MÊRSÎN -Aborînas Ahmet Şahînoz ku mûçeya kêmtirîn ku bû 17 hezar TL nirxand, diyar kir ku bi vê enflasyona heyî dê mûçeya kêmtirîn di nava 4-5 mehan de bihele û got: "Karker dê di 2024'an de herî kêm 6 mehan di biniyê sînorê birçîbûnê de bixebitin."
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan ragihand ku mûçeya kêmtirîn a sala 2024'an dê 17 hezar û 2 TL be. Serokê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirk (Turk-Îş) Ergun Atalay ku sînorê birçîbûnê yê meha Kanûnê wekî 14 hezar û 431 TL û sînorê xizaniyê jî wekî 47 hezar TL eşkere kir, diyar kir ku daxwaza jib o mûçeya kêmtirîn a sala 2024'an 18 hezar TL ye. Piştî sînorê birçîbûnê û sînorê xizaniyê hatin diyarkirin, mûçeya kêmtirîn a nû jî bû cihê nîqaşê û tê gotin ku dê ev mûçe di demeke kurt de bihele.
Ji Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz mijara navborî nirxand.
Şahînoz anî ziman ku li Tirkiyeyê asta mûçeya kêmtirîn ne ji ber sedemên aborî, ji ber sedemên civakî û siyasî tê diyarkirin û got ku desthilata siyasî ji bo derdorekê kêfxweş bike mûçeya kêmtirîn wekî 17 hezar û 2 TL pêşniyaz kiriye. Şahînoz got: "Ji ber ku li Tirkiyeyê mûçeya kêmtirîn wekî mûçeyeke mayinde didome û girseyeke mezin eleqedar dike, ev yek ji aliyê desthilatên siyasî ve wekî malzemeyeke hilbijartinê tê bikaranîn. Desthilatdariya siyasî nikare girseyeke ewqas mezin paşguh bike. Ji ber vê yekê jî her sal diyarkirina mûçeya kêmtirîn vediguhere sehneyeke şanoyê û rojeva welêt dagir dike. Desthilat di vê pêvajoyê de tiştên dixwaze bike ji ber bertekên gel nikare bike, lewma vê yekê bi mûçeya kêmtirîn dinixumîne. Di vê çarçoveyê de xebatên hilbijartinê, ji bo desthilatan wekî sîwaneke nixumandinê ne."
‘5 MEH ŞÛN DE DÊ NEMÎNE'
Şahînoz anî ziman ku mûçeyeke kêmtirîn a baş ne pêkan e di atmosfereke enflasyonê de bê diyarkirin û got: “Îro di atmosfereke enflasyona zêde de, mûçeya kêmtirîn çi qas zêde bibe jî, piştî 3-5 mehan dadikeve asta berê. Ji ber ku enflasyona bilind hêza kirînê ya mûçeya kêmtirîn jî dimehe. Ji ber vê yekê, piştî 3-5 mehan, dê tu tişt di dest de nemîne."
Şahînoz bal kişand ser wê yekê ku divê di atmosfereke wiha enflasyonîst de mûçeya kêmtirîn salê du caran bê diyarkirin û ev tişt gotin: “Eger hûn 12 mehan li benda zêdekirina mûçeya kêmtirîn bin, hûn ê berdêla zêdebûna bihabûna fiyetan û maliyeta enflasyonê -ku em ji vê re dibêjin baca enflasyonê- bi çîna karkeran bidin dayin. Enflasyon par ji sedî 60 bû. Di Gulana 2023'yan de daket ji sedî 40'î. Ev ne ji ber nebihabûna fiyetan bû, ev ji ber bandora wê bû. Yanî enflasyon ji ber ku bû ji sedî 80, di meha Gulanê de daketibû ji sedî 40'an. Îsal jî di heman heyamê de enflasyon wê bibe ji sedî 70. Desthilat dibêje ku enflasyon dê piştî Hezîranê kêm bibe, ji ber ku dizane dê di meha Gulanê de bibe ji sedî 70. Her çendî bendewariya Banka Navendî ya îsal ji sedî 36 be jî, rêjeya rastî ji sedî 40-50 ye. Di vê rewşê de dê hêza kirînê ya karkeran li gorî sala 2023'yan ji sedî 20-25 kêm bibe. A frast gava mûçeya kêmtirîn tê eşkerekirin, piştî 3-4 mehan dadikeve biniya sînorê birçîbûnê. Ev tê wê wateyê ku karker dê di sala 2024'an de herî kêm şeş mehan bi mûçeyeke kêmtirîn re ya di binê sînorê birçîbûnê de bixebitin."
MA / Yusra Batihan