QAMIŞLO - Platforma Hiqûqnasan a Sûriyê bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo parastina nasnameya Efrîna dagirkerî" hatiye organîzekirin, li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê dest pê kir.
Platforma Hiqûqnasan a Sûriye bi tevlêbûna 170 hiqûqnas û parêzeran, bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo parastina nasnameya Efrîna dagirkerî", li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê dest pê kir. Platform, bi tevlêbûna hiqûqnas û parêzeran, Hevseroka Meclîsa Sûriyaye Demokartîk Îlham Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û TEV-DEM bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Amûdê Emar Hisên axftina destpê kir. Hisên bi xêrhatina beşdaran kir û bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Emar Hisên di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berxwedana Efrînê bi saya hevgirtina gelên herêmê û çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê didome û got, "Ji bo em karibin planên dagirkeriya Tirkiyê têk bibin, divê em xwedî li projeya demokrasiyê ya li Bakurê Sûriyê derkevin û rêkrêziya xwe xurtir bikin."
Platform bi axaftinan didome.