ÎZMÎR - Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, ji bo beşdarî merasima cenazeyê dayika xwe Saliha Hamzaoglu bibe, ji girtîgeha Sîncanê anîn Îzmirê. Cendirmeyên ku Hamzaoglu anîn merasima cenaze, destûr nedan ku li ser cenaze axaftin bike.
Dayika Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu, Saliha Hamzaoglu ya demek dirêj e li Nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylulê dihat dermankirin di 4'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo cenazeyê Saliha îro li Îzmirê merasimeke girseyî hat lidarxistin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, ji bo beşdarî merasima cenazeyê dayika xwe Saliha Hamzaoglu bibe, ji Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê anîn Îzmirê. Cendirmeyên ku Hamzaoglu anîn merasima cenaze, destûr nedan ku li ser cenaze axaftin bike. Cenazeyê Saliha di saetên serê sibê de ji morga Nexweşxaneya Zanîngeha 9 Eylulê derxistin û anîn Mizgefta Haci Ahmet Tatari ya Taxa Çankaya ya li navçeya Konaka Îzmirê. Gelek nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî tev li merasimê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Alî Atalan, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Serokê Konseya Navendî yê TTB'ê Raşit Tukel amade bûn.
Hamzaoglu di nava cendirmeyan de li gel Hevserokê Gişti yê HDP'ê Sezai Temellî hat tev li merasime bû. Hamzaoglu, di merasimê de taziye qebûl kir û li ser darbesda dayika xwe rawestiya. Hamzaoglu, ku di merasimê de sersaxî qebûl dikir, dema rojnamegeran xwest pirsan jê bike cendirmeyan destur neda ku axaftin bike. Hamzaoglu, di merasimê de got "Ji ber dayika Dêran Mamoste Ayşe got 'Bila zarok neyên kuştin' tevî pitika xwe Dêran hatin girtin. Li welatê ku Dêran bên girtin wateya gotinê tune ye." Di vê navberê de cendirmeyan axaftina Hamzaoglu qut kirin.
TEMELLÎ: TIŞTÊN HAMZAOGLU DIJÎN TUNDIYE
Akin Bîrdal berî nimêja cenazeyê, got ku astengkirina Hamzaoglu li dijî mafê mirovane.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di merasîmê de axivî û wiha got: “Di merasîma cenazeyê de cendirmeyên bi çek hene. Wêneyê dibin siya çekan de merasîma cenazeyê kirin, wêneyek bi êşe. Ligel ku hat zanîn ku dê dayîka Hamzaoglu jiyana xwe ji dest bide jî, destûr nedan Birêz Hamzaoglu cara dawî dayîka xwe bibîne. Tiştî Hamzaoglu dijîn, tundiye. Bi her awayî tunediyê pêk tînin. Ev yek nayê qebûl kirin.”
Piştî nimêşa cenazeyê hat kirin, cenaze anîn Goristina Zeytînalan a navçeya Urla û sipartin axê. Dûre Hamzaoglu xatirê xwe ji kesên beşdarî merasîma cenazeyê dayîka wî bûn xwest û cendirmeyan Hamzaoglu cardin birin girtîgehê.