Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan dê bi xwe re guherînê bîne

img
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hêzeke û wiha got: “Dema birêz Abdullah Ocalan azad bû, dê bike ku aqilê dewletê bi xwe re hevrû bibe, bi xwe re guherîn û veguherînekê bîne.” 
 
Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ku bi mudaxileyên hêzên kûrewî kûrtir bû, her wiha bû pênaseya sala 2023’yan. Li şûna lêgerînên çareseriya ji bo krîzên bi destê modernîteya kapîtalîst û netewedewletan, sala 2023’yan bû sala şer û mêtingeriyê. Sala 2023’yan ku bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de dest pê kir, bi şerê di navbera Îsraîl-Filistînê de ku bi êrişên Hamasê dest pê kir li pey xwe hişt. 
 
Li dijî krîzên ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê bi xwe re anîn, her wiha berxwedanên civakî jî mohra xwe li sala 2023’yan xistin. Li çar aliyên cîhanê gel ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe dan. Gelê kurd ku bi hevkariya hêzên navneteweyî re bû hedefa polîtîkayên înkar û tunehesibandinê yên dewleta tirk, car bi car bi rêya siyaseta demokratîk û dem bi dem jî bi têkoşîna hêzên civakî re nîşan da ku ji bo çareserkirina krîzên heyî navê çareseriyê ne. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, têkildarî sala 2023’yan, bandora û encamên wê bi ajansa me re axivî. 
 
Sala 2023’yan di bin siya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de derbas bû. Gelo hûn vê salê ji hêla kurdan û siyaseta kurdan ve çawa dinirxînin? 
 
Ji hêla kurdan ve ji bo sala 2023’yan tenê weke salekê pênase nekim, dixwazim vê bibêjim; polîtîkayên înkar û pişaftinê ku bi sedsalaye gelê kurd li Tirkiyeyê dijî, herî zêde îsal ketin meriyetê. Bi taybet jî piştî sala 2015’an, aqilê dewletê pênaseyeke nû ya aksê kir. Di dîroka Tirkiyeyê de kemalîzm pir bibandor bû û ji sala 2015’an ve jî bi destê AKP’ê îcar derbasî Erdoganîzmê bûn. Di vê serdemê de şerê herî mezin û polîtîkaya dijminatiyê herî zêde li dijî kurdan hatin kirin. Li dijî hemû qadên kurdan êriş hene. Gelo tiştên ji destê kurdan hatine standin çi bûn? Gelê kurd bi sedan sala ye şerê hebûnê dike û hêj jî hebûna wan cihê nîqaşê ye. Mafên perwerde, zimanê dayikê û hwd. ên kurdan ji destê wan hatiye girtin. Li dijî mafê siyasetê yê kurdan mudaxileyên mezin hene û tê krîmînalîzekirin. Di mijara edaleta aboriyê de pirsgirêk hene û di halê hazir de mafê definkirinê yê kurdan jî ji dest hatiye girtin. Aqilê yekperest herî zêde di vê serdemê de bi destê Erdogan hate kûrkirin. 
 
 
Gelê kurd hebûna xwe îspat kiriye, siyaseta xwe daye qebûlkirin û li pişt hemû maf û daxwazên xwe sekinî; tevî hemû zextan jî îsal berxwedaneke pir xurt raber kir. 
 
Di sala 2023’yan de em ketin hilbijartineke girîng. Di dema ber bi hilbijartinê ve de me têkildarî hebûna gelê kurd û têkoşîna wan xebatên girîng kirin. Hilbijartineke krîtîk bû û di dema ber bi hilbijartinê ve bi girtina partiyê (doza girtina HDP’ê), bloqekirina alîkariya xizîneyê, girtin û binçavkirina bi hezaran kesên hatin hilbijartin,  bi gotineke rasttir îktîdarê hema hema li dijî hemû mekanîzmayên têkildarî qada siyaseta demokratîk mudaxile kirin. Me demekî wisa jiya ku ketina hilbijartinê ya gelê kurd û pêkhateyên wê jî di bin xetereyê de bû. Hebûna partiyeke ku têkildarî pirsgirêkên civakî, aborî, jin û hwd. alternatîfek diafirand, ji bo aqilê netewedewletê xetere bû. Em neçar man ku bi partiyeke nû bikevin hilbijartinê. Encamên hilbijartinê belkî 10 sal piştre mirov dikare di bin sernavên cuda de binirxîne.  Gelê kurd hebûna xwe îspat kiriye, siyaseta xwe daye qebûlkirin û li pişt hemû maf û daxwazên xwe sekinî; tevî hemû zextan jî îsal berxwedaneke pir xurt raber kir.  Di esasê xwe de tişta ku mohra xwe li sala 2023’yan xistî jî ev bû. 
 
Rojava sereke ya kurdan û siyaseta kurd bû daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Lê aqilê dewletê tecrîd veguherand rewşa agahînegirtinê. Gelo tecrîd û neçareserî rê li ber çi vedike? 
 
Di esasê xwe de hewl didin sepana tecrîdê veguherînin rejîmekê. Tecrîd bi xwe ne tenê astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran a bi birêz Abdullah Ocalan re û bêparhiştina wî ya ji mafê ragihandinê ye. Di esasê xwe de hebûna birêz Abdullah Ocalan bi xwe, yek ji wan tiştên herî girîng e ku rastiya kurdan a sedsalan nîşanî dewletê dide. Lewma me ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan kampanya da destpêkirin. Aqilê dewletê bi xwe yan jî îktîdara heyî, neçar dimîne ku li her qadê bi hebûna gelê kurd, ziman û siyaseta wê re rû bi rû bimîne. A rast, dema Komara Tirkiyeyê dihat avakirin, bingeha wê li ser kongreyan bû. Yek jê girîngtirîn kongreya ku biryarên avakirina TBMM’ê hatiye avakirin, kongreya Erziromê bû. Ev kongre jî bi saya piştgiriya kurdan hate lidarxistin. Piştî wê kongreyê, Meclis hata avakirin ku gelên li Tirkiyeyê tê de dihatin temsîlkirin. Destûra Bingehîn a 1921’ê ya wê demê pir binirx bû. 
 
Her çend ku pêdiviyên Destûra Bingehîn a ku em niha dixwazin pêşwazî neke jî, ji hêla hêmayên xwe ve yek ji destûra bingehîn a herî demokratîk bû. Lê ji sala 1924’an ve aliyên demokratîk jê hatin derxistin û destûreke bingehîn a ku bingeha yekperestiya îro ava kiriye kete meriyetê. Anku di navbera 1921-1924’an de 3 salên winda hene. Bêguman paradîgmaya netewedewletê ev ferz dikir. Di esasê xwe de yekparetiya dewletê, yekparetiya sînoran jî hinek li ser vê hate avakirin. Baş e lê em niha di çi rewşê de ne. Mixabin em yek ji avakarên komarê bûn lê niha tune tên hesibandin. Di nava vê sedsalê de gelê kurd tevî her tiştî li ber xwe da, têkoşîya û bi xwe re destkeftiyên îro anî. Ev tiştekî pir biqîqmet e. Ber bi sala 2015’an ve pêvajoyeke çareserî û muzakereyan çêbû. Wê demê hewayê ku daxwazên gelê kurd krîmînalîze dike guherî. Hemû gelên Tirkiyeyê careke din bi nasnameyeke ku heta niha jê re digotin ‘ev tirk in’ re dîsa hevrû man. 
 
Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke wiha heye, gel hevdu ji hev nas nakin. Bi aqilê dewletê nas dikin. Heke tecrîda ku em niha dijîn berdewamiya înkara sedsalî û mehkûmkirina çareseriya pirsgirêka kurd be, wê demê divê her yek ji me têbikoşe. Dema em daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan dikin, em tenê qala azadiyeke fîzîkî nakin. Şikandina tecrîdê di esasê xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk jî gaveke. Ne tenê gelê kurd, li Tirkiyeyê îro hemû gel, kedkar û jin ji bo daxwaza demokrasiyê şertên hatine gel hev afirandin. Ji ber ku aqilê dewletê ya ku hemû qadên têkoşînê berê wan dida hev, ji sala 2015’an ve nikare vê bike. Em dizanin ku rêya demokatîkbûna Tirkiyeyê, ji çareserkirina pirsgirêka kurd re derbas dibe. Di vê mijarê de em israr dikin û ji bo vê têdikoşin. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de jî muxatab birêz Abdullah Ocalan e û em dubare dibêjin ku azadiya wî gelek girîng e.  
 
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan îro li Rojhilata Navîn û li seranserî cîhanê kampanya tên lidarxistin. Ev daxwaza ku zêde tê vegotin gelo ji bo welêt û gelan rewşekî çawa bi xwe re tîne? 
 
 
Dema birêz Abdullah Ocalan azad bû, dema projeyên wî ketin meriyetê, ev tevek dê bikin ku netewe dewlet, îktîdar û aqilê dewletê bi xwe re hevrû bibe û dê bi xwe re guherîn û veguherînê bîne. 
 
Birêz Abdullah Ocalan li gel Tirkiye û Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka kurd, her wia texrîbatên pergala kapîtalîst yek bi yek tespît kir û xwedî pêşnniyarên  çareseriyê yên girîng e. Herî zêde jî aqilê dewletê bi vê yekê dizane. Di pêvajoya muzakereyan de aqilê dewletê yê muzakere dimeşand baş dît ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê rewş diguhere. Lewma baş dizanin ku birêz Abdullah Ocalan hêzeke. Ji ber ku li dijî pergala netewe-dewletê ya di nava krîzan de alternatîfekî diafirîne. Ev pergal îro li Rojava aj dide. Li gorî me sedema êrişên ev aqil li dijî Rojava dike jî eleqeya xwe bi vê yekê heye. Li Rojava çi qiqewime. Nasnameyên cuda naxwazin bi aqilê qeyûm bên birêvebirin. Divê em qeyûman tenê bi şaredariyan nas nekin. Zimanê fermî û dîroka fermî ku em îro rû bi rû dimînin jî qeyûm in. Di esasê xwe de projeyên birêz Abdullah Ocalan, mudaxileyekî li dijî van qeyûman e. 
 
Em AKP’ê weke qeyûmê li Tirkiyeyê hatiye tayînkirin pênase dikin. Sedema girankirina tecrîdê jî ew e ku ev proje çareseriyê pêş dixin. Dema birêz Abdullah Ocalan azad bû, dema projeyên wî ketin meriyetê, ev tevek dê bikin ku netewe dewlet, îktîdar û aqilê dewletê bi xwe re hevrû bibe û dê bi xwe re guherîn û veguherînê bîne.  Aqilê dewletê jî ji bo vê amade nîne. Lewma civak çiqas bihêz be, em ê ji vê pêvajoyê encamekî bi dest bixin. Lewma em hewl didin civakê bikin kirdeya vê pêvajoyê. 
 
Di sala 2023’yan de pêvajoyeke girîng a hilbijartinan hate jiyîn. Li ser rexneyên gel jî we dest bi pêvajoya jinûvesazkirinê kir. Gelo ji vê çi ders hatin girtin, serdemeke çawa dest pê kir? 
 
Hilbijartinên 2023’yan di esasê xwe de ji bo hemû partiyên siyasî encamekî ku xwe biguherînin derxist. Lê di vê mijarê de herî zêde Partiya Çepên Kesk û DEM Partiyê bi berpirsyartiya xwe rabû. Rexneyên cidî yên gel hebûn. Herî zêde jî digotin nikarin xwe bigihînin partiyê, peywendiyan danin, mekanîzmayên biryardayînê qels bûne û gel hatiye jibîrkirin. Ji ber ku di kevneşopiya vê partiyê de biryar li Enqereyê li ser maseyê nayên dayîn. Berevajî vê, bi keda gel hatiye avakirin. Gelê kurd di salên 90’î de weke îradeyeke siyasî li Tirkiyeyê bi nasname û nirxên xwe siyaseta demokratîk birêxistin kir. Lewma jî me ew rexne tevek weke xwedîderketina gel a li partiyê nirxand. Rexne hebûn ku digotin partî ber bi burokratîkbûnê ve diçe. Digotin peywendiyên bi gel re qels bûne. Me jî têkildarî vê mijarê rexnedayîna xwe da. Di pêvajoya hilbijartinên rêveberiyên herêmî de gel dê vê pêvajoyê temam bike. Gelê me mudaxileyekî pir baş kir. Xwedî li ked û partiya xwe derket. Me jî hewl da mekanîzmayên heyî xurtir bikin û bêhtir berê xwe bidin gel. Li gorî min dê ev yek bandorê li encamên hilbijartinên rêveberiyên herêmî bike. 
 
DBP’ê jî bi biryara birêxistinkirina jinû ve kongreya xwe li dar xist. Sedema ku partiya we ber bi vê pêvajoyê ve birî çi bû? 
 
Ji sala 2020’an ve DBP’ê biryar da ku li Kurdistanê û hemû deverên kurd zêde lê dijîn xwe bi awayeke xurt birêxistin bike û ji bo vê xebat meşand. Di esasê xwe de li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin a em dijîn, pirsgirêka xwebirêxistinkirinê ye. Gelê nebirêxistinkirî kete halekî wisa ku nekariya daxwazên xwe yên mafdar jî biparêze. Ji sala 2015’an ve AKP herî zêde li ser birêxistinkirina gel sekinî. Hemû xebatên me yên ji bo birêxistinkirina gel hatin krîmînalîzekirin. Em yek ji pêkhateyên herî xurt a DEM Partiyê ne. Em çiqas bihêz bin, dengên DEM Partî digire jî ewqas bihêz dibin. Lewma bihêzbûna DBP’ê bandorê li ser gelek qadên jî dike. Di esasê xwe de me encamên hilbijartinê jî ji serkeftin û rewşa rêxistinî ya DBP’ê cuda nenirxand. Lewma yek ji mijarên me yên sereke bû biryara birêxistinkirinê. 
 
Nexşerêya we çi ye? Di serdema nû de em ê DBP’yeke çawa bibînin? 
 
Polîtîkayên şerê taybet lki Kurdistanê bi taybet jî li ser jin û ciwanan tê meşandin. Têkildarî vê mijarê divê em hestiyariyekê ava bikin. Dikare weke xebata perwerde, agahdarkirinê jî bê pênasekirin. Em girîngiyê didin ser vê mijarê û dê li gel xebatên hilbijartinê jî bê domandin. Mijara din jî ew e ku AKP ji sala 2015’an heta niha çalakiyên li kolanan bi awayeke keyfî li derdorên muxalîf qedexe dike. Nahêle gel vî mafê xwe yê makeqanûnî bi kar bîne û derhiqûqtî û bêedaletiyeke mezin dike. Ya din jî çalakiyên bi gel re ne. Ji krîza aboriyê heta hemû mijarên din, divê em mafê xwe yê çalakiyan xurt bikin. 
 
 
Me Rêya Sêyemîn bi xwe bi saya têkoşîna jinan ava kir û di rê rêyê de meşa xwe didomînin. Em ê têkoşîna jinan ku jinên Tirkiyeyê tîne ba hev û destkeftiyên wan diparêze, dê bidome. 
 
Yek ji serenavên me yên herî girîng têkoşîna jinan e. Ji ber ku AKP li gel dijminatiya li hemberî kurdan, dijminatiyeke mezin li dijî jinan jî dike. Ji Peymana Stenbolê derketin, çav berdane mafê nefeqeyê û sererastkirinên nû çêkirine. Li dijî vê divê em xetekî têkoşînê ya xurt birêxistin bikin. Tevgera Jinên Kurd a li Kurdistanê jî Tevgera Jinên Tirkiyeyê jî balê dikişînin ser tiştekî pir girîng. Rêya Sêyemîn, encama serkeftina têkoşîna jinan e. Me Rêya Sêyemîn bi xwe bi saya têkoşîna jinan ava kir û di rê rêyê de meşa xwe didomînin. Em ê têkoşîna jinan ku jinên Tirkiyeyê tîne ba hev û destkeftiyên wan diparêze, dê bidome. Pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev di hedefê de ye. Em jî dê li ser mijara bê ka dê destekftiyên xwe çawa mezintir bikin bisekinin û nexşerêyekê diyar bikin. 
 
Me salek li pey xwe hişt û dikevin saleke nû. Gelo di sala 2024’an de çi li benda kurdan, siyaseta kurdan gelan e? 
 
Em temamiya krîzên piralî li Tirkiye û Kurdistanê dijîn. Îktîdara ku ji hêzê dikeve, ji bo kûrkirina krîzan polîtîkayê pêş dixe. Di sala 2024’an de pêdivî bi xebatên birêxistinkirinê, berfirehkirina qadên têkoşînê û têkoşîna hevpar heye. Ya din jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dema me ya ku em winda bikin nîne. Di vê mijarê de kampanyaya me ya têkildarî tecrîdê girîng e. Em dixwazin tevahiya rewşenbîr, nivîskar û hemû kesên dibêjin ‘li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye’ jî tev li vê kampanyayê bibin. 
 
Em dizanin bê ka tecrîd li Tirkiyeyê cihekî çiqas berfireh digire. Dema em dibêjin rêveberiyên herêmî, bi taybet jî li Kurdistanê yek ji sernavên herî mezin qeyûm bi xwe ye. Qeyûm, serkeftineke AKP’ê nîne, nîşaneya wê ye ku AKP li Kurdistanê têk çûye. Ev yek bi tena serê xwe jî divê bike ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de her kes bi ruhê seferberiyê tev li xebatan bibe. Ji bo ku em tiştên sedsala berê ya komarê de jiyayîn dîsa nejîn, banga min li hemû hevalan ew e ku bibin kirdeyeke çalak a vê pêvajoyê. Bi rastî jî em dikarin bi ser kevin. 
 
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can 
 

Sernavên din

04/01/2024
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir
11:19 Li Japonyayê bi pileya 7.6 erdhej: Banga tsunamiyê hat kirin
10:43 ‘Gelê kurd azadiya Serokatiya xwe dixwazin’
10:36 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Sala 2024'an sala mezinkirina biryara rêxistinkirinê ye
09:58 Bendewariya Mexmûrê ji rêveberiya nû çi ye?
09:52 72 karker ji Nexweşxaneya Zanîngeha Enqereyê hatin avêtin
09:08 Ji rojnameger Silêman Ehmed 69 roj in tu agahî nayên girtin
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36’an de didome
09:06 Keça min berdin ez ê derman bikim
09:05 Girtiyên di greva birçîbûnê de ne: Heta daxwazên me neyên bicihanîn dê çalakiya me bidome
09:04 Prz. Vûrgûn: Ahmet Gun bi rêbaza ‘înfazê’ hate qetilkirin
09:03 Ên bi şewbê dikevin berê xwe didin etaran
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:58 Zem li heqê rê û piran hate kirin
31/12/2023
20:44 Li Geverê li ser hev 3 erdhej çêbûn
18:45 Rêveberiya Xweser ji bo sala nû peyamek weşand
18:13 Nûçegihanê me Yalçin 3 roj in di bin çavan de ye
17:51 Cenazeyê bavê Demîrtaş hate veşartin
17:25 Demîrtaş ji bo bavê xwe peyam şand: Xeman nexwe bavo dilê me ji vê hucreyê mezintir e
16:50 ‘Heta tecrîd ranebe dê li vî welatî tu pirsgirêk çareser nebin’
15:17 Demîrtaş dê tev li merasîma definkirina cenazeyê bavê xwe nebe
15:12 DEM Partiyê ji ber parvekirina nîjadperest serlêdana sûc kir
14:03 Hezar û 25 parêzeran bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ serlêdan kirin
14:00 Sê cenazeyên anîn morga Mêrdînê hatine şewitandin
13:27 Li Mûşê 2 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin
13:23 Bakirhan: Heke em bira bin wê demê pirsgirêka kurd çareser bikin
13:21 Ji rojnameger Muftuoglû peyama sersalê
12:37 Li dijî rejîma yekzilamî israra siyaseta demokratîk
12:35 ‘Dê çalakiya me ya greva birçîbûnê bibiryardarî bidome’