STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dema xwest biçe dervê welat li Balafirgeha Ataturk, dest danîn ser pasaporta wî.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Tellî ji bo biçe Brukselê di saetên serê sibê de li Balafirgeha Ataturk hat rawestandin û pasaporta wî hat desteserkirin. Polîsên ku li Balafirgehê hatin cem Temellî, diyar kirin ku pasaport "îptal" bûye û destûr nedan ku Temellî biçe Brûkselê. Sedema betalbûna pasaporta Temellî diyar nekirin û dest danîn ser pasaportê. Sekna parêzeran û Temellî ya li balafirgehê berdewam dike.
Temellî, têkildarî mijarê ji Ajansa me ya Mezopotamya re axivî û wiha got: "Ev jî nîjeyên ji kampanya me ne. Me duh namzetê Serokomariyê bi gel da nasîn. Nota yekemîn Namzetê me girtî ye û nikare propaganda xwe bike. Ya duyemîn ez dê biçin derve niha dest danîn ser pasaporta min. Tifaqên hatine avakirin dixwazin li dijî HDP'ê bi vî rengî bend û torên hilbijartinê li pêş partiya me ava bikin. Zêde hewce bi şiroveyê tune ye. Ev rewş baş xwe dide vegotin. Di şertê OHAL'ê de ne pêkan e hilbijartinek demokratîk pêk bê. Bi taybetî di şertê OHAL'ê de ji bo HDP'ê bêtir zahmet e."