DERSIM – Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Dersimê Hidir Oduncu, diyar kir ku ew dê li diji kesên dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin li Dersimê ji 2'yan 2 wekîlan derxin û hemû dengan tevî kom bikin.
Partiyên AKP-MHP-BBP li aliyekî îtîfaq ava kirin, Partiyên CHP, ÎYÎ, Saadet (SP) û Demokratê (DP) li aliyêdin îtîfaq ava kirin. Piştî HDP li dervê xwe hiştin gelek ronakbirên civakê diyar kirin ku ev îtîfaqên li dijî HDP'ê ne û dixwazin bi vê yekê HDP'ê di bin bendê de bihêlin. Têkildarî îtîfaqên hatin avakirin Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dersimê Hidir Oduncu, diyar kir ku ew dê plan û projeyên partiyên din tevan vala derxin û li Dersimê ji 2 parlamenteran 2 parlamenteran jî qezenç bikin. Oduncu, anî ziman ku îktîdarê bi hilbijartina zordest li ser gel zextan dimeşîne û dixwaze dîsa xwe li ser piyan bihêle û wiha got: “Di vê pêvajoya ku hilbijartin di rojeva Tirkiye de tune bû îktîdarê hilbijartin xist rojevê. Wekî ku malê xwe ji agir birevîne. Îktîdar hem di qada aborî de hem jî di qada siyasî de êdî nikare welat bi rêv bibe. Piştî êrîşî Efrînê kirin, ji bo dengê nîjadperestan ji destê wan dernekeve dixwazin bi lez û bez hilbijartinê pêk bînin. Ew dizanin ku roj bi roj xwînê winda dikin û dengê wan kêm dibe. Piştî êrîşa li ser Efrinê xwestin hilbijartina zordest pêk bînin.
ÎTÎFAQA GELÊN BINDEST DÊ PLANÊN WAN PÛÇ BIKE
Oduncu anî ziman ku îtîfaqa gelên bindest dê plan û projeyên wan puç bike û li Dersimê ji 2 wekîlan 2 wekîlan qezenç bikin û yên din vala bişînin malên wan. Oduncu, destnîşan kirin ku tişta îktîdarê kir tenê hewl da ku HDP'ê ji meclîsê dûr bixe. Lê tevî her tiştî hemû hêzên çepgir û gelên bindest piştgiriyê didin HDP'ê. Xwestin HDP’ê bi tenê bihêlin. Lê dijberî vê yekê xwe bi tenê hiştin. Wekî hilbijartina 7'ê Hezîranê hemû gelên bindest dê bibin yek û dengê xwe bidin partiya gelan HDP'ê. Gelên Tirkiye dê li dora HDP’ê bibin xelek. Gel hem dêli dora namzetê xwe yê Serokomar Selehattîn Demirtaş û hem jî li dora HDP’ê bibin yek û di 24'ê Hezîranê de li Dersimê dê ji 2 wekîlan 2 wekîlan bi dest bixin.