ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çalakiya girtiyên nexweş de ragihand ku Mevlûde Başdaş a di 1’ê Gulanê de ji ser hişê xwe çûye ranakin nexweşxaneyê û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya 4 girtiyan ku ev 16 roj in di grevê de ne.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê hefteya 431’emîn çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê li dar xist. ÎHD’ê û xizmên girtiyan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.
OHAL GIRTIYAN DIKUJE
Rêveberê ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û destnîşan kir ku li girtîgehan 402 jê girtiyên nexweş ên giran û hezar û 154 girtiyên nexweş hene û şert û mercên girtîgehê, nêzîkatiya rêveberiyên girtîgehê û neyîniyên OHAL’ê girtiyan bi nexweşînan re hevrû dihêle. Çîçek got ku girtî jiyana xwe ji dest didin û Halîme Gulsu ya li Girtîgeha Tarsûsê jiyana xwe ji dest da bibîr xist. Çîçek da zanîn ku Gulsu bûye qurbana OHAL’ê.
GREV DIDOME Û GIRTIYAN NABIN NEXWEŞXANEYÊ
Çîçek da zanîn ku li girtîgehan hemû rêbazên xerab li dijî girtiyan pêk tên û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên nexweş a li Girtîgeha Menemenê ku bêdem û bêdorveger dane destpêkirin bibîr xist. Çîçek rewşa Mevlûde Başdaş a 59 salî ku nexweş e û li Girtîgeha Şakranê dimîne bibîr xist û got ku di 1’ê Gulanê de Başdaş ji ser hişê xwe çûye lê wê nebirine nexweşxaneyê.
Daxuyanî bi çalakiya 5 deqîqan a rûniştînê bi dawî bû.