NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Navenda Lêkolîna Stratejik a Rojava nivîskar Temoz Şemalî, têkildarî geşedanên li Idlib û ketina Tirkiye ya Idbilê nirxand û wiha gto: "Armanca Tirkiye ne ewlehiya Îdlibê ye. Tirkiye armanc dike ku rê li pêş Feresayona Bakurê Sûriyeyê bigire û destûr nede xwe bigîne Deryaya Sipî û Efrînê bifetisîne.
Bajarê Efrînê piştî Şoreşa Rojava 5 salin ji kantonên bajarên kurdan hatiye qutkirin. Kantona Bajare Efrînê di bin dorpêçê û êrîşên Tirkiye de xweseriya xwe diparêze û di ber xwe dide. Car caran TSK raste rast gundên girêdayi Efrînê dide ber tang û topan. Car caran ji komên çekdar ên girêdayî Tirkiye êrîşî gundên Efrînê dike. Tirkiye ku leşkerên xwe xist Cerablusê xwest Efrînê têxe bin kontrola xwe, niha jî leşker şandin Idbile û hewl dide Efrînê dorpêç bike.
Endamê Navenda Lêkolîna Stratejik a Rojava - NRLS û nivîskar Temoz Şemalî, êrîşên Tirkiye yên li dijî Efrînê û ketina tirkiye ya bajarên Cerablus, Ezaz û Ibdibê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Şemalî, diyar kir ku armanca sereke ya Tirkiye ya ketina axa Sûriye ewe ku Şoreşa Rojava bifetisîne û rê li pêş kurdan bigire û destûr nedin Kurd xwe bigînin Deryaya Sipî. Şemalî, anî zimanku di êrîşa li dijî Efrînê de kurd dê di ber xwe bidin û wiha got: "Hêza kurdan a li Efrînê hem di milê leşkerî de û hem jî di milê derûnî de gelek xurt e.
Axa Efrînê hem di milê xwezayê û hem jî di milê çandineyê de cihekî dewlemen de. Dîsa wekî bajarê Berxwedanê tê zanîn. Bajarê Efrînê piştî şoreşa Rojava xweseriya xwe jî îlan kiriye û parastiye. Ji ber ku Efrînê li axa herî rojava ya Kurdistanê ye, ji ber vê yekê wekî difina (bêvila) Kurdistanê ku nefesê dide tê gotin. Efrîn ji destpêkê de bajarê Kurdan ê Kurdistanê ye. Di şerê yekemîn ê cîhanê de piştî tirmenan êrîşî ermeniyan kirin, gelek ermenî hatin li vir bi cih bûn. Piştre ermenî çûn li Helebê bi cih bûn. Di sala 1946'an de deba Dewleta Sûriye hat avakirin, ereb hatin li vir bi cih bûn. Bi taybeti piştî Partiya Baas hat îktîdara Sûriye zagona çandiniyê derxist û axa vir da ereban. Ji ber vê yekê niha ereb jî li wir hene. "
EFRÎN BAJARÊ BERXWEDANÊ YE
Şemalî, destnîşan kir ku Efrîn wekî bajarê berxwedanê jî dê zanîn û wiha got: "Di salên 2012- 2013'an de zor û zahmetiyên mezin dît. Heta niha êrîşên herî giran ên li dijî Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatine. Gelê Efrînê bi dihan caran bi sed hezaran derketin kolanan û bertekên xwe anîn ziman. Di 5 salên dawî de Efrîn bû bajarê berxwedanê. Gelek caran rastî êrîşan hatin. Hin caran rastî êrîşên Ceyş-ul Hur (Artêşa Sûriyeya Azad) hatin. Hin caran rastî êrîşa DAIŞ'ê hatin. Gelek caran jî Cebhet El Nusra êrîşên dijwar pêk anîn. Piraniya êrîşan jî ji aliyê TSK'ê ve pêk hat. Di şoreşa Xweseriya Demokratik a li Rojava de Destûr nadin ku kantonên li herêma Rojava bibin yek. Destûr nadin ku Cerablus bi kantonan re bibin yek. Naxwazin ku koorîdor vebe. Tirkiye bi DYA û Rusya re li hev kir û herêma di na vbera Efrîn û Kobanê de dagir kir. Bi ketina Azez û Cerablusê de kanton ji hev qut kirin."
ARMANCA TIRKIYE NE IDLIB E, ARMANC EFRÎN E
Şemalî, bal kişand ser hewldana Tirkiye ya li Idlibê û wiha got: "Tirkiye bi ketina Idbilê ne ji bo ewlehiya Idlibê ye. Dijberî ewlehiya Idbilê armanc dike ku destûr nede Federasyona Sûriyeya Bakur xwe bigîne Deryaya Sipî. Armanca sereke ya Tirkiye wê korîdora diçe Derya Sipî bigre. Dixwaze her dem Efrînê di bin gefan de bihêle û wê di wir de bifetisîne. Ji xwe beriya ku Tirkiye têkeve Idlibê çeteyên li Idlibê girêdayî Tirkiye bûn. Her tişt di bin perdeyê de dihatin kirin. Gelê Efrîne li dijî êrîş û gefên Tirkiye bi sed hezaran derketin kolanan û meşiyan. Diyar kirin ku ew bi YPG, YPJ'ê re ne. Gelê Efrînê di milê hêza leşkerî û derûnî de amade ye ku Efrînê biparêze."
EFRÎN DÊ BERSÎVÊ BIDE ERDOGAN
Şemalî, bal kişand ser gotina Erdogan a "Bila nebe Kobana duyemîn" û wiha berdewam kir: "Di êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê de gelê Kobanê ji êrîşan re ne amade bû. Gelê Efrînê ji êrîşên Kobanê gelek derst derxist û xwe bêtir bi rêxistin kir. Jina 60 salî jî perwerdehiya leşkerî girtiye. Gotina Erdogan a "Bila Idbil nebe Kobaniya duyemin" divê Erdogan bersîva xwe ji Efrînyan bistîne. Gelê Efrînê dê bersîvek baş dibe Erdogan yê DAIŞ'ê xwedi dike.
GELÊ EFRÎNÊ GELEKÎ AŞTÎPARÊZ E
Şemali herî dawî wiha got: "Ez dibêjin kesê şer dixwaze tune. Gelê Efrînê gelekî aştîxwaz û aştîparêz e. Lê dema zor lê bê kirin û wê bikişînin nava şer jî Efrîn dizane dê çawa şer bike. Bi taybetî dixwazim bang li hêzên navneteweyî bikim. Ez bang li DYA û Rûsya dikim. Başûrê Sûriye dikare piştgiriyê bide çareseriya aştiyane. Ya din divê çeteyên ku dikeve Sûriye wan bi sînor bike. Çawa ku berê Tirkiye DAIŞ ajot ser Kobanê, Îro jî dixwaze vê yekê li Ibdilê pêk bîne. Divê hêzên navneteweyî rêyekê bibinin. Hêza Efrînê ya xwe biparêze heye. 5 salên ku Efrînê xwe paratiye li ber çavan e.
MA / Selami Aslan