê projeyê bibin. Baroya Enqereyê bi Tevgera Bêyî Te Nabe proje kir yek û hewl dide hemû baroyên Tirkiye tev li vê pêvajoyê bike. Baroya Enqereyê xwest baroyên din jî bêjin "Êdî dora me ye" û tev li vê projeyê bibin.
Serokê Baroya Enqereyê Canduran di nameyê de diyar kir ku ew dibêjin ‘Ji her dibistanekê re parêzerek' û wiha got: "Ji ber ku welatê me bi biryara hilbijartina zordest dikeve hilbijartinê. Heta niha mînakek bi vî rengî pêk nehatiye. Di bin şertê OHAL'ê de û bi guhertinên qanûnên hilbijartinê yê dawî dê hilbijartina 24'ê Hezirane pêk bê. Welatiyên me yên di hilbijartina Serokomariyê û Parlamenteriyê de dengê xwe bidin, baweriya xwe ya ewlehiya hilbijartinê winda kirine. Em dibînin ku hilbijêr der barê azadiya ‘mafê hilbijartinê" de xwedî fikarên mafdar in. Em wekî Baroya Enqereyê ji bo em vî maf û azadiya hilbijêran biparêzin, em dixwazin welatî mafê xwe yê azadiya hilbijartinê di nava aramî, aştî û edaletê de pêk bînin. Ji bo em piştgiriyê bidin vî mafê wan em armanc dikin ku li "Li her dibistanekê û parêzerekî" bi cih dikin."