STENBOL - Nexweşa tîroîdê Zeynep Kayra ya li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê, diyar kir ku kontrolên wê yên divê di beşa Tipa Nukleerê de bên kirin, di revîrê de tên kirin û wiha got: “Rayedarên girtîgehê mafê min ê dermankirinê ji min digirin.
Rewşa tenduristiya nexweşa tîroîdê Zeynep Kayran a li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê her ku diçe xirabtir dibe. Kayra bi îdîaya “Endamê rêxistinê” di 28’ê Îlona 2017’an de hat kirin û di 22’yê Sibata 2018’an de îdîanameya wê hat qebûlkirin. 20 kesên dinavê de Kayra jî heyî, di 10’ê Gulanê de cara yekemîn derxistin pêşberî dadgehê. Kayra ji Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê name ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand û bal kişand ser pirsgirêk û bin pêkirinên mafan ên li girtîgehê dijîn.
‘LÊGERÎNA TAZÎ DIKIN’
Kayra, diyar kir ku di serê hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de pirsgirêka tenduristiyê tê û wiha got: “Ji bo me derxinin revîrê, divê meşek sere derbas bibe. Tehlîlên xwînê li revîrê tên kirin û çawan dibe ku hemû encamên tehlîlên me mîna hev derdikevin. Bêyî ku lêkolîn bikin, dermanan didin me. Bijîşkê revîrê bi israr naxwaze girtiyan sewqî nexweşxanê bike. Ji xwe pir dereng nexweşan dibin sewqê. Nexweşan di ringên biçûk de dibin nexweşxanê. Ji bo nexweşên lezgîn jî, bangî beşa lezgîn nakin. Piraniya bijîşkan kelepçeya nexweşan venakin. Bijîşkên dixwazin vekin jî, leşker destûr nadin. Lêgerîna tazî pêk tînin. Di dema mayeneyê de leşker ji odeyê dernakevin. Ji ber vê yekê bêyî ku em bên derman kirin, em vedigerin girtîgehê.”
‘MAFÊ MIN Ê DERMAN KIRIN JI MIN DIGIRIN’
Kayra, anî ziman ku ew bi nexweşîya pençeşêrê a tîroîdê ya şikber a xerab ketiye û wiha bilêv kir: “Riska pençeşêr belavî organên min ên din bibin heye. Şert û mercên girtîgehê ji bo nexweşiya min pir xerabin. Derfetên xwarinê pir xerabin. Ji ber nexweşiya xwe nikarim hemû xwarinan bixwim. 2 mehan carekê kontrolên divê di beşên tîpa nukleer de bên kirin, di revîrê de dikin. Herî dawî gava çûm bijîşk bi lezgînê ji min endoskopî xwest. Lê ji ber fermandarekê sonda xwe ya hîpokratê binpê kir û dermankirin min asteng kir.”
‘GIRTIYÊN EDLÎ ÊRÎŞ KIRIN’
Kayra, di dewama nameya xwe de wiha got: “Di nîqaşeke herî biçûk a bi gardiyan û leşkeran re de, lêpirsîna dîsîplînê derbarê me de vedikin. Gava em giliyê wan jî dikin, hemû bê encam dimînin. Cezayên dîsîplînê didin me. Her ku em sewqî nexweşxanê dikin, fermandarê leşkerî axaftinê provokatîf dike û em li hemberî êrîşên fîzîkî û devkî yên girtiyên edlî re rû bi rû dimîn in. Her dawî hevalekê me li ber çavên leşkeran, bi kelepçekirî rastî lêdana hikûmxarên edlî hat.”
’ZAROKÊN MIN ÊN 10 Û 11 SALÎ DI NAVA ZORIYAN DENE’
Kayra, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Berî 5 salan min hevjînê xwe berda. Ligel vê nexweşiya xwe jî min hewl dida ez pêdiviyên zarokên xwe yên madî û manewî pêk bînim. Zarokên min tim mexdûr dibin û bi awayekê derûnî pê bandor dibin. Bi taybetî zarokên min ên 10 û 11 salî piştî ez ketim girtîgehê pir zoriyan dikişîn in. Ji bo bi rehetî herim nexweşxanê û bêm dermankirin, ez dixwazin dawî li binpêkirina mafan ên li girtîgehê û pêkanîn keyfî yên leşkeran bên.”