ANTALYA – Xebatkarê Ozgur Halkê û nexweşê pençeşerê Kolonê Devrim Ayik hat berdan.
Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê û nexweşê pençeşerê Kolonê Devrim Ayık, di danişîna 04’ê Gulanê de ji ber rewşa wî ya tenduristiyê bi şertê “Hepsa malê” hat berdan, lê Ayik di derketina Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê de ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Derbarê Ayik de bi îdîaya “Beşdarî çalakiya bê destûr bûye” û “Propagandeya rêxistinê kirin” doz li Dadgeha Cezayê Eslî ya 19’emîn a Antalyayê hatibû vekirin. Ayik bi hinceta îfade nedabû dadgehê hat binçavkirin û piştî îfade dayînê sewqî Edliya Antalyayê hat kirin. Ayik piştî îfade da Dadgeha Cezayê Eslî ya 6’emîn a Antalyayê hat berdan.