MÊRSÎN - Nivîskar Adîl Okay, bal kişand ser îtîfaqên piştî hilbijartina zordest hatin avakirin û got: “Li ger gelên Tirkiyeyê hilbijartina du eniyên rastgir tê ferzkirin. Li dijî dîktatoriya AKP’ê ger em HDP’ê ji derve de bihêlin, dê pêşeroja welat tarîtir bibe.”
Nivîskarê lîstika binavê “Dinava taritiyê de rûyên ronahî” ya behsa Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ên di 6’ê Gulan 1972’an de hatin bi darvekirin Adîl Okay, hilbijartina zordest û girîngiya peyama Denîzan ên di 6’ê Gulanê de dayîn nirxand.
‘TÊKOŞÎNA DENÎZAN BERDEWAM DIKE’
Okay, diyar kir ku li aliyekê zilm berdewam dike û li aliyê din jî li dijî zilmê têkoşîna mirovên mîna Denîz Gezmîş berdewam dike. Tirkiye gav bi gav ber bi faşîzmê ve diçe û hewl didin pergaleke dîktator ava bikin. Li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê, mûxalefetê îtîfaq ava kir. Serokê AKP’ê yê Giştî Tayyîp Erdogan eniyek rastgir ava kiriye. Lê sed heyf û mixabin partiyên dibêjin em sosyal demokratin, eniyek din a rastgir avakirin. Li ger gelên Tirkiyeyê hilbijartina du eniyên rastgir ferz dikin. Lê Denîş Gezmîş gotibû ‘Ji bo ev gel bi hevre bijîn pêdivî bi demokrasiyê heye.’ Ji ber vê, ji bo gelên Tirkiyeyê, mirovên aştî û demokrasiyê dixwazin, yekîtiya gelên Kurd û Tirk girînge. Îro ev yek ji bo me girînge. Niha hejmara mirovên girtî yên di girtîgehan de li holê ye. Serokekê giştî yê partiyekê ku bi 6 mîlyon dengan hatî hilbijartin Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê deye. Ma em dikarin li welatek wiha behsa demokrasiyê bikin?”
‘BI TENA SERÊ XWE LI ÇARESERIYÊ GERÎN, NE ÇARESERIYE’
Okay, anî ziman ku di 24’ê Hezîranê de hilbijartina zordest heye û wiha bi dawî anî: “Hûn nikarin bi tena serê xwe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin. HDP’ê ji derve de hiştin, çareserî nabe û hûn nikarin wiha jî çareser bikin. Ger li dijî dîktatoriya AKP’ê hûn Kurdan û HDP’ê ji derve de bihêlin, dê pêşeroja vî welatî tarîtir bibe. Ligel hemû polîtîkayên şaş ên heyî, baweriya min ewe ku dê helbesta Denîş Gezmîş û hevalên wî deng vede. Di hilbijartina pêş dê AKP winda bike. Bi vê baweriyê me bixebitin û bi ser bikevin.”
MA / Haci Yusuf Topaloglu