Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • rojane
  • 16:23 10 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serdanên ji bo Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kirin. Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek diyar kir ku divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine destpêkirin, di roja 45’emîn de berdewam dikin.
 
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.  
 
AMED 
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê di pêşengtiya TUAY-DER’ê de li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 38’an de berdewam kir. Gelek kes tev li nobetê bûn. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Çalakvanan, daxwaza xwe ya ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dubare kirin. 
 
Ji xizmên girtiyan û Dayika Aştiyê Emîne Al, di çalakiya îro de bi keça xwe Gulistan Al a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin re li ser telefonê axivî. Al, got ku ev 6 roj in di greva birçîbûnê de ye, Nobeta Edaletê silav kir û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser Rêberê me tê rakirin dê têkoşîna me bibiryardarî bidome.” 
 
Peyama Al bi tililî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Her wiha rêveberên DEM Partiyê yên Xana Axpar û Bismilê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê hatin serdana nobetê. 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz di çalakiyê de wiha got: “Em piştgiriyê didin Nobeta Edaletê. Tecrîda li ser Ocalan, derhiqûqtî ye. Divê tavilê bê rakirin. Serkeftinê ji bo dayikan dixwazin.” 
 
MÊRSÎN
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 38 roj in didome. Dayikên  Aştiyê jî di nav de gelek kes îro hatin serdana nobetê. 
 
Ji çalakvanan endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adîle Bakrak têkildarî armanca nobetê axivî. Bakrak, da zanîn ku têkoşîna wan 38 roj in didome û ev tişt anî ziman: “Sedema vê çalakiyê, zilm û neheqiya li ser me tê meşandin e. Zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Me zarokên xwe di nava xizaniyê û bi rondikên çavên xwe mezin kirin. Divê em li dijî vê zilmê bi destên hev bigirin û ji bo ku zarokên kurd, ereb, tirk, faris û eceman nemirin têbikoşin. Daxwaza me aştî ye. Banga min ji bo hemû dayikên li Mêrsînê ye. Bila dayik bi destên hev bigirin û di vê peywirê de cih bigirin. Bila zarokên me li girtîgehê û li leşkeriyê nemirin. Nifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Bila li Îmraliyê hevdîtin bên kirin. Wê demê dê gelek tişt çareser bibin. Lê destûra hevdîtinan nadin.” 
 
Çalakvanan di dema nobetê de stranên bi kurdî û berhemên helbestvanê kurd Cegerxwîn gotin. Di dema çalakiyê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
WAN
 
 
Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 37’an de didome. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, bernamzetên hevşaredariyan, komîsyonên navçeya Westanê û taxan û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek di çalakiyê de axivî û got ku ew bi Nobeta Edaletê ya dayikan re ne. Çîftyurek, wiha domand: “Dewlet dibêje ku qanûn û yasayên wê hene lê edalet tune ye. Girtiyên di greva birçîbûnê de baş dizanin bê ka îşkenceyeke çiqas mezin heye. Ev 45 roj in di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin. Mafê her girtiyekî hene. Mafê birêz Ocalan heye ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Ev 25 sal in çima hêj girtî ye? Divê birêz Ocalan azad bibe. Bila daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin û tecrîd bi dawî bibe.” 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 
 
STENBOL 
 
 
Nobeta Edaletê ya Stenbolê ku xizmên girtiyan bi li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê dabû destpêkirin îro jî berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan ji bo zindanan bi hezaran silav. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hate vekirin. 
 
Xizmên girtiyan di çalakiyê de li çepikan xistin, tililî avêtin û stran gotin. Her wiha dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo”  hatin berzkirin. 
 
DEM PARTÎ ÇÛ SERDANÊ 
 
Di çarçoveya piştevaniya bi xizmên girtiyan re de gelek kes hatin serdanê. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Bagcilar, Bakirkoy û Gungorenê jî hatin serdana çalakvanan. 
 
Ji xizmên girtiyan ku di çalakiyê de cih digire Fînce Akman got ku zêdetirî meheke nobetê digirin û ev tişt anî ziman: “Divê her kes xwedî li girtiyan û birêz Abdullah Ocalan derkeve. Jixwe armanca çalakiya me jî zarokên me û birêz Ocalan e. Em dibêjin ku ev sê sal in agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. CPT çima rola xwe nalîze? Çima CPT û her kesî xwe kerr, kor û lal kiriye. Ev ne tenê pirsgirêka kurdan, pirsgsirêka dewletê û her kesî ye. Em nabêjin tenê bila tecrîda rabe, em dixwazin birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.” 
 
ÎZMÎR
 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya Komeleya Xizmên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiya destpêkirin jî di roja 7’an de didome. 
 
Li eywana çalakiyê pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan", "Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibûn daliqandin. Her wiha çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Mûglayê û Navçeya Narlidere ya Îzmîrê hatin serdana çalakvanan. Rêveberên DEM Partiyê yên Mûglayê çîçek dan dayikan û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya wan. 
 
Fatma Surme ku dayika 3 girtiyan e di çalakiyê de anî ziman ku gelê kurd aştiyê dixwaze û divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Surme, axaftina xwe wiha qedand: “Nahêlin Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Tecrîda ku li wir dest pê kirî îro li tevahiya girtîgehan belav bûye. Divê ev tecrîd êdî bi dawî bibe û Abdullah Ocalan êdî azad bibe. Ez li vir bang li hemû kurdan dikim; werin em bibin yek û bi hev re vê tecrîdê têk bibin.” 
 
Çalakiya nobetê bi strîna stranên kurdî bedewam kir. 
 

Sernavên din

15/01/2024
14:38 Gultan Kişanak ji dadgehê re got: Hûn kî ne ku min didarizînin?
14:15 Girtiyê nexweş Guler sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin
13:57 'Gelê me nîşan da bê ka divê demokrasî çawa be'
13:23 Seroka EMEP’ê ya Stenbolê Barbaros ji bo îfadeyê birin qereqolê
12:47 Kedkarê Çapemeniya Azad Kalo vegot: Dilsozê doz û gelê xwe bû
12:37 Di 48 saetan de 56 herêm hatin bombebarankirin
12:35 Hilbijartinên tura duyem ên Amedê dê kengî bên lidarxistin?
11:58 Namzetên 48 bajar û navçeyan diyar bûn
11:46 Alîkariya mehane didin pîr û astengdaran diyar bû
11:39 Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir
11:07 Kesên tev li pêşhilbijartinê bûn: Dersa demokrasiyê hate dayîn
10:08 Wêranşarê namzetên xwe hilbijart: Îcar dema qezenckirina şaredariyê ye
09:41 Di şewata li Stenbolê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dan
09:14 Xwebûn bi manşeta ‘Mifteya Serkeftinê têkoşîn e’ derket
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 83 roj in tu agahî nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî 50 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:04 Delegeyên DEM Partiyê: Em ê qeyûman bişînin
09:02 Parêzerê rojnamevan Muftuoglû ya tê darizandin rojnamegerî bi xwe ye
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:37 Namzetên DEM Partiyê yên Wanê diyar bûn
14/01/2024
22:30 Li Farqîn û Peyasê pêşhilbijartin dê sibê bê lidarxistin
18:15 Encamên pêşhilbijartinan zelal dibin
16:32 Amedspor li deplasmanê berambere ma
16:31 Rêyên 298 gund û mezrayên Colemêrgê ji ber berfê hatin girtin
16:22 Ozbay ku piştî 31 salan hate tehliyekirin bi coş hate pêşwazîkirin
15:54 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê
15:40 Êrişên dewleta tirk zêde dibin: Du zarok û dayika wan birîndar bûn
14:59 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
14:58 Pêşhilbijartina li Peyasê hate taloqkirin
14:57 Konferansa TJA’yê di roja duyemîn de bi atolyeyan dom kir
13:53 Li çoltarê Şirnexê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:30 Tura duyemîn a pêşhilbijartinan dest pê kir
13:19 Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand
12:39 Bajar bi bajar, navçe bi navçe encamên pêşhilbijartinan
11:55 Rejîma Îranê ciwanekî kurd bi îşkenceyê qetil kir
11:54 Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan
11:23 Tehliyeya Kurt ev 14 meh in tê astengkirin
10:30 Dewleta tirk stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê bombebaran kir
09:56 Welatiyên li Şirnexê tev li pêşhilbijartinê bûn: Şahiya demokrasiyê ye
09:55 Ji rojnameger Silêman Ehmed 82 roj in tu agahî nayên girtin
09:54 Li Boluyê erdhej çêbû
09:52 Girtiyên siyasî 49 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:27 Serê Salê li Êlihê bi coş hate pîrozkirin
09:25 Mexdûrên erdhejê: AFAD ji bo xaniyan pere xwest
09:23 Çîftyurek: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan biaxive
09:22 Serokê Şaxa ÎHD a Amedê Yilmaz: Divê hikûmet guh bide grevên birçîbûnê
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2024’AN
08:18 Li Mêrdînê Serê Salê hate pîrozkirin
08:10 Encamên pêşhilbijartinê yên Mêrdîn û Êlihê diyar bûn
13/01/2024
22:43 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Yekane rê diyalog û aştiyeke birûmet e
22:34 Li bajarên Serhedê encamên pêşhilbijartinê zelal bûn
20:22 Li Şirnexê pêşhilbiajrtin temam bû, li Mêrsîn û Rihayê ma tûra duyan
19:36 Jinên di konferansa TJA’yê de axivîn peyamên aştiyê dan
17:25 ‘Ji bo bidawikirina şer divê Ocalan azad be’
16:32 Li Amedê serê salê: Derî hatin lêxistin, daxwaz hatin kirin
16:10 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Kûday bang li rayedaran hate kirin
15:55 Ji konferansa TJA'yê: Em şopdarên Sakîne Cansiz in
15:31 Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî daxwaza berdanê hate kirin
15:02 Faîlên Abak ê piştî 18 salan cenazeyê wî hate dîtin hate pirsîn
14:45 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê: Binpêkirinên mafan zêde bûn
14:41 Dayikên Şemiyê: Me Mehmet Eymur baş nedizanî
14:12 ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
13:29 Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga ‘xweparastinê’ kir
12:58 Wezîr Guler û fermandarên pê re hatin Şirnexê
12:16 DEM Partî li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe
12:07 Endamê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymur mir
12:00 Biryarên beraetê yên qetlîama Dedeogullari ‘derveyî hiqûqê’ hatin dîtin
11:06 DEM Partiyê Mitînga Filîstînê taloq kir
10:45 Li 32 bajaran bi ser malan de girtin: 113 kes hatin binçavkirin
10:31 Konferansa ‘Zincîra bêdengiyê’ dest pê kir: Berxwedana jinan dê belavî cîhanê bibe
10:30 Bertek nîşanî neberdana Aksoy dan: Gelê kurd dê tu car li dijî zilmê serî netewîne
10:11 Prz. Aras: Gava ku demokratîkbûnê pêk bîne, rakirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Vexwînerê 'Em ji bo aştiyê bibin dengek' Yaman: Pêdiviya me bi demokrasiyê heye
09:26 Ji rojnameger Silêman Ehmed 81 roj in tu agahî nayên girtin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 48'an de didome
09:20 Ji bo Abdullah Ocalan banga têkoşîna hevpar
09:04 ‘Bila girtiyê nexweş Bûrak bê dermankirin'
09:03 Piştî erdhejê xwezaya Meletiyê bi ÇED'an tê xerakirin
09:01 Soza qeyûman a ji bo trêna biray tenê li ser afîşan ma
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:34 Hejmara leşkerên li Zapê hatin kuştin derket 9’an
12/01/2024
23:28 DEM Partiyê bernamzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dan naskirin
23:02 Li Zapê 6 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn
20:31 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
20:10 Li Zapê pevçûn
20:03 Doza Kobanê: Kişanak dê dest bi parastina xwe bike
17:01 Nobeta Edaletê: Ji bo Serokatiya xwe em ê her tiştî bidin ber çavên xwe
16:44 ‘Her kêliya girtîgehê ji girtî Hanîfe Arslan re xetereya jiyanî ye’
15:57 Welatiyê ku tiliya wî li Şirnexê jê ve bûyî piştî 10 saetan hate emeliyatkirin
14:41 DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan
14:17 Aksoy a nehate berdan: Mereq nekin ez li ber xwe didim
13:43 DAD’ê piştgirî da deklarasyona ‘Em ji Aştiyê re bibin deng’
13:04 8 kesên li Bismilê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:57 TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe
12:52 Li Sêrtê li 4 navnîşanan 6 hezar û 643 hilbijêr hatin qeydkirin
12:03 DEM Partiyê 7 bajarên Tirkiyeyê ku dê namzetan lê nîşan bidin aşkere kirin
11:47 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:12 Ajokarê teqsiyê parêzera OHD’î tacîz kir
11:03 Zextên li Girtîgeha Şakranê zêde bûn
10:44 DEM Partî li Serhedê ji bo pêşhilbijartinê amade ye