STENBOL - Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî, di konferansa Pîrebokên Kampusê de axivî û diyar kir ku pergal zêde ji têkoşîna azadiya jinê ditirse û wiha got: “Têkoşîna me tirsa wan e. Her ku em têdikoşin bêtir tirsa wan zêde dibe."
Pîrebokên Kampusê ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin û tev li Konferansa Pîrebokên Kampusê ku bi şîara "Azadî di destê me de ye" bûn. Konferansa Pîrebokan di roja duyemîn de li Salona Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSKAD) ya Kadikoyê didome. Di konferansê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Şêwirmendiya Xemrî, Pîrebokên Liseyî û gelek jinên din amade bûn. Li salona Konferansê pankartên "Hemû jinên cîhanê bibin yek, Ji bilî kenê me wekî din tiştekî em winda bikin tune ye" û "Em neviyên pîrebokên ku we nekarîbû wan bişewitînin in", "Îsyana Jinan ji kampusan belav dibe" vekirin. Jinan li ber stranên kurdî û tirkî govend gerandin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “ Bijî têkoşîna me ya bi rêxistinî"
‘YEKANE RÊ TÊKOŞÎN E'
Di Konferansê de ewil Endama Pireboka Kampusê Hatice Goz, diyar kir ku rizgariya jinan bi têkoşîna wan pêkan e û wiha got: “Ji ber vê yekê divê jin têkoşînê bidin ser xwe. Divê em azadiya xwe teslîmî mêran û kesên din nekin. Divê em pêşengiya vê têkoşînê bikin. Yekane rê têkoşîn e."
‘GUHERTINA JINÊ GUHERTINA CIVAKÊ YE'
Dayika Aştiyê Bedia Akgun jî diyar kir ku jin li her qadê ne û xwest êdî jin xwe bi rêxistin bikin, zane bikin û bi xwe re derdora xwe jî zane û bi rêxistin bikin."
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fîgen Ektî jî di konferansê de diyar kir ku pergal zêde ji têkoşîna azadiya jinê ditirse û wiha got: “Têkoşîna me tirsa wan e. Her ku em têdikoşin bêtir tirsa wan zêde dibe. Niha civak di bin tecrîdek gelek giran de ye. Tecrîd mirovan dixe nava pergala koletiyê û dest ji xwe berdide. Em êrîşên li dijî jinan dibînin. Çima jin rastî êrîşên wisa giran tên. Têkoşina me wan ditirsîne. Ji ber vê yekê em dê bêtir têbikoşin. Em dê bêtir lêpirsîn bikin û bi ser de biçin. Em dê her dem di nava lêgerina rêya rast de bin. Em dê tekoşîna jinan derxin pêş."