STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, xwest girtiyê ji sedî 87 nabîne yê 69 salî Azîz Baglan bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 319’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê pêk anî. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên girtiyan amade bûn û pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyankirin”, “Azîz Baglan bila bê berdan” û wêneyên girtiyan hildan.
Komîsyonê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Azîz Baglan ê 69 salî yê ji sedî 87 nabîne û xwest bê berdan. Lîstîkvan Nur Surer daxuyaniya vê hefteyê xwend û got: “Em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyên nexweş nayên derman kirin. Hûn sûcê mirovahiyê dikin û em jî li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam dikin.”
‘EV 2 SALIN HÎNA ÎDÎANEME TUNEYE’
Surer bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Azîz Baglan ê 69 salî û wiha bilêv kir: “Baglan li navçeya Bazîta Agiriyê di serdegirtina malan a 16’ê Çileya 2016’an de hat binçavkirin û girtin. Di ser girtina Baglan re 2 sal derbas bûn. Lê hîna jî îdîanemaya wî nehatiye amade kirin. Baglan ê ji ber vê nayê darizanedin li Girtîgeha Tîpa M a Agiriyê dihat girtin û piştî 5 meh şûnde sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Oltu hat kirin. Parêzeran ji ser rewşa wî daxwaz kiribûn ku bê berdan, lê ev îtîraza parêzaran hat red kirin. Kurê Azîz Baglan Baran Baglan, dibêje nexweşiya dil, tensiyona bilind a bavê wî hene û di heman demê de ji sedî 87 çavên wî nabîn in. Bi raporan jî hatiye tespîtkirin ku Baglan nexweşe û divê bê berdan. Em dixwazin Baglan û hemû girtiyên nexweş bên berdan.”