NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijêrek Partiya ÎYÎ ya Cerrah, di hesabê xwe yê medya civakî yê twitterê yê @încîr de xwest Demîrtaş serbest bê berdan û Tirkiye ji vê rezaletiyê xelas bikin.
Hilbijêra Partiya ÎYÎ ya Ceraha Giştî ku li ser hesabê xwe yê twîtterê ya @incir de diyar kir ku fikr nayên hepiskirin û wiha got: "Divê hemû namzet di nava şertên wekhev de têkevin pêşbirgê. Divê Demirtaş serbest bê darizandin. Hûn jî wêrek tev bigerin û dengê xwe bilind bikin. Nexwe ev şerm dê bibe dîrok. Divê em Tirkiye ji vê rezaletê xelas bikin. Ez kesek ji welatê xwe hez dikim û hilbijêra Partiya ÎYÎ naxwazin vê rewşê bibînim. Ji vê rewşê şerm dikim. Em Tirk dê vê rewşê çawa ji cîhanê re vebêjin? Ma em dê ji milyonan hilbijêrên xwe re bêjin yek ji namzetê me yê Serokmariyê di hucreyê de kampanya hilbijartinê dimeşîn?"