STENBOL – Heval û şahidê darvekirina Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan ên di 6'ê Gulanê de hatin darvekirin nivîskar Tuncer Sumer, diyar kir ku wî di şeva navbera 5 û 6'ê Gulanê de dengê zincîran bihîst û wiha got: "Me got hevalno! Denîz û hevalên wî dibin. Me ew nedît. Piştre Denîz got 'Hevalno bi xatirê we!' û çû. Me nekarîbû tu tiştî jî bikin."
46 sal berê di 6'ê Gulana 1972'an de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatin darvekirin. Dema ku hatin darvekirin gotin "Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk" û piyê xwe li sêdarê xistin. Nivîskarê nifşê 68'an Tuncer Sumer, ku bû şahidê wê rojê wiha got: “Denîz di nava me de hevalê me yê herî bi karakter bû. Bejna wî dirêj bû. Pir henek dikir. Pir henekçî bû. Baweriya wî ya şoreşê pir zêde bû. Kesê ew nas kirin û piştre jê hez nekirin û nedan pey wî tune bû. Li Stenbolê di destpêka tevgera ciwanên 68'an de Denîz rêberekî bê hiqaş bû. Her dem li pêş bû. Di her qadê de li pêş bû. Pir xweşik di axivî û girse bi xwe ve girê dida."
‘YUSUF MOROVEKÎ BI BAWERÎ Û KEDKAR BÛ'
Sumer, anî ziman ku Yusuf Arslan jî mirovê bi bawerî û kedkar bû û wiha got: "Ew mirovê bawerî û peywirê bû. Li zanîngeha ODTU kesekî bejinkurt û tije bû. Her dem rûyê wî li ken bû. Mirovekî pir dihat hezkirin. Pir maşîne û motor diajot Li ku karek hebûya ew jî li wir bû. Huseyin Înan jî ji Yusuf û Deniz bêtir cudatir bû. Huseyin kêm di axivî. Her dem ciddî bû. Çavdêriyek baş dikir. Her dem hewl dida mirovan bi rêxistin bike. Bi hevalên durist re dibû heval. Gezmiş jî nediket fermana tu kesî. Tenê li gotina Înan guhdar dikir."
‘JI BER VÎNA SIYASÎ XWESTIN HATIN DARVEKIRIN'
Sumer, anî ziman ku deba biryara darvekirina Denîz û hevalên wî li meclîsê hatin kirin di şeva navbera 5 û 6'ê Gulanê dengê zincîrê hat û wiha lê zêde kir.
"Me got hevalno Denîz û hevalên wî dibin. Me ew nedît. Piştre Denîz got 'Hevalno bi xatirê we' û çû. Me nekarîbû tu tiştî bikin. Em li kawîşê 35-40 kes bûn. Em wê şevê qet ranezan. Te tu carî ev yek qebûl nekir. Lê me nekarîbû tiştekî jî bikin. Dozger û hekîman piştre diyar kirin ku ev darizandinek neheq bû. Diyar kirin ku tiştekî bibin sedema darvekirinê tune bû. Kesek nekuştibûn. Tenê ji ber vîna siyasî aşkere kirin hatin darvekirin."
‘EW PÊŞENGÊN GUHERTIN Û VEGUHERTINÊ BÛN'
Sumer, da zanîn ku ger îro Denîz û hevalên xwe jiyabûna dê pêşengiya Tirkiye kiribûna û di Tirkiye de guhertin û veguhertinên mezin pêk anîbûna û wiha bi dawî kir: "Ew kesên hilberîner û afirîner bûn.
'EM JI BO DENÎZ KETIN GREVÊ'
Zimanzan Necmiye Alpay jî anî ziman ku piştî biryara darvekirina Denîz û hevalên wî dest bi çalakiyan kirin û wiha got: “Em wekî Yekîtiya Xwendekaren Tirkiyeyî yên Fransa (FTOB) me civîna herî mezin pêk anî. Me xwest Tirkiye biryara darvekirinê ya der barê Denîz de rake. Me ji bo vê yekê ji gelê Fransa îmze kom kirin. Me biryar da ku çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin. Yekem car li dijî biryara darvekirina Denîz em ketin greva birçîbûnê. Me çalakî li Lokala FTOB'ê pêk anî. Rojnamegerên Fransî eleqeyek mezin nîşan dan. Piştre nêzî 40 kes tev li çalakibê bûn."
‘YEKEM TEVGERA ŞOREŞGER KU BI GEL RE BÛ YEK'
Yek ji hevalên Denîzan Nuran Agirnasli jî Piştî mirina Taylan Ozgur me diyar kir ku ev têkoşîn bi rêyên legel pêş nakevin. Dema leşkeran bi ser zanîngeha ODTU de girt gotin ‘Vir cihê THKO ye hûn nikarin têkevin vir. Piştre 8 saetan şer derket. Dîwar tev bûn şopê guleyan. Di radyo de wê rojê gotin ‘Gerîlla li ODTU 8 saetan şer kiriye' Baweriyek pir xurt pêre hebû. Yekem tevgera ku girse kirin yek bû. Şopên kûr li pey xwe hiştin. Ez di 12'ê Adara THKO de salekê girtî mam. Piştî bûyerê bi salan nekarîbûm biçim ODTU."