ŞIRNEX - Li qûntara Çiyayê Cûdî ya Sîlopiyê birûskê li qada 28 xwendekarên lê seyran kirin da û gelek xwendekar birîndar bûn.
Li çoltera gundê Sêrga ya qûntara Çiyayê Cûdî ya navçeya Sîlopi ya Şirnexê brûskê li qada 28 xwendekarên Lîseya Ataturk a Anadoluyê lê seyran dikirin da. Bi lêdana brûskê re gelek xwendekar birîndar bûn û xwendekar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Hat diyar kirin ku dinava xwendekarên birîndar de, xwendekarên rewşa wan lezgîn jî hene.
Xizmên xwendekaran ên agahî bihîstin, herikin ber nexweşxaneya dewletê.