STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 684’an de aqûbeta Halîl û Kasim Alpsoy ên 24 sal berê hatin windakirin pirsî. Neviyên Kasim Alpsoy ên 6 û 17 salî ku tev li çalakiyê bûn, diyar kirin ku wan kalikên xwe li Qada Galatasarayê nas kirin. Neviyan gora kalkê xwe xwestin. Neviya Alpsoy, diyar kir ku wê her dem nameyên bê navnîşan ji kalikê xwe re şand."
Dayekênk Şemiyê di hefteya 684'an de bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bê pirsîn li qada Galatasaray kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan li qada Galatasarayê dîsa pankarta ku li ser "Faîl diyar in, kujer li ku ne?" a wêneyên kesên hatine windakirin heye vekirin û çarika spî danîn ser. Qurnefil jî danîn ser çarikên spî. Dayikan vê hefteyê çîroka Halîl Alpsoy ê di 12'ê Gulana 1994'an de li Stenbolê û Kasim Alpsoy ê di 18'ê Gulanê de li Edeneyê hat windakirin pirsîn.
KESÊN QALA EDALETÊ DIKIN ROJEKÊ NEHATIN VIR EM GUHDAR NEKIRIN
Di çalakiyê de ewil dayika murat Yildiz ê di 23'ê Sibata 1995'an de hat windakirin Hanife Yildiz axivî û diyar kir ku berhemên hikûmeta berê niha li vir in û wiha got: "Em îro behsa kijan bermahiyên hikûmetê bikin. Komkujiya Pirsûs, Gezî, Tayika Taybet, komkujiya li Enqereyê û gelek komkujiyên din bi dawî nabe. Tirkiye de welatê hiqûq, demokrasî û edaletê ye. Qala hiqûqê dikin parêzer girtî ne. Daraz li holê tune ye. Qala Demokrasiyê dikin, lê rojnameger girtî ne. Niha namzetê me yê serokomariyê girtî ye. Demokrasî li ku ye? Divê em hemû dayikên ku xwedî êş, em eşên xwe bikin yek. Em hemû dayik bibin yek û dengê xwe bikin yek. Niha hemû kesên tên qada Galatasarayê wekî terorîst tênk pênasekirin. Lê dilê van mirovan ji bo me tevan disoje. Rayedarên hikûmetê gotin edalet. Lê rojekê nehatin vir û guhdar nekirin. Diçin kesên cuda guhdar dikin, lê rojekê nayên li me guhdar nakin."
SAMET Ê 9 SALÎ: BILA GORA KALIKÊ MIN HEBE
Neviyê Kasım Alpsoy ê ku hat windakirin, Samet Alpsoy ê 9 salî axivî û xwest êdî gorek kalikê wî hebe. Samet wiha got: “Salikê min Kasım Alpsoy 24 sal berê hat windakirin. Ez dixwazim gora kalikê xwe bibînim. Ez dixwazim gorek kalikê min jî hebe."
EZ DIXWAZIM BI DESTÊ KALIKÊ XWE BIGIRIM Û BIGERIM
Neviya Kasım Alpsoy a 17 salî Gulbahar Alpsoy jî got: "24 salin kalikê min winda ye. Hêj em li wî digerin. Ez dixwazim bi destê kalikê xwe bigirim û bigerim. Min her dem ji kalikê xwe re nameyên bê navnîşan şandin. Ez hêj nameyan ji kalikê xwe re dinivîm. Lê bê edres in. Ez dixwazim gorek kalikê min ku ez çîçekan dînim ser hebe. Raste kalikê min şoreşger e. Lê ew jî wekî ewladekî vî welatî ye. Xwişk, bira dayik û bavê wî heye. Dewleta ku kalikê me ji me girtiye dê hesabê vê yekê bide. Em dixwazin her kes destê xwe dîne ser wicdanê xwe. Bila her kes xwe têxe şûna me û windayan. Nifşê 3'emnîn e em li windayan digerin. Heta ku em wan bibînin em dê vê qadê terk nekin û em dê her dem çalakiyên xwe berdewam bikin.
MAFÊ ME YÊ EM RASTIYÊ ZANIBIN HEYE'
Li ser navê Dayikên Şemiyê Hatice Onaran daxuyanî da. Onaran, diyar kir ku niha 3 nifş li qada Galatasarayê kom bûne û li windayan digerin û wiha got: "Em ji bo malbata Kasim û Halil Alpsoy vê hefteyê li vir in. Em mafê xwe yê fêrbûna rastiyan û edaletê dixwazin."
Halil Alpsoy ê 37 salî di 12'ê Îlona 1994'an de dema ew, hevsera xwe û zaroka wan a 40 rojî dema ji mêvandariya xizmên xwe vedigeriyan hatin binçavkirin û wihda kirin. Ji aliyê polîsên sivîl ve hat windakirin. Halil Alpsoy li maşîna spî ya torosê suyar kirin û birin. Hefteyek şûnde pismamê Halîl Alpsoy Kasım Alpsoy li Edeneyê hat windakirin. Di 18'ê Gulana 1994'an de di saetên serê sibê de polîsan Kasım Alpsoy ê 30 salî binçavkirin û birin Daîreya Îstihbaratê ya Edeneyê îşkence kirin û berdan. Roja dîtir ji bo biçe nasnameya xwe bîne çû avahiya MİT'ê. Lê carek din venegeriya. Ji bo dîtina Halil Alpsoy Hasim Alpsoy 24 salin em li edaletê digerin. Malbatê serî li hemû rêyan dan, lê hêj agahî bi dest nexistine. Em dê heta dawî têkoşîna xwe li vê qadê berdewam bikin. "