AMED - Piştî îtîfaqa AKP-MHP'ê biryara hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê stend, beriya hilbijartinê dîsa dest bi belavkirina komêrê kirin. Niha jî komira hilbijartinê li Sûrê belav kirin.
Di her serdema hilbijartinê de ji aliyê îktîdara AKP'ê ve komir û makarna li welatiyan tê belavkirin. Piştî îtîfaqa AKP-MHP'ê biryara hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê stend, disa komir hat belavkirin. AKP ku her hemû derfetên dewletê dixe xizmeta xwe û wekî qenciya xwe dide nîşan niha dîsa dubare dike. Beriya Hilbijartina 24'ê Hezîranê komira hilbijartinê li Sûrê belav kirin. Piştî hikûmeta AKP'ê li ser Sûrê 2 salan qedexe îlan kir û bi biryara Lijnewa Wezîran tax tev xera kirin, niha li taxên Îskenderpaşa, Gokalp û li pêş Mizgeftên Kebir, Nebîyê ketober komir vala kirin. Hikûmeta ku di destpêka zivistanê de komir li welatiyan belav nekir, piştî ku zivistan qediya û pêvajoya hilbijartinê dest pê kir hêj nû li welatiyên Sûrê komirê belav dike.
Komira ku berê AKP'ê li Welatiyên Lîcê û Pasûrê belav kiribû 2 salin li çolê ye û kes xwe mûhtacî wê nake.