QAMIŞLO - Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed ji bo dawîlêhatina operasyona Tirkiyê û projeyên wê yên guhertina demografî li Sûriyeyê bang kir û got: "Divê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li dozgeriyên navdewletî were radestkirin.
Platforma Hiqûqnasên Sûriyê li navçeya Amûdê bi tevlêbûna 170 parêzer û hiqûqnasî û gelek nûnerên rêxistinên civakî berdewam dike. Ewil Hevşaredarê Gel a navçeya Amûdê Emar Hisên axivî. Piştre Hevseroka Meclîsa Sûriyaye Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî. Ehmed bi xêrhatina beşdarkirina û hêvî kir ku platform encamên layiqî berxwedaana Efrînê bigire. Îlham Ehmed bal kişand ku şerê li Sûriyê bi dijwariya xwe didome û tenê sivîl fotoreya vê şerî didin û got, "Sûriya bûye meydana şer. Şerê ku li Sûriyê didome, şerê berjewendiyiên hêzên navdewletî û herêmî ne. Di encama vê şerî de tenê sivîl dibin qurbanî û fatoreya şer didin ku rastî kuştin, revandin, koçberî, destdirêjiya cinsî li ser jin têne."
'LI SER GUHERTINA DEMOKRAFIYA SED SALÊN PÊŞ ÎTÎFAQÊ DIKIN'
Îlahm Ehemd di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser guhertina demografî ku di encama peyama di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsya pêk tê û wiha axivî: "Guhertina demografî yek ji planên herî qirêj e ku têne kirin, armanca xwe parçekirin e. Ji bo van dewletan ev tişt ne nû ye. Beriya niha jî tecrûbeyên wan bi vê rengî hebûn, lê ya ku em qala wê din, ya sedsala 21‘emîn e ku ji bo sed salên li pêş jî tê amadekirin."
'BÊDENGÎ KARÊ TIRSONEKAN E'
Îlham Ehmed, bal kişand ser bêndegiya civaka navdewletî ya li hemberî van planan û wekî helwesta newêrek û bi tirs bi nav kir. Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehemd diyar kir dagirkirina Efrînê encamên lihevkirinên navdewletî bû û wiha berdewam kir: "Divê em rastiyê bêjin ku heger welatên bi bandor destur nedaba, Tirkiyê nedikarî yek gavê bavêje. Welatên ku destur dane Tirkiyê berpirsyarên binpêkirinên ku li Efrînê rû didin e. Li Efrînê rewşeke trajîdî tê jiyankirin. Mafên mirovan tê binpêkirin, dizî, talankirin, kutşin, destdirêjî, heqaret li dijî sivîlan, leşkerkirina zarokan, siyasetên qirkirina etnîkî, rûxandina pîrozgehên Êzidî û Elewiyan û deverên şûnwaranû hwd."
JI BO RIZGARIYA EFRÎNÊ RÊBAZÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ
Îlahm Ehmed berxwedana gelê Efrînê û şervanên YPG û YPJ‘ê silav kir û wiha lê zêde kir: "Berxwedaniyeke lehengî hate meşandin. Lê komployên navdewletî ji Efrîn mezintir bû. Her kes dixwest Erdogan razî bike da ku berjewendiyên xwe biparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Ji bo rizgarkirina Efrînê carekedin pêwîste rê û rêbazên cuda hebin, ji wan rêbazên siyasî û qanûnî, di aliyê qaûnî de divê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û sucên wê radestî dozgeriya navdewletî werin kirin û kesên li pey van sûcan werin derizandin. Komployên dagirkeran ji îradeya gelê me ne mezintir e, ji ber ku em mafdar in. Em li vir kom bûne da ku rastiyê tesbît bikin û sûcdaran radestî dadgehan bikin."
'DIVÊ HEMÛ HIQÛQNAS SEFERBER BIBIN'
Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed, herî dawî bang kir û wiha got: "Divê hemû hiqûqnas li hemberî dagirkeriyê serferber bin û yekrêziya xwe ava bikin. Armanca me rizgarkirina Efrîn û herêmên dagirkirî ye. Darizandina sûcdaran e. Divê hiqûqnasên Sûrî yên derveyî welat li hember dagirkeriya Tirkiyê bi hev re piştgirî bidin. Rêxistinên hiqûqî yên navdewletî derbarê binpêkirinên li Efrînê rû didin ji bêdengiya xwe derkevin û li gorî zagonên mafên mirovan tevbigerin. Nava Neteweyên Yekbûyî li aliyekî bimîne û temaşeya şer û guhertina demgrafî li Efrînê bike. Herî dawî banga min ji malbatên Sûrî yên li Efrînê hatin bicihkirin bila nebin amûra şerê Ereb- Kurd û ji bo berjewendiyên Tirkiyê ne xebitin, her wiha qebûl nekin ku herêmên bi şer bi cih bibin."