'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'

img

STENBOL - Yek ji îmzekarên deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” derhênera belgefîlm û sînemayê Nejla Demîrcî, diyar kir ku divê zimanê aştiyê ji nû ve were avakirin û wiha got: “Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê bibîne divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê kurd e.”

Li Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” ku ji aliyê 564 hunermend, rexnegirên hunerê, nvîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û akademîsyenên hunerê ve hatiye îmzekirin di 7’ê çileyê de hat ragihandin. Di deklarasyonê de bang hate kirin ku desthilat dest ji polîtîkayên şer, tecrîd û zextan berde û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re  hevdîtinê bike. 
 
Yek ji îmzekara deklarasyonê derhênera belgefîlm û sînemayê Nejla Demîrcî, têkildarî deklarasyonê nirxandin kir.  
 
‘PÊDIVIYA HERKESÊ BI AŞTIYÊ HEYE’ 
 
Demîrcî, anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêş aştiyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Demîrcî, destnîşan kir ku ji bo Tirkiye ji nava tarîtiya di nav de derkeve pêdivî bi aştiyeke civakî heye û wiha got: “Ji bo em ji vê pêvajoya tarî derkevin yekane pêdiviya me aştî ye. Aştî ne tişteke ku tenê kurd daxwaz bikin û pêdiviya wan pê bi heye be. Meseleya aştiyê meseleyeke ku hemû gelên Tirkiyeyê daxwaz bike ne. Divê herkes cesaret bike ku bêje ‘ez aştiyê dixwazim, ji bo aştiyê bang dikim’. Ji bo ku aştî ji bo lazan, çerkezan, ermenan û ji bo hemû gelên din hewcehî ye. Ji bilî vê niha li ser serê hemû civaka hunerê ya li Tirkiyeyê darek heye. Ji bo bi vî darî re têbikoşin pêdiviya me gelek bi aştiyê heye.”
 
‘PÊVAJOYA 2013’AN BÛ HÊVÎ’ 
 
Demîrcî, bal kişand ku li Tirkiyeyê girêdayî pirsgirêka kurd şerekî ku zêdetirî 40 salan berdewam dike heye û wiha berdewam kir: “Beriya niha di sala 2013’an de têkildarî vê pêvajoya diyalog û muzakereyê çêbû. Ev ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê ji bo hemû gelên cîhanê bû hêviyek. Lê weke herkes dizane ji ber hin siyasetmedaran mase hate hilweşandin. Pişt re şer, xwîn û hêsrên çavan dest pê kir. Rewşa îro em tê de ev e. Ji bilî rizîbûna heyî civak di nava tundiyekê de ye. Her roj jin tên qetilkirin. Mafê makeqanûnî yên sînema û hunerê ji destê wan tê girtin. Em li hawirdoreke ku her tişt weke sûc tê dîtin dijîn. Welatekî ku herkes di nav tirsê de dijî dikare hebe?”
 
DESTNÎŞANKIRINA ‘HEVRÛBÛNA RASTIYAN’ 
 
Demîrcî, anî ziman ku li tu deran bi ewle nînin, yekane şertê ku bi ewle bin aştî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî ji bo ewlehiya tiştên ku niha em dikin şert e. Em ê dest ji daxwaza vê yekê bernedin. Ji bo vê jî divê ewilî rêya diyaloga civakî were vekirin û berpirsyartiya me hemûyan di vê yekê de heye. Xuyaye ku polîtîkayên şer û tengezariyê bi kêrî siyasetê û serweran tê. Heke desthilat û serwer xwe ji vir bidin jiyîn wê demê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Yekane tişta girîng jî diyalog e. Divê em bi cîran, dikandar û hemû beşên civakê re biaxivin. Ji bo aştî pêk were bi kê re hewce bike divê hevdîtin were kirin. Divê bi rastiya vî welatî jinûve hevrû bin.”
 
Demîrcî, destnîşan kir ku divê jinûve zimanê aştiyê were avakirin û wiha lê zêde kir: “Heke li herî jor li Meclisê zimanê tundiyê were avakirin, divê em weke rewşenbîr berovajiyê vê yekê ava bikin. Em dikarin bi huner, siyaset û têkiliyên me yên mirovî vî zimanî ava bikin. Ez weke hunermendeke sînemayê difikirim ku pêkhateyeke vê yekê me. Têkoşîna jinan jî pêkhateyeke vê rewşê ye. Siyaset pêkhateya sereke ya vê yekê ye, ji ber wê yekê aktorên çareseriya vê pirsgirêkê kî bin divê bi wan re hevdîtin were kirin. Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê bibîne divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê kurd e.”
 
‘AŞTIYÊ DIXWAZIM’  
 
Demîrel, cezayê ku hempîşeyê wê Çayan Demîrel ê ji ber di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de belgefîlma Bakûr çêkir bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belgefîlma Bakûr esas ji bo ku em ji hev du fêm bikin hatibû çêkirin. Mixabin belgefîlm weke sûc hate hesibandin. Em dikarin kameraya xwe li her cihê em dixwazin bi cih bikin, mafê me heye ku çîroka her meseleya em dixwazin qeyd bikin. Ev mafekî makeqanûnî ye û sûc nîne. Hempîşeyê min Demîrel hate darizandin û tê xwestin ceza bikin. Dema niha em li vê atmosfera civakî binêrin, her tişt perçeyê hev dû ye. Ewqas tiştên me hene ku em bi hev re aştiyê pêk bînin, ne tenê li ser pirsgirêka kurd, li vî welatî gelek tiştên me hene ku em aştiyê pêk bînin. Ji bo ku min dest ji aştiyê berneda li vir im û daxwaza aştiyê dikim.” 
 
MA/ Esra Solîn Dal

Sernavên din

16/06/2024
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin