STENBOL - Yek ji avakerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku ji bo newekheviya namzetên Serokkomariyê ji holê bê rakirin, divê rewşa Selahattîn Demîrtaş bê nirxandin û got: “Ji bo em rêzê nîşanî van pêvajoyan bidin, divê demildest ev newekhevîtî ji holê bê rakirin.”
Piştî biryara hilbijartina zordest AKP- MHP û CHP, Partiya Saadet (SP), Partiya IYÎ û Partiya Demokrat (DP) du tifaqên cûda avakirin. Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku jî derveyî tîfaqê ma, Hevserokê xwe yê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de tê girtin ji bo namzetiya Serokkomariyê nîşan dan. Yek ji avakerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser newekheviya dinavbera Demîrtaş û raqîbên wî û wiha axivî: “Demîrtaş girtiye. Di şertên newekhev de em diçin hilbijartinê. Divê ev bêmafiya li Demîrtaş tê kirin, bê ser ziman. Bi taybetî ez ji bo mûxalefetê vê dibêjim. Ger mûxalifet dibêje divê di hilbijartinê de newekhevîtî rabe, wê demê divê vê jî weke madeyekê bigirin rojeva xwe. Ji ber hemû pêşbaz divê di şert û mercên wekhev de pêşbaziyê bikin.”
‘HDP JI DERVEYÎ ÎTÎFAQÊ HIŞTIN NE ETÎKE’
Unsal, anî ziman ku ji bo hemû kesê “bendava sifir” pêwîste û wiha got: “HDP ji derveyî îtîfaqê hiştin tê wateya, ‘bendav’ tenê ji bo HDP’ê derbas dare û ji bo yên din jî ‘bendava sifire.’ Piştî referanduma 16’ê Nîsanê pir baş tê bîra min, partiya desthilatdariyê, dê berî her tiştî pirsgirêka bendavê ji holê rakira. Ne rakirina bendavê pirsgirêkek etîkiye. Partiya desthilatdar dibe ev pirsgirêka etîkê ji holê ranekir. Wê demê erka herî mezin dikeve ser mile mûxalefetê. Divê bide bibîrxistin ku ev yek ne raste.”
‘ETÎKET KIRINA HDP’Ê DÊ ZIRARÊ BIDE HEMÛYAN’
Unsal, da zanîn ku HDP partiya mezin a sêyemîn a parlamentoyê ye û wiha bilêv kir: “Welatiyên cara yekemîn dengên xwe dan HDP’ê. Etîket kirina HDP’ê dê zirarê bide yekîtiya mîlî û yekbûyîna mezin a Tirkiyeyê. Sûcekê ‘Gel sewqî hêrs û dijminantiyê kirin’ heye. Ev jî sûcek wihaye.”
‘NAMZET DIVÊ REWŞA DEMÎRTAŞ BINÎN SER ZIMAN’
Unsal, destnîşan kir ku ji bo newekheviya namzetên Serokkomariyê ji holê bê rakirin, divê berî her tiştî rewşa reqîbên xwe Selahattîn Demîrtaş bînin ser ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez li bendême ku îtîfaqa cumhur jî rewşa Selahattîn Demîrtaş bîne ser ziman. Ji ber ku newekheviyek pir vekirî li holê heye. Serokê Komîteya Şopandina Wekheviyan bêyî pêdiviyê bi serlêdanan bibîne divê vê newekheviyê bîne ser ziman. Dibe ku saziyên fermî vê yekê nebînin, lê em dikarin vê bînin ser ziman û ji bo vê xebatan bi rêve bibin. Avakerên civaka sivîl dikarin bên gel hev û bikevin nava hewldanan. Ji bo em rêzê nîşanî van pêvajoyan bidin, divê demildest ev newekhevîtî ji holê bê rakirin.”
MA / Muhammet Dogru